Sibehên Hineya Te..
Vê sibehê,
Çi helbestê ji te re diyarî bikim,
Da tu piçekî di himbêza min de xilmaş bibî?
Bi çi zimanî pesnên çavên te bidim,
Da tu piçekî pizota bêrîkirinê di dil de haş bikî?
Bi çi hibr û sîmavê navê te binivîsînim
Da tu piçekî dergehên azadiyê ji min re vekî?
Bi çi gul û gulavê serê peyvan bişom,
Da tu piçekî kirasê ronahiyê li bejna xwe kî?
Vê şevê,
Çend êşên din ên dijwar hene lê nikarin wan ji te re bibêjim..
Çend mirinên din ên dilkuj hene lê pêvên min têra kêl û darbestên wan nakin.
Çend bêdengiyên din ên ji kevir li ser lêvên te hene lê nikarim wan ji te re binivîsînim,
Çend ronahiyên din ên kuştî di çavên min de mane, lê nikarim wan ji te re bipesinînim..
Çend helbestên din ên ji giryan û nehwirînê hene,
Lê nikarim neynûkên xwe di çavên taristanê de daçikînim…
Vê şevê,
Birînên xwe, Bîranînên xwe, di nav destên te de dîlgirtî dihêlim,
Çîrokên reşeewrên xwe bi ser porê te de didêrim,
Spîndara xewna xwe di çavên te de dihêrim,
Li hîverona rûyê te dinêrim,
Û êşa xwe ya sêwîmayî di damarên şevê de diveşêrim..
Vê şevê,
Pir ji te hez dikim,
Bi taybetî dema tu kirasê reş li xwe dikî..
Bi taybetî dema tu êşa welatên qedexe
Di navbera min û xwe de dabeş dikî..
Bi taybetî dema tu çavên xwe radestî kila peyvên min dikî..
Bi taybetî dema tu bi zimanê bêrîkirinê behsa şkestinên heyvên min dikî..
Vê sibehê,
Yê ku bêriya pêlên eşqa te dike ne ez im!
Yê ku li pey te di baranê de digirî ne ez im..
Yê ku pirtûka bindestiya te dixwîne ne ez im..
Yê ku destê xwe li ser hinarkên te ji bîr dike ne ez im..
Yê ku dilop bi dilop êşa te vedixwe ne ez im..
Yê ku bajar bi bajar berbiskên azadiya te hine dike ne ez im…
Yê ku zersosinan ji hilatina te re amade dike ne ez im..
Vê sibehê,
Li ser lêvên te agirekî dadayî me,
Û
Di hinasa te de hespekî serberdayî me.
Ehmedê Huseynî
10. 06. 2012