Sibehên bilûra te..
Vê sibehê,
Pêximberên kenê te, ji hemî aliyan ve, êrîşî çeperên dilê min dikin..
Li pirtûka te ya ji poşmaniya baranê dinêrim û bilûra xwe bi çîrokên te zîz dikim..
Li çûkên êşa te dinêrim û xweliya vê sibehê bi ronahiya çavên te radipêçim..
Rûyê te berbanga min a zîvîn e..
Xewna te cêwiya xewna min e…
Êşa xwe li cem te dihêlim,
rojbûna xwe di tirsa te de pîroz dikim,
welatê xwe ji nav destên te direvînim,
çavdêriya jiyana te dikim,
Û di keştiya dilê xwe de,
pasvaniya baskên te û nobetdariya evîndarên azadiya te dikim..
Vê sibehê,
Min kilîtên xeyala xwe li cem te ji bîr kirin,
Min ferhenga xwe ya tijî bêrîkirin radestî bayê feleka te kir,
Min keroşkên dengê te di bêciriya tozê de hiştin,
Min rêçên vegerê di nexşeya dilê xwe de nehiştin..
Vê sibehê,
Şevistana te bi nimêjên ronahiyê kedî dikim,
Amûda min!
Vê sibehê,
Goristana te bi pinpinîkan dixemilînim
û ji bêdengiya miriyên te fedî dikim Amûda min!
Vê sibehê,
Laşê peyvan bi ava bêrîkirina te dişom..
Çavên peyvan bi kila sibhanî ya bendemana te reş dikim..
Guliyên peyvan bi tiliyên qedera te vedihûnim..
Destên peyvan bi bîna gundên te hine dikim..
Vê sibehê,
Kavilên giyanê xwe û te,
bi melhêbên bêzariyê,
berhev dikim û ji mirovatiyê re dibêjim:
De bi çavên xwe yên kor çîrokê bixwînin!
De bi çavên xwe yên kor kefenên xewna min bibînin!
Vê sibehê,
Min ji te dipirsî:
Ma te xewna min di bin kîjan kevirî de veşartiye?
Ma te bilûra min di şerê kîjan bahozê de şikandiye?
Ma te hespê min ê afsanewî di cirîda kîjan qederê de mirandiye?
Ma te nave welatê min li ser zimanê kîjan goristanê hilandiye?
Ma di kîjan aşî de,
Te genimê peyvê Û ardê evînê hêrandiye?
Min ji te dipirsî de bêje:
Bi kîjan xencera bêrîkirinê,
Te dilê min ê bêguneh gurandiye?
Ehmedê Huseynî
London 18. 02. 2012