Sêgoşeya bêyewm
Pêvajo dîsa bi ruyê xwe yê veşarî ve, di rojevê de ye. Kesek ne dixwaze li xwe mukur bê û ne jî bibîne, komkujiya ku nêzîk dibe. Kengî ku yek bi yek cenaze dikevine binê axê, kengî ku jana giran a ku me deriyê dilê xwe jê re girtiye li deriyê me jî dide û kengî ku dengê balefiran, teqîn, meşên bi tirs, mirin ji axa ku vijdanên me li serê bê deng mane ber bi bajarên em lê şa ne ve diçe û deng vedide, wê demê tê bîran ku li welêt pirsgirêkek, şerek heye û ji nû ve rewşenbîrên bi apolet ên di kalîteya ’hd’ de rêz bi rêz xwe di kanalên TVyan de nîşan didin û bêşerm û heya pirs dikin: "Şer çima gur bû?"
Çima vê pirsa ku salên dirêj in bersiva wê dizanin dikin? Ji ber pêdiviya vê sîstema ku di dema xwe de wan jî di ber darê êşkenceyan re derbas kiriye, bi berhêner û serfkaran heye. Li vî welatî tu carî pêdivî bi kesên hevgirtî nebûye. Kesên hevgirtî, mîna niha, tirsa vî welatî ne.
Çewa ku ji bo olan mirîd, ji bo netewan parastvan, ji bo pîşesazan serfkar pêwîst in, ji bo van kesên ku şer mîna bê sedem û bê armanc nîşan didin jî, kaos pêwîst e. Divê kaos bibe ku siyaset li ser bingeha tirsê bimeşe. Divê cenaze bên ku bi muzîkeke li fonê, spîker nexşerêyan nîşanê leşkeran bidin. Divê şer bibe ku bazirganên xwînê li goristana vekirî Rojhilata Navîn, bazirganiya xwe bêyî stres bikin. Medya-siyaset-leşker, ev sêgoşeya bêyewm, li gel hemû êş û azaran, hêla xwe koordîne dikin û merşa mirinê bi yek dengî bilind dikin. Pêşniyaza Serokwezîr a ‘ji bo her malekê sê zarok’ jî, ji van yekan serbixwe nîne. Ew çerxa ku min li jor bahs kir jî, dê bi zarokên îroyîn ên di nav sîstemê de digihêjin ve bê domandin. Têgiha malbatê çewa ku bi vê rewşa xwe ji bo sîstemê dibe hêza motorê, dewletbûyîn jî, çerxa bingehîn a sîstemê ye.
Her ku diçe em dibine xwediyê derfetên jîrtir û pê re jî bêtir keregejî dibin. Em dibine tabiên zagonên van derfetan û derfet êdî dibine xwedî û desthilatdarên me. Miradên me yên di ber me de mane, bêhêvîbûnên me dema vedigerin ser xweradestkirinan jî, em dibin xizmetkarên derfetên şefên dewletê û ber bi koletiya bêsînor û ser û ber ve gav davêjin.
Di nav vê sîstemê de serhildanek rû dide ku hemû tabûyan xirab dike, mêzînan ser û bin dike; têkoşînek ku di nav bêalternatîfiyekê de rêyek nîşan dide. Dema ev serîhildan girseyan bi xwe re diherikîne, girse, mêjiyê xwe yê hatiye şemirandin rohnî dike û dema dibêje “ne tenê ji bo me, ev têkoşîn ji bo hemû mirovahiyê ye û dikare bêyî şer û xwîn, bi dan û stendinan jî bê çareserkirin” hemû hêz û diranên vê çerxê bi yek reng û dengî û teşeya xwe ya çelexwarî ve, hilbijartinên xwe didine der.
Sîstem biryar daye ku bi hemû hêza xwe ve derbeya xwe ya dawîn biweşîne. Demek dirêj e, di nav çemberekê de dizîvirin. Ji naverokên ji yên xwe azadtir û jîrtir re bêtehemul, bi tektîkên ku hatine ceribandin ve car din li deriyê şer didin. Ne dizanin tiştek ava bikin, ne jî dizanin rêyek nû biceribînin. Ji ber vê ye ku li şûna pûtên xwe yên berê bişikênin, restore dikin û dibin yekane parastvanên şerxwaziyê. Dubarekirina lixwemukurhatina bêhêziya wan e ev!.
Lê divê neyê jibîrkirin ku ew girseya demekê hatibû şikestin, êdî di derguşa şaristaniyê de diheje; darê derguşê zexim e... Tu bêedaletî, zilim, pêkutî û komkujî dê nikaribe di kendala şaristaniyê de meşrû bibe û ber bi jor ve derkeve.