SERÊ HEVALÊN XWE JÎ DİXWİN
Rizoyê XERZÎ
Bi rastî sergêjeka ku niha di rewşa Rojhilata Navîn de tê jiyîn û bi taybetî li Sûriyeyê bi gotareke yan jî analîzeke nikare were ziman. Ez ê hewl bidim di vê nivîsê de li ser mijara destwerdana Amerîkayê ya niha li Sûriyeyê li dijî çeteyên DAIŞ û El Nusra dibe, rawestim. Bi taybetî jî dixwazim balê bikişînim ser vê yekê ku dema mijar dibe kurd her dem cotstandartî derdikeve holê. Dema em bala xwe bidin êrîşên koalîsyona bi serkêşiya Amerîkayê ya li dijî DAIŞ’ê jî ev yek derdikeve holê.
Êrîş li dijî DAIŞ’ê bi giranî li Dêra Zorê û Reqayê pêk tên. Lê dema ev çete bi konvoyên mezin ên ji tang û topan pêk tê berê xwe ji wir dide Kobanê, mudaxele li konvoyên ku pêwîst e seydeke mezin be ji bo van êrîşan nayê kirin. Bi taybetî jî êrîşên ku roja pêncşemê pêk hatin. Roja pêncşemê balafirên şer ên koalîsyona bi serkêşiya Amerîkayê li gelek deverên Dêra Zorê û Meyadîn êrîş li dijî bîrên petrolê yên di destên çeteyan de pêk anîn. Di heman saetan de çeteyên DAIŞ bi konvoyeke ji wesayîtên zirxî, tang û topan derdora 7-8 kîlometre nêzî bajarê Kobanê bibûn.
Lewre jî pirseke wiha di serê kurdan de çêdibe, gelo diviyabû Amerîkayê pêşiya van çeteyan li Kobanê bigirta ku bi komkujiyan re rû bi rû ye yan jî bîrên petrola wan girîngtir bû niha. Bi rastî ev helwest gelekî bi nakok tê xuyakirin ji alî kurdan ve û gumanên wan ên samîmiyeta van operasyonan zêdetir dike. Tiştê ku bêtir van gumanên kurdan zêde dike jî tevlibûna Tirkiyeyê ya vê koalîsyonê ye. Tirkiye heta demeke nêz bi behaneya ku rehîneyên wan di destên DAIŞ’ê de ne tevli vê koalîsyonê nedibû. Lê piştî serdana serokomarê Tirkiyeyê Erdogan a Amerîkayê da xuyakirin ku ew ê bi rengekî siyasî û leşkerî tevli operasyonên koalîsyonê yên li dijî çeteyan bibin.
Piştî vê yekê bê guman, gumanên kurdan jî zêde bûn û pirsên û gelek pirs di serê kurdan de çêbûn. Gelo Amerîkayê çi soz dane hikûmeta Tirkiyeyê? Gelo li hemberî tevlibûna Tirkiyeyê ya vê koalîsyonê dê bazarên çawa hebin? Gelo tiştekî exlaqî û mirovî ye ku di demekê de bi sedhezaran sivîl di bin gefa çeteyên hov de ne û operasyona ku tê kirin bi bîrên petrolê mijûl bin. Dema mirov helwesta hikûmeta Tirkiyeyê ya serê 3 salan li dijî Rojava bide ber çavan metirsiyên wiha mafdar derdikevin.
Bazar çi dibe bila bibe heke hikûmeta Tirkiyeyê polîtîkayên xwe yên li hemberî şoreşa kurdên Rojava û helwesta xwe ya li hemberî çeteyên wekî DAIŞ’ê neguherîne dawî ya ku zirarê bibîne dê Tirkiyeyê bi xwe be. Jixwe ji destpêka afirandina çeteyên wiha de hêzên ku destên xwe didin van hêzên wiha dawî destên wan jî dişewite û ne tenê destên wan agirê wê xezeba çeteyan digire hembêza xwediyê xwe jî. Li şûna wê divê ev koalîsyon destekê bide hêza sereke ya li ser erda Sûriyeyê herî çalak şerê van çeteyan dike.