Rûyê Wenda,rûyê,wenda

Rûyê Wenda

A+ A-

Tu rûyek wenda bûy di nav rûpelên rojnameyan de. Ji bo ku  ji rûpelekî derbasî rûpelê din bibim diviyabû ku çavên xwe ji çavên te biqetînim. Lê nikaribûm. Çavên te digotin rûpelê negire. Ger tu rûpelê bigrî tu yê min ji bîr bikî. Carna min nedixwest li rûyê te binhêrim. Ditirsiyam ku çavên te ji min re bêjin em ketin bin axê lê vaye tu hê li ser ruyê erdê yî. Ditirsiyam ji ber ku min ê ji jiyîna xwe fedî bikira. Ezê bifikiriyama; gelo ez çima dijîm, gelo ez bi vê rewşê çiqas dikarim bêjim dijîm? Bi van fikran pirs pirsan tînin û hemû bê bersiv dimînin;gelo mirin çiye, tunebun e an hebuna bêdawî ye?

Pirsek û tirsek diket nav dilê min ê ku bi dîtina rûyê te disekinî. Çima tirs ewqas dilê mirov giran dike? Vaye îro dîsa min rojnameyê vekir û ji hezarên bi hezaran rûyek din bi ber çavên min ket. Dikim nakim nikarim derbasî rûpelên din bibim. Dema ku ez rupelê bigrim weka ku xweliyê avêtibim ser te. Wê xweliya sirrîsar. Çav û dilê min dipirpitin û digrîn bidizîka. Naxwazim kes bi min bihese. Dibêjim ez birîndar im bila kes birîndar nebe. Birîndariya min, min bi hêz dike lê ditirsim kesên din bê hêz bike û ev doz li erdê bimîne.

Ey şehîd, belê, îro rûyê te bûye rûpelek rojnamê û li ber çavên bi hezaran kes e. Lê belê bizanibe dema ku em rûyê te dibînin, tu bi hêstirê çavên me, dikevî dilê me.

Bi rûmet be ey şehîd! Xwezî ev mirina ku kulîlkek çar pel a rengîn mezin dike para me jî biketa. Bi hêvî be ey şehîd! Tê bibî bayek hênik û li çar aliyên welat di nav porên zarokan de xişexişê bikî. Xwezil bi te ey şehîd! Hemû rû wek rûyê te ne layiqê derxistina rojnameya ne.


Gotinên miftehî :