Sibehên awirvedana te..
Vê sibehê,
Di esmanê çavên te de balindeyên hêviyan ji dayik dibin,
Di zeviyên çavên te de goristanên welatê min li navên xwe yên wendayî digerin..
Di berbangên çavên te de sirûdên azadiyê diqîrin,
Di rengên çavên te de sorgulên evînê li ba dibin..
Û di êşên çavên te jî
Wêneyên zarokên welatê min diherikin..
Vê sibehê,
Çavên te li nexşeya Kurdistanê dinêrin..
Bi tîrêjên ronahiya xwe
Sînorên bindestiyê dihêrin..
Vê sibehê,
Serkêşiya karwanên hêviyên di çavên te de dikim,
Xwîniyê berbiskên te me,
Hineya li ser destên te me,
Tîpan dikujim
Pêlên êşê me ji keserên şevçiraya te dirijim..
Vê sibehê,
Ne li vir im,
Ne li wir im,
Kûviyekî poşman im,
Bîranîn im
Jibîrkirin im
Karwanekî sergerdan ji hiş û ji dastana kevir im..
Vê sibehê,
Tu gula hîro yî li ser lêvên min hişîn dibî..
Tu sib û îro û do yî di şaneyên xwîna min de tîr dibî..
Tu nan û ava min î..
Tu nimêj û silava min î..
Tu serkêşa ewran û mizgîniya tava min î..
Tu baskên helbesta min î..
Vê sibejê,
Tu kesk û sor û zer î,
Tu nîşana darbesta min î..
Vê sibehê,
Helbestê ji toz û şûnşopa zixtên şevistanê dadiweşînim..
Kêra peyvan sû dikim,
Pilingên xeyala xwe di zinarên evîna te de digurînim..
Û dema ku di sîbera te de dişikim
Dizanim; Ku ez jî di xilwetxaneya hilatina te de
Mirîd û rojperestekî dîn im..!
Ehmedê Huseynî
London 04. 05.2012