1. Tekst

  2. Ziman û Perwerde

  3. Bahoz Baran
  4. Serêşîya “î”ya Berî “y”yê
Serêşîya “î”ya Berî “y”yê,serêşîya,î,ya,berî,y,yê

Serêşîya “î”ya Berî “y”yê

A+ A-


Mamoste û zimannasên ku bi ayetî dersên xwe yên rêzimanê didin dema ku mijar tê ser “î”ya berî “y”yê hevoka xwe ya navdar û jiberkirî saz dikin, “Ji ber ku “y” tîpeke nîvdengdêr e, “î” berî wê kurt dibe.” Ev hevoka ayetî û jiberkirî rê nade ku xwendekar li ser vê pirsgirêkê biramin, nîqaşan bikin û ramanên xwe bibêjin. Eger dersdar hevoka xwe bi vî awayî saz nekin helbet dê xwendekar hinek pirsên bi vî awayî bikin:

“Mamoste, em “î”yê kurt nekin dê çi bibe?”

“Gelo Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Feqîyê Teyran jî ev “î” kurt kiribûn an na? Di alfabeya Erebî de pirsgirêkeke weha he ye?”

“Gelo vê kurtkirina hanê bi Celedat Alî Bedir-Xan’î dest pê kir?”

“Îro roj hinek kesên ku vê “î”yê kurt nakin he ne û berhemên wan tên xwendin, ev çawa çêdibe?”

Belê, eger rê li pêşîya ramanê neyê girtin helbet dê pirs he bin û bi xwe re jî çareserîyê bînin.

Kesên ku nû hînê rêzimanê dibin gellek caran li ser vê mijarê nîqaşan dikin, ev yek nakeve serê wan û ji ber vê jî enerjîya xwe gellek caran belaheq xerc dikin. Carinan hinek radibin ji bo vê meseleyê telefonê hevdu dikin, carinan xwendekar li ser vê mijarê bi saetan diaxivin. Dema Kurd dest bi nivîsê dikin bi salan di nivîsa vê de ditengijin û serê xwe pê diêşînin. Ma ne heyf e? Û tiştê dîyar ew e ku nîqaşa vê mijarê, ku “î” wek xwe neyê nivîsîn hîn dê gellekî jî bidome û serê me pirr biêşîne.

 

Di Perwerdehîyê de Pratîka “î”yê

Ev du sal in di dibistanên dewletê de Kurdî wek dersa hilbijartî di nava dersên din de cî digire. Min îsal ji çend mamosteyan pirsî, min got hûn vê mijara “î”yê çawa dikin, zarok napirsin, bersiva we çi ye? Hinek bersiv bi vî awayî bûn:

“Ez dema ku dinivîsim, “î”yê kurt nakim, a rast min serê ewil kurt kir; lê zarokan şaş xwend, min mêze kir ku ez nikarim di wî temenî de ji wan re qala kurtkirina dengdêran bikim û hişê wan tevlihev bikim. Min got di pirtûkê de şaş hatîye bikaranîn. Min “î” kurt nekir û dersa xwe bi wî awayî da, tu pirsgirêk derneket.”

“Piştî ku min alfabe hînê wan kir, bê ku pirtûka dersê bidim wan, min xwest di mijara “î”yê de ez wan biceribînim, min ew rakirin ber depê, wan got û wan nivîsî, min mêze kir ku jixweber “î”ya berî “y”ê kurt nakin, dinivîsin, dixwînin û tu pirsgirêk jî dernakeve. Min jî bi ya wan kir û “î”ya xwe kurt nekir. Rewşa Celadet Alî Bedir-Xan’î hat bîra min. Wî jî dema ku dixwest kêşeyeke zimên çareser bike berê xwe dida gundan û bê ku agahîyekê bide wan kesan, rasterast guhdarîya wan dikir û li gorî fikra wan tev digerîya.”

“Dema ku em derbasê nivîsê bûn, xwendekarek di “i”yê de aliqî, ji min pirsî got, “Mamoste vêya çima weha bû, ez vêya çawa bixwînim?” Min hema di cî de fam kir ku dê zarok bitengijin û serê wan tevlihev bibe lewma jî min “î” kurt nekir û dersa xwe bi vî awayî da.”

Dîsa hevalekî me xwestibû dîya xwe hînê xwendin û nivîsa Kurdî bike, wî jî qal dikir digot, “Min alfabe hînê dîya xwe kir, her dema ku ji pirtûkê dixwend dihat ber wê “i”ya berî “y”yê disekinî digot vêya çawa tê xwendin kurê min? Min jî mêze kir ku nabe, min bixwe nivîs lê kir û bi dîya xwe da xwendin.”

Sê sal berê havînê min jî li Licê dersa pola zarokan da. Min mêze kir ku zarok “î”ya berî “y”yê qet kurt nakin û dixwînin û tu pirsgirêk jî dernakeve.

Di perwerdehîyê de pirsgirêkeke din jî he ye, dema ku peyv tên kîtekirin îcar “î” divê vegere halê xwe yê berê ku peyv bê xwendin. Mesela hûn bixwazin raveka, “Hêvîyên Agirîyê” kîte bikin hûn nikarin vê ravekê wek “Hê-vi-yên  A-gi-ri-yê” kîte bikin. Ji ber ku dema peyv tê kîtekirin, êdî navber dikeve navbera tîpan û li gorî wê rêbazê “y” nikare bandorê li “î”yê bike û divê wek “Hê-vî-yên A-gi-rî-yê” bê kîtekirin. Ev jî dibe serêşîyeke din.

 

Hişyarîya Celadet Alî Bedir-Xan’î û Tevlihevî

Celadet Alî Bedir-Xan jî dema ku di pirtûka xwe ya rêzimanê de qala vê mijarê dike, hişyarîyekê dike û dibêje, “Dema ku em berî “y”yê “î”yê kurt dikin ev tîp dibe “i”. Dema ku em radibin berî “y”yê “ê”yê kurt dikin ew tîp jî dibe “i” û ji bo hinek peyvan pirsgirêk derdikeve. Di mînakên xwe de jî qala peyvên “rî-rê, sî-sê û pî-pê”yê dike.

Ji xeynî vê tevlihevîyê, tevlihevîyên din jî derdikevin. Dema ku “î” berî “y”yê tê û bi tîpên mezin tê nivîsîn gellek kes nikarin wê wek “I”yê bixwînin. Mînakeke vêya çend hefte berê wek foto di çapemenîyê de bû. Şaredarîya “Kop”ê xwestibû bi tîpên mezin navê xwe li tabelayê bike û ev awa derketibû holê “ŞAREDARÎYA KOPÊ”[1] Ew kes mecbûr mabûn ku “Δya berî “Y”ê bi kumik binivîsin. Herwekî din şaredarîyên ku tabela guhertine û ev “î” parastine he ne.

Hinek peyv he ne ji du kîteyan pêk tên û di herdu kîteyên wan de jî “î” he ne. Mînak: Şîlî, vîskî… Dema ku ev peyv mezin bên nivîsîn li gorî rêbaza kurtkirinê dê awayê wan weha be “ROJHILATÊ ŞÎLIYÊ”,  “VÎSKIYA ERZAN”, ev awa jî hem ji alîyê bilêvkirin û hem jî alîyê resenîya peyvê de dibe pirsgirêk.

Di navên taybet de jî ev pirsgirêk derdikeve, mesela navê “HÎLMΔ dema ku bibe sernavê nivîsekê û bi tîpên mezin bê nivîsîn dê av awa derkeve holê, “HÎLMIYÊ NÊÇÎRVAN” ev jî pirsgirêkeke din e ji bo navên taybet. Werhasil bi dehan teşqeleyên vê meseleyê he ne û ez dibêjim em belaheq serê xwe diêşînin.

 

Hin Çavdêrî

Du sal berê kongreya Kurdî-Derê he bû, li ser dikê du afîşên me li ber hev bûn, yek jê Kirmanckî bû, yek jê jî Kurmancî bû. Di afîşa Kurmancî de “î” kurt bûbû, di ya Kirmanckî de “î” kurt nebûbû. Bala min çû ser wan afîşan, min ji hevalekê pirsî û got, “Ka sedema vêya çi ye, eynî sazî, du zarava û çima di yekê de “i” û di yekê de “î” he ye?” Heval şaş ma û wê ji min pirsî got, “Çima weha ye mamoste?”  Min got, “Celadetê wan nîn e lewma. Wa ye tu dibînî di Kirmanckî de “î” nayê kurtkirin û tu pirsgirêk dernakeve.” Dema ku em bala xwe didin zaravayên din hinekî din jî zelal dibe ev mesele. Ew herdu dirûşm bi vî awayî bûn:

“ÇARESERIYA DEMOKRATÎK BI PERWERDEHIYA KURDÎ PÊKAN E.”

“ÇARESERÎYA DEMOKRATÎK PERWERDEHÎYA KURDKÎ REY DA GENGAZ A.”

Dîsa çend sal berê li Kurdî-Derê xwendekarekê hat got, “Mamoste serê min tevlihev bû.” Min pirsî got, “Çima?” got, “Ji ber vê “î”ya ku kurt dibe, ev kurt nebe nabe? Ez nikarim weha bixwînim” Min jê re qala çîrokekê kir û got “Tu çawa dizanî weha bixwîne.” Ew çîroka hanê tam ji bo vê meseleya me bû. Dibêjin rojekê yek ji kalekî birî dipirse dibeje, kalo min meraq kir dema ku tu bi şev radikevî, vî rîyê xwe yê dirêj dixî binê lihêfê yan li ser lihêfê dihêlî. Kaloyê reben bersiv nade mêrikî, lê jê re dibe meraq, bi şev dema ku radikeve pêşî rîyê xwe li ser lihêfê dihêle, qasekê disekine û paşê rîyê xwe dixe bin lihêfê. Qasekê weha disekine û serê wî tevlihev dibe û ji xwe re dibêje, law vîyê hanê li ser lihêfê bû yan li bin lihêfê? Bi vî awayî heta sibê xew nakeve çavên xalo. Bi gotina gotîyan serê ku neêşe em ê çima bi paçikan girê bidin?

 

“Mamoste, em “î”yê kurt nekin dê çi bibe?”

 “Dê serê me rehettir bibe û tu pirsgirêk jî dernakeve. Hinek kes û weşanxaneyên ku kurt nakin he ne. Di Kirmanckî de “î” kurt nabe û tu pirsgirêk dernakeve û serê wê zaravayê naêşe.”

Çend sal berê dema ku min pirtûka rêzimanê amade kir ez û Rênas Jîyan jî me li ser vê yekê nîqaş kir. Wî jî berê “î” kurt nedikir, lê bi dû re, dema ku wî dît gellek kes kurt dikin û xwe nerazî dikin wî jî rabû “î” kurt kir. Lê wek fikir wî jî digot, a rast ew e ku em kurt nekin; lê em çi bikin pirranîyê fikra me betal kir. Di redaksîyona pirtûka min a rêzimanê de jî pîvana weşanxaneyê derbas bû. Lê ev ne weha ye, tiştek dema ku ji mirovî re rast hat divê mirov wî tiştî pêk bîne.

Ez dizanim niha kesên ku heta niha weha nivîsîne dê pirsekê bikin û bibêjin, “Pirtûkên ku heta niha bi wê qeydê hatine nivîsîn dê çi bibin?” Tiştek bi wan nayê, yên ku çapên wan nû dibin em dikarin wan biguherînîn û li gorî teknîka îro guhertina wan pirr hêsan e. Yan em ê bi “î” ya kurtkirî serê xwe heta demeke pirr pirr dirêj biêşînin û enerjîya xwe belaheq xerc bikin, yan jî em ê bi ayetî nefikirin, rêya ramanê vekin û pirsgirêka xwe çareser bikin.

                                                                                                                   Bahoz Baran


[1] http://www.bestanuce1.com/haber/111878/saredarîya-kope-tabelaya-kurdi-daliqand


Gotinên miftehî :