Sala 2010 Dibore,sala,dibore

Sala 2010 Dibore

A+ A-

2010 weke salekê girîng derbas bû. Di dawiya 2009’an de hêviyên pir derdoran hebû ku wê di sala 2010’an de hin rêbazên çareseriya pirsgirêkên civakê werin dîtin. Lê mixabin, çawa ku dahate hêvîkirin wusa nebû, giraniya pirsgirêkên ku di seranserê cîhana me de heyî, hebûna xwe parastin.

Pêşketina mirovahiyê bi têkoşînê ve girêdayî ye, li deverên ku têkoşîn nayên meşandin zêde pêşketinên berbiçav jî nayên afirandin. Lê belê, mirovahî di cewherê xwe de hêza têkoşer diparêze, cewherê wê sekinandinê qebûl nake. Astengiyên ku li pêşiya wê çê dibin jî jê re dibin sedemên têkoşînê. Jiber vê rastiyê, tu salekê bêyî pêşketinan derbas nabe. Bê guman heman rastî jibo 2010’an jî xwediyê wateyê ye.

Di dîroka şaristaniyê de Rojhilata Navîn herdem rolekê navendî leystiye. Heman herêmê ji pirsgirêkan re jî, ji çareseriyan re jî malxoyî kiriye. Lewre, bi taybetî di sedsala 20. û di vê dema me de bala hêzên navneteweyî herdem kişiya ye ser vê herêmê. Jiber cur be cur hejmarên berjewendîxwaz, nakokiyên di navbera gelên Rojhilata Navîn de hatine kûrkirin, li pêşiya çareseriya pirsgirêkan astengî hatine derxistin. Di sala 2010’an de jî heman siyaset li ser vê herêmê meşiyan.

Ne tenê jibo me Kurdan, bi awayeke giştî jibo hemû gelên Rojhilata Navîn hebûna pirsgirêka kurd, li pêşiya pêşketinan weke astengiyekê girîng e. Bi awayeke pir zinde gelên kurd, tirk, ereb û fars cefayê hebûna vê pirsgirêke dikişînin. Dahate hêvîkirin ku, di sala borî de ji heman pirsgirêkê re hin deriyên çareseriyê vebibin. Lê mixabin, digel hin bûyerên ku hêvî dan girseyan, heman siyasetên kevneparêz bandora xwe winda nekirin.

Ji derveyê rewşa Başûrê Kurdistan’ê, ne di Bakur de, ne di Rojhilat de ne jî di Başûrê Rojavayê Kurdistan’ê de zêde rewşeke pêşketî nehate dîtin. Çima ez dibêm « ji derveyê rewşa Başûrê Kurdistan’ê » ?. Jiber ku li vê parçeyê welatê me, kêmasiyên wî jî hebin, rêveberiyekê xas ya Kurdan heye û di cîhanê de jî heman herêm weke « Kurdistan » tê naskirin. Lewma ez rewşa wê derê û ya li parçeyên din yên welat, weke hev nanirxînim. Û, ez kongreya PDK’ê ku di van rojên borî de pêkhatî jî weke xalekê pêşketî ya vê parçeyê welat dibînim.

Di sala borî de li Bakurê Kurdistan’ê de jî hin bûyerên « pêşketî » derketin holê. Yek ji van xalan jî, vegera komên aştiyê ku weke bûyera Xabûr’ê hate naskirin bû. Di mehên destpêka salê de, di nêzîkatiya hikûmeta tirk de jî hin aliyên ku « hêvî » didan mirov hebûn. Hetta dahate hêvîkirin ku wê dawî li têkoşîna çektarî were anîn û mijara çareseriyê bikeve rojeva qada siyasî. Lê belê, weke tê zanîn, bizanabûn an jî bêzanabûn, heman pêvajo hate sabotekirin û gavên ku hatibûn avêtin jî paş ve hatin girtin. Di vî warî de rola hêzên navneteweyî hebe jî, bi taybetî kêmasiyên siyasetmedarên kurd û tirk di rêza yekem de ye.

Ez hêvîdar im ku sala 2011 nebe dubareyê 2010’an.

Ji niha ve, ez sersala hemû xwendevanan û ya mirovahiyê pîroz dikim, bi hêviyên salekê serkeftî û serfiraz.

Ahmet DERE / 18.12.2010

--Ev nivîs di Rûdaw’ê de hatiye weşandin


Gotinên miftehî :