25 Sal Temenek e
25 sal di tekoşîna gelan de demek gelek dirêj e.
Piraniya şoreşan di navbera çar- pênc salan de pêk hatine.
Çek hildane, kozike vedane, avêtine ser bajaran, serdar û serokên dewletan daxistine xwarê.
Lê ev dewleta xedar, tevî hemû fedakarî û bexwedana mezin, encex di berbanga 25min salvegera guleya yekemin de tewiya.
Em bi rehetî dikarin bêjin ku şoreşa gelê kurd jî, yek ji şoreşên herî mezin ê dinê ye.
Çawa şoreşa Sovyetê ji bo dinê bû ronahî;
şoreşa gelê kurd jî bi taybetî ji bo gelê kurd û tirk, ji bo gelên li Rojhilta Navîn dijîn û ji bo hemû mirovahiyê wê bibe çirûskeke pak.
Belê 25 sal derbas bûn...
Di navbera van 25 salan de zindan tije bûn, gorên nû li goristanên Kurdistanê zêde bûn, serhildan û îxanetên gelek mezin pêk hatin, qehremanên ku her yek dikare bibe mijara deh destanan li ser vê axê li hespê azadiyê siwar bûn û çûn.
Û Xwezayek, welatek tar û mar bû di van 25 salan de.
XXX XXX XXX XXX XXX
Ger ku îro Cemil Bayik, Duran Kalkan, Sakine Cansiz, Alî Haydar Kaytan û rêberên din ê PKK ku ne gerila bûna, dê niha li gundekî çandinî bikirana. Belê wê sîr daniyana, pîvaz berhev bikirana,wê tirî biguvaştana dims jê çêkirana, helbet wê bizewiciyana, bibûna xwedî zar û zêç jî.
Ger ev pêşengana di karên dewletê de bişixuliyana niha teqawit bûbûn, bi ihtimala herî baş, wê di partiyêkê de rêveberî bikirana. Belkî niha karsazek bûn, belkî jî karker, belkî di wezaretekê de midûr, belkî wezîr bûn.
Ger wan lehengan jiyanek ji rêzê bipejirandana, niha bûbûn xwedî mal û milk, bûbûn xwedî dar û devî, bûbûn xwedî apartman û zevî.
Ger wan Cangoriyan li şûna çiyayên azad, li Xançepekê, li Ben û Senê, li kuçe û kolanek Amedê an bajarekî din ê Kurdistanê hêlîna xwe çêkirana, niha serê xwe dananîbûn bin sal û lahîtên sar.
Ger tirsa wan bi qasî tirsa me mezin, hezkirina wan a welat bi qasî hezkirina me biçûk bûna, nikaribûn 25 salan tî birçî li serê wan çiyan bigeriyana.
Ger ne ji wan ba, niha ne welat, ne ziman, ne jî baweriya welatekî azad ma bû.
Mem MÎRXAN