Sibehên ferhenga reşesor
Bo Hekîm Sefkan
Vê sibehê
Tu birîndarê mala bavê min î Hekîmo!,
Tovên axînkêşanê li zeviyên xewna te bê baran dihiştin,
Min bi şûrê xwe yê tolhilgir reşeewrên bajarê te tar û mar dikirin,
Tu li ber keviya şewatê sêwî dimayî,
Ez jî bi zarokên şewatê re ber bi rewrewka goristanê ve diçûm,
Tu li deştên qederê dinêrî û bi kenê xwe dikenî,
Ez jî di xirecira birînên te de dayikên xwe wenda dikim..
Bi giriyê xwe dikenim!!
Bi rondikên xwe dixeniqim,
Lê vê sibehê,
Dîsa tu birîndarê mala bavê min î!!
Bo çelrojiya Mişel Temo,
Vê sibehê,
Ji refên kevokan ên ku dara dilê te dagîr dikin,
dipirsim!?
Daristanên destên te,
şehîdên rojê bi sorgulan dikujin..
Welatê te ji çavkaniya şevê diherike,
şev e û berbanga me ji dest xwe bernade..
Min dixwest ji te re stirana dawî ya şehîdan bi dengekî bilind bibêjim,
Min dixwest rêçên jiyanê ji ber çavên te wenda nebin,
Min dixwest gulberoyekê di sînga te de biçînim,
Vê sibehê,
Kevokên dilê te çîrokên guran ji kurdistanê re dibêjin,
Kurdistana ku devê guran de ye!!!
Vê sibehê,
Ji berê bêtir ji te hez dikim,
Ji sorê te,
ji keskê te û ji reşê te jî hez dikim..
Ji rêwiyên te yên ku nema li hêlînên xwe vedigerin,
Ji tirênên te yên ku nema digihêjin îstegehên xwe,
Ji serhişkiya şervanên te,
Ji herçar parçeyên dilê te,
Ji Mehabad, Hewlêr, Amed û ji Qamişloka li ser milê te hez dikim..
Ji hezkirina te hez dikim,
Vê sibehê,
Her ku azadiya te derengtir dibe, bêtir ji te hez dikim..
Vê sibehê,
Tîrêjên roja te di çavên Torosan de hişyar dibin,
Bîna azadiya te seranserî êşa min dinixumîne,
Xwedawendên kenê te sersom û bêdeng dibin,
Zaroktiya te li ser asîtankan di dergûşa qederê de dilorînim,
Wêneyên miriyan li ber çavên te radixînim,
Û li ser lêvên te jî dîroka erdhejan dikolim,
Helbestekê bo reşgirêdana te vedihûnim,
Helbestekê jî bo çemên xwîna te,
Helbesteka dawî jî, da ku dergehên asê yên vê sibeha ji kevir; pê vekim ...
Vê sibehê,
Dilê min mîna çûkekî belengaz ji êrîşên bazê bêrîkirinê direve,
Barê gunehan li ser milên min girantir dibe,
Di hinavên min de bi hezaran erdhej xwe amade dikin,
Qederên min nawestin, xilmaş nabin, çavên xwe hema piçekî jî nerm nakin.
Vê sibehê pencereyên te vedikim,
Tav û birûskan ji destên xwe diavêjim
Tîpên te bi rondikên xwe av didim,
Û bajarên te yên xemgîn,
Yeko yeko, di ferhenga xwînê de berhev dikim..
Tu welatê min ê heft reng î
Tu roj û şeva min î, tu xedeng î..
Tu dayika hemî dengan î, çima bêdeng î?
London
17. 11. 2011
Ehmedê Huseynî