1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Serkeftina BDPê û rastiya Rexneyê
Serkeftina BDPê û rastiya Rexneyê,serkeftina,bdpê,û,rastiya,rexneyê

Serkeftina BDPê û rastiya Rexneyê

A+ A-

BDP HERÇENDÎ DI VAN HILBIJARTINAN DE HEJMARA ŞAREDARIYÊN XWE ZÊDE KIRIBE JÎ BI SER NEKETIYE!

Bi raya min, nîqaşên derbarê hilbijartinan de, di raya giştî ya kurd de, bi qasî diviya bibe, nehate kirin. Ji bilî çend rexneyên ku zêde deng nedan, hin êrîşên ji ber dijayetiya çors û nexweşik û bêtir jî ”pîrozbahî û xwepesinandinên ji ber serkeftina BDPê” pêve, nîqaşên ku bi rengekî erênî dikare ji bo pêşerojê jî bibe alîkar hîn jî nehatine kirin.

BDP herçendî di van hilbijartinan de hejmara şaredariyên xwe zêde kiribe jî, bi ser neketiye. Lewra dema mirov li hejmara di van 5 salên dawîn de zêdebûna hilbijêran û zêdebûna dengên BDPê dinihêre, dengên BDPê ketine, lê bilind nebûne. Bi taybet jî li bajarên grîng ên mîna Amed, Wan, Colemêrg û Batmanê, ev rastî aşkere xuya dibe. Ji lewre jî, divê BDP ji navenda xwe dest pê bike û heya bi rêxistinên bajar û navçeyan, sedema vê paşveçûyînê derxe holê. Çi polîtîka ne, kî ne, çi şaşî ne ku bûne sedema vê yekê, divê aşkere bibin û bêne mahkûmkirin, tedbîr bêne girtin. Serê kî/ê dişewite bila bişewite. Serê ku xwe dabe ber tendûrê û gel ji derve hiştibe, ji xwe şewatê jî daye ber çav.

Dîsa jibo lîstikên di hilbijartinan de têne kirin, divê BDP çavdêrên xwe û hemî wezîfedarên xwe yên li ser sindoqan, di perwerdeyên baş re derbas bike. Lîstikên heya îroj hatine lîstin bi mînak û lîstikên ku dikarin bêne lîstin hemî divê di van perwerdeyan de bêne aşkerekirin û li ser tedbîran rê û rêbaz bêne pêşxistin, hişyarî pir pir bê zêdekirin.

Her çendî ji bo min ya herî grîng hilbijartinên şaredariyanin jî, lê salek din car din hilbijartin hene ji bo parlamentoyê. Şaşî û kêmasiyên ku di vê hilbijartina dawî de hatine kirin divê dubare nebin, an na bila tu kes hêvî neke ku 5 salên din dê car din ev şaredarî bêne bidestxistin.

REXNE DEMA JI BO ÇÊKIRINÊ Û OBJEKTÎF BE HER TIM SÛDÊ DIDE

Di bin bêderfetiyên mezin, zext, zor, lîstik, dek û dolabên dijmin de ketina hilbijartinan û bidestxistina her şaredariyekê, bê guman ku hêjayî pesindanê, parastinê û bi hemû hêz û zanebûna xwe ve xwedîlêderketinê ye. Keda her kesekî di van destkeftiyan de, hêjayî pesindanê ye û pîroz e. Ev hemî rast in û li gor min nikarin bêne nîqaşkirin jî. Tişta tê gotin ev e ku li gor hejmara dengên hatine girtin, ev destkeftî 5 sal berê jî hebûn û heta zêdetir bûn. Divê neyê jibîrkirin ku heman lîstik, zilm, zordestî, dek û dolab 5 sal berê jî hebûn, heta dawî jî hatin bikaranîn. Ev karê wan e, dê her bikin. Lê bi taybet vê carê, lawaziya ku ji qirêjî û gemariyê dihat ya sîstema dewleta tirk û partiyên tirk di nav de bûn, derfeteka mezin dida ber BDPê. Li gel vê rastiyê jî, li şûna deng bêne zêdekirin, hatin kêmkirin û dengên kêm, di bin siya şaredariyên ku zêdetir hatin bidestxistin de, hatin jibîrkirin, ango paşgohkirin.

Hejmara şaredariyan dikare kêm û zêde bibe. Ew li gor sîstem û qanûnên hilbijartinan dikarin biguherin. Çewa ku 100 şaredarî di destê BDPê de bûn, bi guherîneke qanûnî 20 ji van şaredariyan kêm bûn. Lê ya mayende û grîng gel e û hejmara dengê gel e. Eger îroj li Wan´ê sedhezar kes neçûbin dengên xwe bikar nehanîbin û baş tê zanîn ku ji sedî kêmasî 90ê van dengan yên BDPê ne, wê demê divê ev bê lêkolan û lêpirsîn. 100 hezar kesî çi protesto kir û neçû ser sindoqan?!

Tişta grîng jî di vir de ew e ku Tevgera Azadiyê tu carî serkeftinên xwe jî, şaşî û kêmasiyên xwe jî li gor derfetên di destên dijmin de, li gor zilm, zordarî, dek û dolabên dijmin nenirxandiye û rexne li xwe negirtiye. Lê li xwe, li hêza xwe û gel û derfetên xwe û gel nihêriye û li gor wê nêzîkê xwe bûye, rexne û xwerexneyê bi pêş xistiye. Sedemeka herî mezin a pêşkeftina Tevgera Azadiyê jî her ev bûye. Ji lewre ye ku divê ji hemû rengên hestyariyê bi dûr, objektîf û bi daneyên berçav hilbijartin û rewşa BDPê bê nirxandin û rexne jî bê pêşxistin. Lewra me her tim ji hestyariya xwe wenda kiriye, lê bi nêzîkahiya objektîf û berçav jî, em bi ser ketine. Dîroka Têkoşîna Azadiyê jî ya gelê kurd jî bi mînakên vê yekê dagirtî ne. Dema BDP tê rexnekirin, ne ji ber dijayetiyekê ye. BDP rengê me ye, dengê me ye. Hemû hewldan û gotin, her ji bo ew deng bihêztir, xurttir derkeve ye.

Mahabad Felat Arda 2014-04-03