Sibata 2011an
Protestoyên Sibata îsal coxrafya cîhana bi xwe hesand firehtir û bala kişande ser xwe jî mestir kir.
Bajarên ketin nav protestoyê, cîl û nifşên daketin meydan û gasînan, dengên ji her perçe û her aliyê welat bilind dibûn, siloganên di nav destan de û çarnikar olan didan, pêla hêrsa li serranserê Kurdistan, Tirkiye û li diyaspora pehn û qar bû û hê jî ranewestiyaye, biryardariya xwepêşandêr û çalakvanan ku di çav, dev û riwên wan de şewq dide, ji niha ve, hê di meha dudwan de, sala 2011 an wê saleke çawa be, wê çendî saleke tije û dagirtî be, herwiha wê çendî ji bo çareseriyê zorî bide partiya AKP û dewletê, mirov dikare texmîn bike.
Esnafan dikanên xwe, şifêran kontaktên xwe girtin, xwendevan neçûn xwendegehan, komelanên gel ji her kategorî û ol û mezhebî xwe reş girêdan, bi şaredar, siyasetmedar û parlamenterên xwe re, jin û mêr, biçûk û mezin, giş bûn lehiyeke neteweyî, herikîn kolanan û careke din, vê carê ji salên buhurî zêdetir, roja 15 ê Sibatê kirin roja riswakirin, lanetkirin û gorkirina komplo.
Bêj hema jiyan sekinî li Bakur û Tirkiye, her der bû agir û li gelek cîh û deveran gel û hêzên dewleta despot, dewleta birayê Mibarek Erdogan hatin himber hev, di nav aliyan de şer û pevçûn derketin.
Îro di 12 mîn salvegera xwe de ji her gav vekirîtir û zelaltir xwiya dibe ku operasyona navneteweyî,komploya 15 ê Sibatê, ragirtina Ocalan di zîndana taqekesî de li Imralî, hêrs û êşa di dilê kurdan de tev dide û bi her sala dikeve ser salên li vê giravê re, nav kurd û tirkan zêdetir vedibe, jiyana bi hev re biserêştir û nemikuntir dibe.
Îro 16 ê Sibatê ye û hê meydan dikelin, Adar nêzîk dibe û Roja Jinan, roja Peymana Cezayîrê li djê Şoreşa 11 ê Ilonê, rojên qetlîamên Qamişlo, Helebçe, Hewlêr û Newroz bi rê de ne, gel jî hê li kolanan e û bi qasî xwiyaye wê vê carê zû bi zû gasîn û kolanan berrnede.
Operasyon berdewam in, girtiyên KCK û di nav 7-10 hezar girtiyên kurd, hê di zîndanan de ne, hê bin erdê tije hestiyên law û keçên kurd in û hikûmeta AKP gorên tomerî ji nedîtîve tê, xwe nebihîstî dike û di nav hesabên çespandina deshelatdariya xwe de ye,bala wê ji hilbijartinên meha Hezîranê pê ve ne li ser tu titşên din e.
Hikûmeta Erdogan, Gul û Arinç divê kumê xwe deyne ber xwe û bifikire, kêr gihaye hestî û ji zûde kurd gihiştine encameke bi navê ”êdî bes e”.
Êdî ne sal, meh û hefte belê ji niha û pêde roj û seet jî girîng in. Kurdan heta niha çend caran agirbes îlan kirine, bêhejmar car destên aştiyê dirêj kirine û ji bo zemîna jiyana bi hev re bi temamî hilneweşe, ji bo rojekê kurd û tirk bikaribin li riwê hev binerin tu fedekarî nemaye ku nekirine.
Birêz Ocalan 12 sal in mîna tu bîrekê bi nênûkan bikole, ji bo dijminayetî kûrtir nebe, kurd û tirk nekevin pêxêra hev, jiyanê li hev nekin zilindar û kerafî, çend nexşeyên rê, nexşeyên çareseriyê pêşkêş kirine, şoreşa gelê Kurd ji çiyê, Mexmûr û ji Ewropa gurûbên aştiyê şandine, BDP û hevserokên wê di meclîsê de çi bigir her hefte bi awayekî zindû siysetmedarên partiyên dewletê li ser talûkeya bi rê de ye şiyar dikin wan vedixwînin diyalogê û nîqaşkirina pirsgirêkê di meclîsê de.
Hikûmet û dewlet bila baş zanibe ku asoyê gelê kurd zelal e, ji her gav yekdilîtir û bi biryartir e, azadiya xwe di azadiya Ocalan de dibîne û ji daneyên li ber destan,rewşa diyar û li ber çavan jî derdikeve ku wê sala 2011 an bike sala azadkirina Ocalan û ji bo vê wê xwe ji tu fedekarî û dijwariyê nede paş.
Ev hêza gelê kurd heye, 40 salên şerê Tevgerarizgarîxwazî bi giştî û 12 salên komploya navneteweyî bi taybetî şahidên vê ne.