Siyaset û niyet
Li gor rastiyên konjuktura cîhanê û navxweyî, şirovekirina berçav û rasteqîn a demê û rewşa heyî ye û li ser vê bingehê jî, ceribandina hemû rê, rêbaz û şêweyên pêkan ên ji bo xwegihandina armanca esasî ye siyaset.
Di siyasetê de ji gotin û heta hin kiryaran grîngtir, encam û destkeftî ne. Lewra siyaset bi xwe ji bo encam û destkeftiyan e. Dema siyasetek bê nirxandin, ji daxuyanî, gotin û kiryarên wê siyasetê bêtir, divê mirov li encam û destkeftiyan binihêre. Yan na, bi tenê derxistina pêş a hin gotin û kiryarên ”di dema xwe de” hatine gotin û pêkanîn, dê mirovan bibine nêrîn, nirxandin, encam û helwestên şaş. Dema wiha bibe, êdî piştî wê niyet jî, armanc jî grîngiya xwe bi giranî wenda dike.
Derbarê ”Komara Demokratîk” de, di programa PDKê xala 4. de wiha tê gotin:
Em ji bo parastin û xurtkirina Komara Demokratîk û berfirehkirin û kûrkirina hewldanên demokratîk têdikoşin. Em ji bo demokrasiyek ku azadiya ferdî û ya civakî garantî dike, şer dikin. Em ji bo azadiya ramanê, ya çapemeniyê, ya partîbûyîn û rêxistiniyê, şer dikin. Em ji bo jin û mêrên ku ketine 18 saliya xwe bikaribin li gorî makezagona demokratîk a Îraqê, dengên xwe bikar bînin, şer dikin. (Ji arşîva Kovara Xebat, ji pirtûka bi navê ”Barzanî û Tevgera Azadiya Netewa Kurd”
Rojnameya Xebat, 17-01-1960:
Bi erebên xwe û kurdên xwe ve yek armanceka têkoşîna gelê Îraqê ya bi êş û bê navber a li dijî emperyalîzmê û hevkarên wan heye, ew jî bi siyaset, aborî û çanda xwe ve avakirina civakeka demokratîk e. ”
PDK bi drûşma ”Ji bo Îraqê demokrasî û ji bo Kurdistanê xweserî” derketibû rê. Ev drûşme, îfadeya girêdana partiyê ya bi demokrasiyê ve ye. Nîşaneya ku çendî grîngî dide demokrasiyê ye. Lewra di rejîmeka dîktatorî de ne pêkan e kurd bigihêjine mafên xwe. Em vê rastiyê bi tecrûbeyên ku em bi rejîmên li dû hev li Bexdayê bûne desthilatdar re hîn bûn. Gelê kurd dikare di bin rêveberiyeka ku ji demokrasiyê bawer dike û wê li hemû Îraqê pêk tîne de bigihêje mafên xwe. (Ji pirtûka Barzanî û Tevgera Azadiya Netewa Kurd)
PKK çi dibêje? ”Ji bo Tirkiyeyê Komareka Demokratîk û ji bo Kurdistanê Xweseriya Demokratîk” Baş e di navbera van her du daxwazan de ferq çiye?
PKK li gel van daxwazan, armanca li her çar parçeyan avakirina konfederalîzmê daniye pêşiya xwe.
Îcar, li gel ku ev daxwaz dihatine kirin û dihate gotin ku ”Em ji bo van daxwazan şer dikin”, îroj rewş li Başûrê Kurdistanê çiye? Ev rastî bi xwe jî ne îsbata grîngiya encamê ye gelo? Wekî din, birêz Mele Mustafa Barzanî wiha dibêje: ”Di rejîmeka dîktatorî de ne pêkan e kurd bigihêjine mafên xwe.” Baş e, eger ev rast e, çima hewldan û daxwaza PKKê ya demokratîzekirina dewleta tirk ewqasî di çavê hin derdorên kurd de diçe?
Mijara Konfederalîzmê û dewletê, mijarek pir berfireh û bi serê xwe ye. Loma jî ez ê tiştek kin bêjim: Konfederalîzm, li her aliyê jiyanê serdestkirina gel û berjewendiyên gel û bêwatekirin û şikandina rola dewletê ye ku dewlet bi xwe mekanîzmeyeka zordestî û desthilatdariyê ye. Û li gel ku gotareka bi tenê ji bo vê mijarê têre nake jî, ez ê derbarê van her du mijaran de sê nivîs pêşniyaz bikim:
http://www.amidakurd.net/qunciknivis/konfederalîzm
http://www.amidakurd.net/qunciknivis/zerde-t-kal-a-calan
Bersiva Pirsa Mîsakî Mîllî jî, dîsa di van hemû rastiyên siyasetê û tiştên din ku li jor hatine gotin de ji xwe veşarî ye. Tu kesî Mîsakî Mîllî´ya ku nîjadperestên tirk diparêzin, neparastiye. Ev bi tenê bi zanebûn tê manîpulekirin û derdorên ku tênagihêjin rastiya mijarê jî, bi van manîpulasyonan bawer dikin. Çewa ku heman tişt di mijara ”têkiliya bi Esad” de tê kirin! Bi dehan caran daxuyanî hatine dayîn ku YPG bi hêzên rejîma Esad re şer dike û têkiliyek mîna ku tê îdîakirin jî di navbera wan û rejîmê de tune. Lê yên dixwazin wisa bifikirin, dîsa li heman defê dixin. Ev rewş çîrokek tîne bîra min:
Li gundekî, axayek pir bi nav û deng, ji nazirê xwe aciz bûye û ji bo kuştina wî, li mehniyan digere. Rojek, nazir kewek digire û axa dibîne va kewek di destê nazir de û tê. Axa jê pirs dike, nazir te ew kew li ku girt? Nazir: Axê min, min li Kevirê Mendo (Li herêmê navê zinarekî ye) girt. Axa mîna ku deng neçûbuyê, pirsa xwe dubare dike û nazir hey dibêje Axê min, min ji Kevirê Mendo girt. Axa her deng nabe xwe û her heman pirsî ji nazir dike û nazir her heman berisvî dide. Lê her cara ku bersiv dide, dengê nazir hinekî din jî bilind dibe û heya di dawî de êdî dike hewar: ”Hewar e axa hema ku tê min bikujî jî, bikuje, Min ji kevirê mendo giiiiiiiert hewar eee.” Û ev dibe sedemê serê nazir bê guman. Axa digihêje armanca xwe. Îcar rewşa xwediyên van îdîayan ev e. Lewra armanc ne xwarina tirî, an pirsa kewê ye, lê kuştina rezvan ango nazir e. Dema ev be, êdî tu gotin nikare feyde jî bike.
Dixwazim bi mînakeka din dawî li vê nivîsê bînim. Min ev çîrok ji birêz Şefîq Pêşeng sah kiribû û jê tika kir, wî jî ji min re nivîsî û şand. Mala wî hezar carî ava:
”Li gundekî Kal û Pîreka xizan dijîn. Ji parçeyek rez û kereke wan pê ve tiştek wan nîne. Kera wan ne kereke ciwan û bi hêz e. Rezê wan jî hinek dûr e û rêya rez di ser gundekî dinê re ye . Dema rezan, geh yeko yeko, geh- ku zaf westiya bin- her du bi hev re, li kera xwe siwar dibin û geh li pêy kera xwe, diçin ser rezê xwe û tên. Ji gundê dinê jî, gundiyek her li ser xêniyê xwe ye û çavên wî li wan e. Sibeheka ku ji mala xwe derketine û hê ne westiya ne, her du li dû kerê dimeşin û di ber xêniyê vî camêrî re derbas dibin. Mêrik wan dibîne, serê xwe dihejîne û ji jina xwe re dibêje: De ka were li van ehmeqan binêre! Her du jî îxtîyar in, nikarin bimeşin, dane pê vê kera weka qantirekê û nayê bîra wan lê siwar bin!
Êvarê ku ji ser rez dizîvirin, Pîrê westiyaye û li kerê siwar e. Mêrik dîsa çav li wan dike û gazî jina xwe dike, dibêje: De ka li vana binêre! Pîrê şerm jî nake, li kerê siwar bûye û herdû piyê xwe jî dihejîne, nemaya ku bireqise.
Rojeka dinê ku dîsa di ber gundê heman camêrî re derbas dibin, vê carê dora Kalo ye, ew li kerê siwar e. Mêrik wan dibîne û jina xwe ya ku li ser xênî haziriyê dike, re dibêje: Hela tu li vî mêrikî binêre! Fedî jî nake, ew li kerê siwar bûye û Pîra jihalketî jî peya daye dû wî!
Her Kalo û Pîrê diçin ser rez û tên, qeweta wan kêm dibe, zêde diwestin û ji mecburî jî pirtir li kerê siwar dibin. Rojeka ku gelek westiya ne, di vegerê de her du bi hev re li kerê siwar dibin û di ber xêniyê camêr re derbas dibin. Mêrik bi dengekî bilind gazî jina xwe dike û dibêje: Evana ji Xwedê jî natirsin. Du mirovên weka du fîtan li vê kera reben siwar bûne, ne ûjdan maye û ne jî rihm!”
Îcar PKK û birêz Ocalan çi jî bikin, rewşa wan ji rewşa kalê û pîrê cudatir nabe di çavên van kesan de. Dema rewş ev be, êdî gelo dikare nêrîn û ramanên gundiyê ku rexneyan dike bê nîqaşkirin? Bê guman ku na. Lewra di vir de niyet heye û divê ew bê nîqaşkirin. Tevgera bi niyetan jî, karê rewşenbîran nîne, mîna ku di vê çîrokê de jî xwe zelal dide der.
Mahabad Felat Arda 2014-01-25 [email protected]