Serpêhateyek ji romana Hezar Şehîdî VII
Romana hezar şehîdî, pel bi pel, bi xwîna şervan û fermandaran hat nivîsîn, lehengî îroj jî fermandarê 22 salan bûn ku di roja 44`an a tofana kobanê de, tevlî karwanê nemiran bûn: Gelhat Gabar.
Ercan Kaya (Gelhat Gabar)
Ercan Kaya (Gelhat Gabar) di sala 1975’an de li Sêrtê çavên xwe li jiyanê vekirin. Di temenê xwe yê biçûk de weke gelek zarokên Kurdistanê koçberî dît û jiya. Di sala 1979’an de dema ku welat di bin gefa darbeya leşkerî de bû, malbata Kaya ji Sêrtê koça xwe rakir Stenbolê.
Ercan weke zarok û ciwanekî ku neheqî qebûl nedikir û her di pêşangiyê de bû dihat nasîn û wiha rêwîtiya 22 salan a pêşengiya têkoşîna azadiya Kurdistanê meşand. Li Kobanê ev rêwîtî gihand lutkeyê, da ku îro ew di romana Kobanê ya Hezar Şehîdî de bibe lehengek xwedî serpêhatek pîroz.
Ket riya têkoşîna
Ercan bi koçberiya malbatê ya li Stenbolê gelekî bibandor bibû. Ji ber vê yekê her tim di nava lêpirsînê de bû. Li Stenbolê û dema ku hîna dibistana navîn dixwend, di nav tevgera ciwanan de cihek bandorker û çalak digirt. Di temenê biçûk de pêşengiya çalakiyên ku li Stenbolê li hember dagirkeriya Tirk çêdibûn, dikir. Di vê oxirê de, di sala 1991’an de bi komeke hevalên xwe re berê xwe da nav refên PKK’ê. Li vir êdî ji Ercan bû Gelhatê Gabarê.
Gelhat piştî tevlî PKK’ê bû sala yekemîn ne tê de heta roja şahadetê ango 22 sal ser hev li heremên cuda yên çiyayên Kurdistanê fermandarî kir. Mehek beriye derbasî Kobanê bibe, Fermandariya Çiyayê Cûdî dikir.
‘Eger erd û asîman bighêjin hevûdin, em ê çekên xwe deyînin û nehêlin ku bikeve’
Fermandarê Çiyayê Cûdî Gelhat Gabar jî xwe gihand tofana 15’ê Îlûnê ya Kobanê da ku ew jî giyana xwe bide ber vê lehiyê û rawestîne.
Carekê bi peyameke ku ji çiyayê azad re dişîne ji hevriyek xwe re dibêje “Kobanê nakeve. Ez ji vê gelekî bawer im. Heval li vir li ber xwe didin. Eger erd û asîman dike bighêjin hevûdin, em ê çekên xwe deyînin navberê de û nehêlin ku bikeve.”
Serpêhateya nemiriyê
Buyerên serpêhateya nemiriya vî lehengî, li kolana yekemîn a rojhilatê deriyê sînor ê Kobanê ku derbasî hundir bajar dibe; li vî cihê ku xewna dagirkirina Kobanê di qirka çeteyan de hişt, geriyane. Dem; 29’ê Cotmeha 2014, kêliyên ku roj tê de diçin ava. Êdî 44 rojên berxwedanê boriyane.
Çeteyên DAIŞ’ê 2 malji şervanan girtibûn û pêşve hatibûn. Lewra diviyabû ku herdu avahî car din bihatina paqijkirin. Li gorî vê plan hat danîn. Seat 11.00 guleya yekemîn a îlankirina şerê wê rojê teqiya. Şervanan tevî fermandarê eniya wan Gelhat Gabar ketin tevgerê de.
“Teqereqê dest pê kir, heval diçin” şervanan di eniyê de ji hev re wisa digotin. Grupên operesyonê ketine dewrê de û li ber wan jî hemu şervanên li eniyê li gorî planê piştgirî didan û li çeteyan didan.
Çend seat bi datayên zirav ên pevçûnan derbas bûn. Maşîneya zirxî tevî 7 şervanan (Rojda, Botan, Seydo, Hecî (Medenî), Berxwedan, Ezda û ajokarê panzêrê) ji kolana ku çalakî lê dihat kordînekirin ketin riiya 10 metreyan ji bo çalakiya xwe li der bixin. Tenê 10 metir.
Cara yekemîn çalakî serkeftî bû. 3 çete hatin kuştin. Gabar car din şervanên xwe kom kirin û plana gava duyemîn ji wan re vegot. Di palana duyemîn de divyabû hejmara şervanan bihata kêmkirin. Lewra bi tenê 2 şervan tevî ajokarê panzêrê ketin tevgerê de.
Fermandar Gelhat li pey wan gav bi gav pêşve diçû û tevgerîna wan kordîne dikir. Vaye panzêr derbasî kolana ku çete lê ne bû.
Çend kêliyên agirî derbas bûn. Gelhat hîna dişopîne.
Carekê dengê 2 teqînan hat û têkilî bi grupa di panzêrê re qut bû. Gelhat li ser bêtêlê her gazî dikir “Heval çi qewimî. Heval bersiv bidin” lê bersiv nedihat.
Carekê tenê dengek nizim derket û qêrînek rabû. şervanek YPJ’yî got: “Heval birîndar in, heval şehîd in, bila tirimpêlek xwe bighîne hevalan, lez bikin, lez bikin”
Ji kolana dojehî ku wê rojê bibû ‘berzex’, tu lebat dernakeve. Sawa aramiyek kujer heye. kêlî diborin û her kes li benda herikîna demê ye.
Şervanek mîna birûskekê bi lez derket û ev saw şikand. Lehiya xwînê ji serê wî dihat. Her kes reviya pêşiya wî. Çend kêlî, şervanek din jî ji wê kolanê hat. lê hîna ajokarê panzêrê ku kalek kobanî bû xuya nedikir.
“Kanî hevalê ajokar. Çi qewimî heval?”. (Kêliyekê rawestin. Carina hin pirs her çiqas hêsan bin. Lê tu gotin nikarin jê re bibin bersiv. Wiha li asoyê serjêkirî wenda dibin.)
Ev pirs jî wiha bê bersiv ma. lê Fermandar Gelhat li benda bersivê nema, ew ji vê tabloyê derket.
Fermandarê ku 22 salan pêşeng bû, îcar nameya nemiriyê û girêdana bi hevaltiyê re dida. Gelhat bi tena serê xwe ketibû kolana ku panzêr lê rawestiyabû. Çûbû pêşberî çeteyan (dijmin). Kolana ku beriya 5 kêliyan şervan tenê bi riya panzêrê dikaribûn derbasî bibin, Gelhat li ser piyan bi tena serê xwe derbasê bû.
Eger mirinek be jî bila bi wate be
“Gelhat birîndar e” dengek rabû û kêliyên rojavaya Kobanê hejandin. Ajokarê kal Şahîn Îbrahîm weke ku bêje “Çi dibe bila bibe ezê hevalê Gelhat derxim” li tirimpêlê siwar bû û berê xwe da kolana dojehî. Bi rastî jî, Îbrahîm dikaribû Fermandar Gelhat rizgar bike û derxîne.
Lê riya wî jî bibû hedefa çeteyan. Hîna negihiştibû serê kolanê yê duyemîn guleyekê bedena wî jî hedef girt. Terimpêl tevî herdu cenazeyên tê de li dîwarekî qelibîn û wisa rawestiya. Şervan reviyan ku herdu hevalan ji tirimpêlê derxin. Bi hêviya ku karibin herduyan bi lez bighînin nexweşxaneyê û derman bikin. Lê dem derbas bibû. Herdu jî di wan kêliyan de şehîd ketibûn.
Êdî Fermandar Gelhat şehîd bibû. Gelhat li riya rizgarkirina hevriyek xwe û şervanekî wî li riya rizgarkirina wî şehîd bûn. ev e nameya hevaltiyê.