1. Tekst

  2. Gotar

  3. Bahoz Baran
  4. Sê Çîrokên Li Ser Bişaftinê
Sê Çîrokên Li Ser Bişaftinê,sê,çîrokên,li,ser,bişaftinê

Sê Çîrokên Li Ser Bişaftinê

A+ A-

Wextê ku qal tê ser bişaftinê,  ê min hûtekî heftserî tê bîra min. Vî hutî, gellek derbên giran li me dane. Gellek derbên giran li me dide ev hût. Wî gellek ji me dabeliandine û mehandine bê ku em tiştekî pê bikin, hinek ji me niha di qirrikê wî de ne, hinek ji me ji qirrikê berjêr in. Hûn ji kîjan Kurdê/î bipirsin dê li ser wî hûtî ji we re tiştinan bibêje. Serborîyên me yên cur bi cur he ne pê re. Her serborî, birînek e û lazim e em bi birînên xwe bizanin, lazim e em li ser wan birînan biramin. Di vê nivîsê de ez ê qala sê çîrokên balkêş ên bişaftinê bikim.


Mirîşkên Îzmîrê û Dayika Kurd


Heft heşt sal berê, hevalekê ji min re qala xwe û serborîya dîya xwe kir. Piştî ku Licê tê şewitandin, terka her tiştê xwe dikin û ji warê xwe koç dikin, berê xwe didin Îzmîrê. Diçin li wê derê, li taxekê bi cî dibin. Tebatî nayê dayikê, karên gundan li bajaran nîn in, pez û dewar nayên xwedîkirin. Ev dayika me, rojekê nema xwe digire û ji qîza xwe re dibêje, Qîzam Welleh sebra min li vir nayê, hema çend heywanên me he bûna... Qîza wê dibêje, Dayê, li bajaran mirov nikare heywanan xwedî bike, çênabe. Dilê dayikê, bi vê gotinê rehet nabe û ji qîza xwe re dibêje, Ez qala pez û dewaran nakim qîzam, hema çend heb mirîşkên me he bin bes e. Qîzik, roja din radibe diçe bazarê û ji dîya xwe re çend mirîşkên ziraetê dîstîne û tîne malê. Dayika me li mirîşkan dinêre, lê kêfa wê ji mirîşkên ziraetê re nayê, lê dibêje ji tunebûnê çêtir e qîma xwe bi wan tîne. Dayika me diçe hinek lextê mirîşkan ji tûrikekî derdixe ku deng li mirîşkan bike û bide wan. Ê te dît em Kurd dema ku deng li mirîşkan dikin dibêjin tû tû tû. Dayika me deng li wan dike, lê mirîşk bi dengê wê ve nayên. Dayik şaş dimîne û ji qîza xwe re dibêje, Ev çi tewir mirîşk in qîzam, çima nayên lextê xwe naxwin? Ka here ji cîrana me bipirse, bê ew çawa deng li mirîşkên xwe dikin. Qîzika me diçe dipirse, cîrana wan dibêje, Welleh em dema ku deng li mirîşkan dikin dibêjin, cîk cîk cîk. Qîzik şaş dimîne û tê gotina cîrana xwe ji dîya xwe re dibêje. Dîya wê bi vê gotinê ecêbmayî dimîne û dibêje, Îcar cîk cîk cîk! Mirîşk û cîk cîk cîk!? Welleh tu min bikujî ez nikarim ji mirîşkan re bibêjim cîk cîk cîk. Tu rabe evana bibe bifiroşe, wextê ku tu çûyî Amedê ji min re mirîşkên me yên gundan bîne ku em ji zimanê hevdu fam bikin. Qîzik radibe mirîşkan li xwedîyê wan vedigerîne û dema ku diçe Amedê û tê ji dîya xwe çend heb mirîşkên me yên gundan tîne û dilê dayikê dikeve cî.

 

Xaltîya Asîye û Milyaket


Ez ne şaş bim sala 1998an bû. Em li Licê bûn. Cîraneke me he bû, me jê re digot xaltîya Asîye. Kurekî wê li çîyê bû, kurê din navê wî Tehsîn û li înşeatan dixebitî. Wê salê Tehsîn digire dîya xwe jî bi xwe re dibe Qeyserîyê. Çendekî li wir dimînin û xaltîya Asîya nexweş dikeve, dikeve ber halê mirinê. Ji kurê xwe re dibêje, Bigire min hilde bibe Licê. Tehsîn jê re dibêje, Dayê li van deran nexweşxane he ne, em ê dermanekî peyda bikin. Xaltîya Asîye dibêje Na, îllim tu yê min bibî Licê. Tehsîn li ber dîya xwe digere dibêje, Dayê, ev ji min nayê, em hîn nû hatine, me mal kirê kirîye, gerek ez bixebitim. Lê na, dayik ji gotina xwe nayê xwarê û talîya talî dibêje, Welleh tu min nebî Licê, ez heqê xwe li te helal nakim. Tehsînê me, ji neçarî radibe dîya xwe digire û berê xwe dide Licê. Wê salê, wextê ku xaltîya Asîye hat û em çûn serdana wê, me dît ku halê wê ne tu hal e. Gotin dê bimire, rabûn gazî mela jî kirin û çûn gora wê jî kolan. Lê xaltîya Asîye heftek paşê bi ser xwe de hat û sipîsax bû. Tehsîn ji karê xwe bûbû, ji destê wî tiştek nedihat û diçû qehwê û dihat. Tehsînê me, şevekê tê malê û ji dîya xwe dipirse û dibêje, Ê dayê, min ji te re got ez li wî bajarî te bibim ser dixtoran, te got îllim min bibe Licê, binêre wa ye tu hatî ser xwe. Îşê min jî ma li erdê. Ev çi bi te hatibû ku te ewqas dixwest ez te bibim Licê? Xaltîya Asîye, berê xwe dide kurê xwe û dibêje, Tehsîn Tehsîn! Min got belkî tu baqil î û bi tiştan dizanî, lê a niha ez li te dinêrim û dibînim ku tu hesabê tu tiştî nakî, ez li ber mirinê bûm, ku ez li bajarê Tirkan bimirama û milyaketên wan bihatina bi Tirkî pirsên xwe ji min bikirina, min ê çi fam bikira ji wan, min ê çi bigota ji wan re? Me yê çawa ji zimanê hevdu fam bikira? Piştî van gotinan, kenek bi ser rûyê Tehsîn dikeve û ji dîya xwe re dibêje, Welleh tu rast î dayê, ev tişt qet nehatibû bîra min.

 

Ehmedê Kurd û Dibistanên Tirkan


Di sala 2007an de, min mamosteyek nas kir. Navê wî Ehmed bû. Li civatekê min qala meseleya zimên kir û gotinên min birînên camêr axivandin. Got, mamoste gellek tişt hatine serê min, ez dixwazim qala wan bikim ji te re. Min got, kerem bike û camêr çîroka xwe ya li ser bişaftinê ji me re got.

Got em li gund bûn, berê mekteb li gundê me tune bû û me nedizanî tiştekî çawa ye. Serê sibê heta êvarê em li çol çîyan bûn, li nav erd û baxçeyan, li ber pez û dewaran bûn em. Li ser dar û devîyan, di nava çem û robaran de bûn em. Rojekê min dît bavê min qala mektebê kir û got, Ez ê te bişînim mekteba gundê din. Mehek paşê pêşmalka reş li min kirin û berê min dan mektebê. Ez yekî jîr bûm û pirr zû tê digihîştim, lê wextê ku ez di wî derîyê mektebê re ketim hundir, jîrbûna min li derve ma û ez bûm nezanekî dera hanê. Hefteyek du hefte derbas bûn, ez mîna gêjikan diçim mektebê û têm û ji wan tiştekî fam nakim. Piştî hinek xêzik mêzikan, rojekê mamoste tiştekî spî anî danî ser maseyên me. Min ji hevalê bal xwe pirsî û got, Ev çi ye? Wî jî hema got, Ev benîşt e benîşt, bicû. Min jî girt û ew tiştê spî kir devê xwe û cût. Min dît naşibe benîştan, min got, Kuro ev çilo benîşt e, balon jê çênabe. Hevalê min got, Ev benîştê mektebê ye, wilo ye. Dersa din mamoste hat û bi Tirkî got, Fişlerinizi çıkarın!  Ezê reben, ez çi dizanim fîş çi ne. Min dît her kesî ew tiştên spî derxistine û danîne ser maseyên xwe. Ew hevalê min jî çûbû li paş rûniştibû. Mamoste berê xwe da min û got, Ahmet senin fişlerin nerede?  Min hîn jî tiştek fam nekiribû, min got qey pirsa benîştê ku min cût dike. Min got, Örtmenim min benîştê xwe cût.  Mamoste Kurd bû, fam kir ku min fîş wek benîşt cûtîye. Darê xwe girt û ket ser min. Min wê rojê kuteneke baş jê xwar. Dema ku em ji dibistanê derketin min jî dilê xwe li wî hevalî rehet kir.

Çend salên din bihurîn ez ketim pola çaran, rojekê mamoste hat û li depê gotina Ataturk nivîsî, Hayatta en hakiki mürşit ilimdir.  Paşê got hûn çi vê gotinê fam dikin? Deng ji kesî derneket, me yê çi fam bikira ji wê gotinê? Talîyê mamoste got ku hûn bersiv nedin min, ez ê li we tevan bixim. Min mêze kir ku çênabe, em ê kutanê bixwin, min baş bala xwe da wê gotinê û min dît ku peyvek ji min re ne xerîb e. Dema ku ez bi bavê xwe re diçûm Amedê, li ser rê tabelayek he bû û li ser wê, İL : DİYARBAKIR dinivîsî. Min hema destê xwe bilind kir û hatim ber textê, min DİYARBAKIR xist dewsa İLê û li textê gotina, Hayatta en hakiki mürşit Diyarbakırdır.  nivîsî. Piştî vê gotinê, mamoste got qey ez henekên xwe bi vê gotinê dikim û min dîsa kutan xwar. Min sûnd xwar min got, ez êdî bersiv nadim tu tiştî. Çend sal derbas bûn, ez hatim navçeya Erxenîyê, dersa Tirkî he bû, mamosteyek hat got, Çocuklar bugün kompozisyon yazacağız.  Me nedizanî kompozîsyon çi ye. Ji me re qala rê û rêzikên wê kir û got hûn ê li ser gotina Ne ekersen onu biçersin.  ê binivîsin. Min zor da xwe, lê min fam nekir ev gotina hanê çi dibêje. Paşê bax û baxçeyên me hatin bîra min û min bîst xalên wiha nivîsîn, Domates ekersen domates biçersin, biber ekersen biber biçersin..  Wextê mamoste li kaxidê min nêrî pirr aciz bû ji min re got, Ehmed bu nedir?  Min got, Örtmenim öyledir, insan domatês ekerse domatês biçer...  min ê tam bigota, Biber…”Şîmaqa wî gawirî bin guhê min sor kir.

Dayikek hesabê mirîşkên xwe dike û dibêje gerek mirîşk bi zimanê me bizanin; lê gellek Kurdên me, em dev ji mirîşkan berdin, hesabê xwe û zarokên xwe jî nakin!

Dayikek hesabê milyaketan dike û dibêje gerek milyaket jî bi zimanê me biaxivin. Lê gellek Kurdên me, em dev ji milyaketan berdin, dema ku diçin ji dikanekê tiştekî distînin jî hesabê zimanê xwe nakin.

Ew zimanê ku berê me ji ber wê kutan dixwar, îro wî di nava hiş û gîyanê gellek Kurdan de cîyê xwe çêkirîye û gellek Kurd êdî bi wî zimanî dijîn?

Helbet, li Kurdistanê bi hezaran çîrokên bi vî awayî yên ku nehatine nivîsîn he ne. Hêvî ew e ku em li bîra xwe vegerin û wan çîrokên xwe binivîsin da ku em bikarin xwedîtîyê li êşa xwe bikin.

Bahoz Baran

Nîşe: Ev nivîs di Azadîya Welat de hat weşandin.

___________________________

 

  Fîşên xwe derxin!

  2 Ehmed fîşên te li kû ne?

  3 Mamoste min benîştê xwe cût.

  4 Di jîyanê de, rêberê herî heqîqî zanist e.

  5 Bajar.

  6 Di jîyanê de, rêberê herî heqîqî Amed e.

  7 Zarokno! Em ê îro kompozîsyonekê çêbikin.

  8 Tu çi dayînî tu yê wê hilînî.

  9 Heke tu firingîyan dayînî tu yê firingîyan hilînî, heke tu bacikan dayînî tu yê bacikan hilînî.

  10 Ehmed ev çi ye?

  11 Mamoste wisa ye, ku mirov firingîyan dayîne dê firingîyan hilîne