S. TAN û Berpirsên Karên Ziman
Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û yek ji berpirsên xebatên ziman. Nizanim ev agahî rast in an na. Min xwest li malpera Enstîtuyê binihêrim lê www.enstituyakurdi.org ku malpera Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye, naxuye, venabe, tune. Xuya ye siyasetmedarên kurd, parlamenterên kurd û şaredarên kurd malper girtine, an jî qedexe kirine.
Di vê sedsala 21'mîn de, ku hem ji alî ragihandinê ve hem ji alî aborî ve înternet qada herî mezin e, malpera Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê tune, malpera Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê tune, malpera Enstîtuya Kurdî ya Amedê tune, malpera Kovara W tune.
Karekî min jî malpersazî ye, digel nivîskarî û bernamenûsiyê. Ji ber vê belkî ji gelek kesan bêhtir li ser girîngiya înternetê radiwestim, lê binihêrin hinek tişt hene ku tiştekî din nikare têkeve pêşiya wê.
Serê saziyên kurdan bi kesên "bêkêr" hatine tijîkirin. Ji ber ku tu plana wan, xebata wan, liv û lebata wan tune tu pêşketin jî çênabe. Radibin û rûdinin Tevgera Kurd û siyasetmedaran tawanbar dikin. Lê siyasetmedar jixwe mecbûr in bi zimanê serdest tevbigerin. Li hemû welatên bindest pîvan û qanûnek xwezayî heye; heke siyasetmedarê bindest bi zimanê serdest siyasetê neke nikare bi ser bikeve.
Di pêvajoya têkoşîn û berxwedana gelê bindest de siyasetmedar bi zimanê serdest, helbestvan bi zimanê bindest kar dike û ji ber vê qanûna xwezayî helbestvan 100 salî li pêşiya siyasetmedar diçe. Roja ku siyasetmedar bi ser ket, dê vegere ser riya helbestvanê xwe û hîn nû dê bigihîjin hev.
Heke li welatekî bindest di dema berxwedan û têkoşînê de helbestek bi tenê ya bi zimanê bindest ji alî gelê bindest ve jiber (ezber) neyê zanîn, îhtimala ku siyasetmedar jî bi ser bikeve nîn e. Ji ber ku tişta ziman li ser lingan dihêle wêje (edebiyat) e û bi giranî helbest e.
Helbest ziman zindî dihêle. Helbest têkiliya xwîna reha mirov û dilê mirovî ava dike. Siyasetmedar jî bi zimanê serdestan têkiliya mejî û dilê xwe bi rê ve dibe.
Nivîskar, helbestvan, çîroknûs, romanûs û bi giştî wêjekar ê ku bi berhema xwe di vê pêvajoyê de nekariye ziman bi gel şîrîn bike, nikare kesekî din jî tawanbar bike. Bila ji xwe re karekî din bike. Şoreş tenê ji siyaset û wêjeyê pêk nayê.
Saziyek an jî berpirsekî ku di vê sedsalê de xwe bê malper hiştibe, têkiliya herî erzan û berfireh a bi gel re girtibe, betal kiribe nikare tu karî jî bike, nikare tu kesî jî rexne bike. Betal e.
Rewşa gelek saziyên din jî ev e. Ka malpera BDP'ê kîjan e? Kî dizane? Partiyek e ku çiqas parlamenterên wê hene û çavên cîhanê li ser daxuyaniyên wê ne.
Kîjan hêz, kîjan qudret dikare van saziyên girîng bê malper bihêle?
Tu hêz...
Tenê rêveberên bêkêr.
Xwezî her kesî kumê xwe daniya ber xwe û bifikiriya.
Îcar li ser rewşa zimanê kurdî jî dixwazim çend tiştan bêjim. Rizgariya kurdî di destê helbestvan, çîroknûs, romanûs û wêjekarê kurd de ye. Helbesta ku xweş be û mirovî bike evîndarê xwe tu sînoran nas nake û her wî zimanî dide hezkirin û zindî dihêle.
Sînemagerekî bikêrhatî tune be, di rojnameyan de qunciknivîsên formalîte, bêkêr, bêziman û bîra rewşê nabin hebin, kovar xwe vala bihêlin û tenê bi destan bên firotin, sazî bibin cihê mirov wekî pêlpêlk pê lê bike û bibe şaredar, parlamenter an jî personelekî şaredariyekê... Rewşa zimanê kurdî bi vî rengî naguhere. Ziman bi biryarên koman naguhere. Kom vala ne.
Li rêveberan binihêrin, heke li dora xwe kesên bikêrhatî, jêhatî û jîr berhev kiribin ew in rizgarker. Lê heke em behsa "filankesê jêhatî reviya, bêvankesê jêhatî ji me qetiya" dikin, nexwe tasfiyeyeke giran heye, hilweşîneke ehlaqî heye. Heke rêveberekî dora xwe bi kesên vala tijî kiribe ew jî vala ye, mirov çiqasî nêzîk bibe mirov ê dema xwe ewqasî vala derbas bike.