Sibehên Pûşperê
Vê sibehê,
çavên xwe li cem te dihêlim,
şeva xwe jî di nav pore te de vedişêrim,
dilê xwe di nav destmaleke spî de radipêçim
û radestî çîveçîva çûkên bendemana te dikim
û ji nişkê ve,
nave min ji ewrên çavên te dibare.
Çavên min hê jî li cem te ne.
Vê êvarê,
Amedê xwe amade dike,
Kiras û xeftanê xwe li xwe dike,
Li Deriyê Çiyê buxçeya xwe vedike
û xewna xwe ji Şêxê Pîranê re dibêje,
Li Colemêrgê,
Simbil di mija berxwedanê de vedilerize,
Li Botanê,
Delîlayê stirana dawîn a jinên azadiyê pêşkêşî pêlên Behra Wanê dike,
Vê êvarê, li Serhedê, Şakiro bi destê Kurdistanê digire
û bi hev re diçin eşqeke ebedî.
Vê sibehê,
Ji dûr ve li çavên te dinêrim,
kavil bi kavil,
wêran bi wêran, sînorên te di asoyan de dilorînim..
Gulwaz bi gulwaz bêrîkirina xwe li ser keviyên xewna te dineqişînim.
Mîratgirê stirana te me…
Êzingên dadana te me…
Tu rastî yî, ez jî rênasê gumana te me..
Vê sibehê,
bi zersosinên bêrîkirina te birînên xwe derman dikim,
berê xwe didim tixûbên êşa te
û di deryaçeyên nalîna te de dixeniqim..!
Ez mirin im tu jiyan î
Ez birîn im tu derman î
Çolistan im tu baran î..
London
11. 06. 2011