Serê Salê Binê Salê...
Edeteke klasîk e, li dawiya her salê, her kes hesabê xwe nû dike. Divê bizanibin, bê ka sala çûyî, çi bi xwe re anî, çi bir û bi xêr û gunehê xwe ve, wê çi dewrî sala nû bike.
Em weke milet, ol û netewe jî, gava li rewşa xwe ya kambax temaşe dikin, dilê me tê ber devê me. Hestên me serî ji me distînin. Belê, saleke tije ax û dax li paş ma.
Me saleke din a li bin nîrê bindestiyê, perîşaniyê, derbederî û rezîliyê, di nava kul û derdên bêemsal de, derbas kir. Bi destên zaliman xaniyên me bi ser me de hatin hilweşandin, konên me hatine şewitandin, penaber û rêwiyên me di behran de xeniqîn. Di sala çûyî de, li her çar beşên welêt, me gelek darbest çêkirin, gor zêde bûn. Pir bedenên ji jiyanê têrnebûyî, di nava barandina hêsrên xwînî de spartin axa sar. Li dewsa wan şitlên nû hatin çandin. Lê sêwiyên me pir bûn, bûk û dayikên çav li hatina hezkiryên xwe, ji hejmaran zêdetir bûn.
Koça me ya ber bi koçberiya bêveger, bê navber her berdewam e. Rêjeya zilma li ser me, zêde bû, kêm nebû. Her ku aliyekî me xwe nû kir, aliyekî me jî hat kuştin. Em ketin, lê dîsa rabûn. Mirin, lê ji nû ve vejiyan. Em li ser piya ne, hene, li ser baskên xeyalên xwe ne, li ber xwe didin.
Xem û hêviyên me ser bi ser bi me re meşiyan, her weke xwe, di paxela me de zindî man.
Lê jana êşê xwe giyand hestî. Perdeya li ser rûyê bûka azadiyê, bi sî û sê bişkokên sedefî, kilîtkirî ma. Em saleke din kal û pîr bûn, lê hêviyên me weke bûka serbixêlî destbihine, li bende zavayê li pişta çiyan man.
Tiştên ku ji bo sala nû bi me re man, kul, derd û êşên me; bindestî û berdewamiya perçebûna welatê me; bêtifaqî, hevneqebûlkirin û rikberiya partiyên me; tûjkirina kêran li hember hev û hwd.
Lê hêviyên me bi me re ne. Ew sedemên hebûna me ne.
Hêviyên xwe ji bo azadiyê wenda mekin. Sala bê, wê ji bo me bibe fereca xêrê..!
Berbanga siberojê ji bo me zer bûye. Her kes bibin alîgirê yekîtî û hevgirtinê.
Bila sala nû ji bo me tevan bibe sala xêr, xweşî û bereketa netewayî!
Íbrahîm Osman
29.12.2016