Sebir jê re divê
Derengê şevê bû. Saet bi ser dudiyan ketibû.
Kalo xwe li ser doşeka xwe, li ser piştê dirêj kiribû. Balgîfek qalind xistibû bin stuyê xwe û li wan guhdarî dikir. Mijarên siyasî pir bala wî dikişand û çavên wî ji guhên wî pirtir li hêviya gotinek nû bû, ku ji devê mêvanê wî derdiketin.
Her sê jî di nav nivînan de bûn, lê destê wan ji axaftinê nedibû. Tevî ku dê pîrê û kalo saet di çaran de rabûna nimêjê jî, heta niha hişyar mabûn.
Pîrê bi pirsek din vegeriya serê mijarê: "Gelo, şervan bi vê veşişîna xwe neyên xapandin, tu çi dibêji?"
Mêvan bi gotina "tiştek di destê tirkan de nemaye" gotina xwe domand û got: "Werîs di destê kurdan de ye, êdî." Piştî çend gotinên şîrove û agahî, kalo jî xwest tiştekî bêje:
"Dîsa, di dîrokê de, serokekî kurd hebûye. Bi dijmin re deh salan şer kiriye. Piştî deh salan gotiye hevalên min betilîn û xwestiye şer rawestîne.
Li welêt, wê demê malbatek kahîn hebûye. Serok pirsa wê malbatê kiriye. Jê re gotine 'ji wê malê tenê jinek maye' û ew birine wir. Dema çûye cem pîre, pirsa hev kirine, pîrê gotiye: 'Xêr e, gelo?" Serok rabûye çîroka xwe jê re gotiye. Pîrê gotiye: "Ma hûn ê di ku re, kengî vekişin?" Serok bersiva wê daye, lê pîrê piştî ku hinekî fikiriye, gotiye: "Ez nikarim tiştekî ji we re bêjim, biryara we ye, ser xêrê be."
Roja ku Serok û hevalê xwe di wî cihê ku ji pîrê re gotine re vedikişin, dibînin ku pîrê li kêleka riya wan, li ser kevirekî rûniştiye û kevirekî hey di gîsinekî dide.
Serok gotiye qey pîrê bi kevir kîsin tûj dike û ber bi wê ve çûye, gotiye: 'Pîrê, ma çavên te lê ye ku tu bi wî kevirî wî gîsnî tûj bikî?"
Bersiva pîrê amade bû ye, gotiye: "Na, kurê min. Şûjina min tune, min got hela bê ez ji xwe re nakim şûjin!'
Serok matmayî pirsiye: 'Ma ji gîsin şûjin çêdibe, pîrê?'
Bersiva pîrê dîsa amade bû ye, gotiye: 'Dibe, kurê min, dibe. Hew sebir jê re divê.'
Serok fam dike ku pîrê bi zanebûn serê sibehê li ser wê riyê ye û peyamekê dide wî. Radibe ji hevalên xwe re dibêje: 'Divê em sebir bikin, divê em li ber xwe bidin' û paş ve vedigerin."
Kalo, ber ser xwe xweş kir, çavên xwe yên ku diçûn ser hev kuta çavên mêvan û got: "Doza Kurdistanê doza sebrê ye, dê kurd bi ser bikevin, miheqeq dê rojekê bigihîjin armanca xwe."
Kalo dawî li mijarê anîbû. Her siyan jî cihê xwe carek din xweş kir û şevxweşî li hev kirin û razan.