Serhildana Kalekî,serhildana,kalekî

Serhildana Kalekî

A+ A-

Di vê kurteçîrokê de jî hevokek bi tenê xeyal, honandin û sazkarî nîn e.

Rabû ser xwe. Berê xwe da Beriya Mêrdînê. Sermaweza 2006’an bû. Wê salê baraneke gelekî zêde dibariya, zivistan zû hatibû. Li gelek bajaran zarok û zêç li ber avê çûbûn, xanî di bin avê de mabûn. Rabû ser xwe. Li bin dara berûyê bû, ku berûyên wê hemû qehweyî gihîştî bûn. Bi tena serê xwe li serê vî çiyayî bû. Çardeh sal qediyabûn ku gundê wî hatibû şewitandin, lê hîn jî ew li vir bi tena serê xwe di konekî de dijî.

Li bin dara berûyê herdu destê xwe bir ber guhên xwe, pêçiyên mezin xiste bin nermikên herdu guhan, berê wî di ser Beriya Mêrdînê re li Mekê, dest bi azanê kir. Allah û ekber allaaaah û ekber (xwedê yek e, xwedê yek e.) Eşhedû enla îlahe îlalah (Ez pê şahidiyê dikim ku ji bilî wî qet xwedayek nîn e.).

Ew mele bû. 45 salan li gundên Dêrika Çiyayê Mazî meletî kiribû. Meşkîna, Remokê, Birikê, Xerabreşkê û Koderê. 45 salan gazî gel kiribû ji bo nimêjê.

Herdu destên wî li ser navika wî gihaştine hev, nimêjê dike niha. Wî baweriyek heye, li hizûra xwedayê xwe bi tenê îbadetê difikire.

Lê bi tena serê xwe li serê vî çiyayî ji cinan re, teyr û tilûran re, ji kevir û latan re azan dixwend. Rojê pênc caran vê yekê dubare dike.

Di bêrîka wî de pirtûkeke biçûk ji Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hebû: Şîfaya Gihayan. Kengî ku dereke wî biêşiya pirtûka bi kurdiya latînî ji bêrîka xwe derdixist û li gor danasîna wê gihayek dikeland û ava wê vedixwar.

Şivanên gund li pala çiyê xuya dibûn. Heke ew ne li vir bûya, dê ew pez bera nav rez û dehlan bidana û hemû hişk bikirina, dar jî bikirina êzing û ardûyê zivistanê.

Temenê wî 88 bû. Lê hîn merdan dikir, dar dibirî, avdaniya dehlan dikir û heta benê rezan ên ku xera bûne lê dikir.

Niha nimêja esir dike. Lê piştî 45 salan wî dest ji meletiyê berdabû. Ji ber ku bi tirkî xutbe nedida.

Wî jî baweriya xwe bi welatekî azad û serbixwe hebû. Birîna Reş a Apê Mûsa hîn bi tîpên erebî xwendibû, dema ku kurdên Suriyê çap kiribûn û bi hêstiran şandibûn bakur. Hemû zarokên xwe bi Mem û Zîn, Eqîda îman û îslamê, Nûbihara Biçûkan mezin kiribû. Yekemîn hejmara rojnameya heftane ya Welat ji bajêr xwestibû û hînî xwendina tîpên latînî jî bûbû. Ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Turgut Ozal cerdevanî  dabû destpêkirin, wî xutbeyek li gund dabû û ji gundiyan re gotibû “cerdevanî îxaneteke netewî ye.”

Nimêja wî xilas bûbû. Pala xwe da balgîfa li ber sujdeya xwe û berê xwe da qesra bavê xwe. Dûre pirtûkeke bi tîpên erebî ku bavê wî dabû wî rahiştê. Dema ku berga wê vekir, wekî hergav çavên wî çû ser şecereya li ser aliyê hundir ê pirtûkê. Her ku bavekî ew pirtûk dabû kurê xwe, sala wê û navê kurê xwe nivîsîbû û bi vî rengî wî dizanibû ku kalê wî ji Culemêrgê, ji gundê Xanî hatiye vir. Birayek çûye Şamê û hin ji wan jî çûne Efrîkayê.


Li wir bi tenê bû. Nediçû bajêr. Ji gundê xwe dernediket.

Barana sermaweza 2006’an zêde bû. Ku dibû xuşîna baranê di qul û qulêsekên kon re baranê xwe bera hundir dida û dihat bin nivînên wî.

“Ez dema ku diherim bajaran û dibînim ku zarokên min nimêj nakin, ji riya xwedê û axretê bi dûr ketine, dilê min diêşe. Li vir ez ji van tiştan bi dûr dikevim.

Ez dema ku diherim bajaran û dibînim ku gel ji zimanê xwe bi dûr ketiye, xwe winda kirine û dirûvekî din distînin, jan dikeve cegera min. Ez naxwazim bibînim.

Li vir tê bîra min dema ku cara yekem bavê min ji min re çaroxek kirîbû. Tê bîra min ku rêxistina berî Serhildana Şêx Seîd dihate birêvebirin.

Tê bîra min ku ji Başûrê Biçûk mêvanê bavê min dihatin û digotin em Kurdistana Azad nabînin lê ev zarok dê bibînin.

Ez mele bûm. Min çend birayên xwe jî şûştin û veşartin.
Min çiqas kal û pîr veşartin.
Hemû jî xwedî xeyal û hêviyekê bûn.
Min ew veşartin, xistin bin axê, lê xeyal û hêviyên wan bi min re man.

Ez… Li van bajarên we… naxwazim… bibînim ku ew xeyal û hêvî dimirin…
Ez… xeyal û hêviyan ji we bi dûr dixim û li vir didim jiyandin.”

Di dawiya sermaweza 2006’an de hîn jî dijiya.


Gotinên miftehî :