1. Tekst

  2. Gotar

  3. Birgul Ozbaris Arda
  4. Sînorê bê oxir: Ava Reş
Sînorê bê oxir: Ava Reş,sînorê,bê,oxir,ava,reş

Sînorê bê oxir: Ava Reş

A+ A-

Bîrgul Ozbariş Arda


Bi kincên xwe yên sipî, deqên li dest û ruyên xwe û çemberên xwe yên pîroz, wek çîrokek bûn. Bi sed salan vekişiyan çîyan û di jîyaneke veşarî de çîroka xwe parastin. 


Lehengên vê çîrokê çiqasî vekişiyabin serê çîyan jî, ji me ne dûr bûn û bi taybetiyên xwe ve di nav me de bûn. Lê mixabin kesek nedixwest ne wan û ne jî taybetiyên wan bibîne. Lewra ew ÊZDÎ bûn. Navê ola wan di nav musulmanan de qedexe bû. Hîn jî, hin kes van helwestên xwe diparêzin. Piranî jî êzdiyên aliyê Qers, Ixdir û Agiriyê, ji ber vê helwestê hîn jî nikarin li ola xwe xwedî derkevin. Lewra komkujiyeke mezin dîtîn. Di dema komkûjiyê de dixwazin bi ser Ava Rêş re  birevin û xwe xelas bikin, lê mixabin li gor gotinên kal û pîrên me, wê demê gelek êzdî di nav Ava Rêş de tên kuştin. Loma jî, Ava Rêş di dîroka êzdiyên Êrîwan û Rûsyayê de xwedî taybetiyeke mezin e. 


Ava Reş êzîdiyan dike du perçe û di nav wan de dibe wek sinorek bê oxir. Ava Reş ji bo êzdiyên wê herêmê avek wisa ye ku tu kes naxwaze tu car destên xwe bide wê avê, an bi ser re derbas bibe. Lê li gel vê yekê, di heman demê de ji bo wan xwedî pîroziyekê ye jî, Ava Reş… 


Ava Rêş, di navbera bajarê Qersê, bajaroka Dîgorê û sînorê Rûsya û Ermenîstanê de ye. Çemek zirav û bi rastî jî reş e. Dema mirov destê xwe didê, av mîna xwe ye; lê dema diherike, ji  ber komkujiya sedê salan û ji ber êş û kulên xwe, çem rengek reş digire. Heya niha jî tu êzdiyek ji ser wê avê re darbas nebûye û neçûye aliye Êrîwan û Rûsyayê. Ev helwest ji bo êzdiyên li Êrîwan û Rûsyayê jî derbas dibe. Ew tu carî ji ser wê avê re derbas nebûne û nehatine axa kal û bavên xwe. Lê dema cota zeviyan, êzdiyên aliyê Êrîwanê û kurden Dîgorê ku îro navê êzdatiye naynîn ser xwe, hev dibînin û car caran jî xwarin û tiştan davêjin aliyên hev. Herdu alî jî piştî komkujiyê bi hev re hesretek mezin kişandin û bi taybet jî êzdiyên Qersê û Ixdirê ji axa xwe bi dûr ketin û koçî Êrîwanê kirin. Ên ku bûne koçber, bi hesreta axa xwe an mirin, an jî bi wê hêviyê ne ku dê rojek cardin bên û li ser axa xwe bijîn. Lê Çîyayê Gûlê her sibe ji nav dilê Dîgorê ji wan re keniya, tu carî êzîdiyên koçber bi tenê nehîşt û ji bo wan her tim bû hevîyeke mezin. 


Êzdiyên ku dema komkujiyê nikaribûn birevin Ermenîstan û Rûsyayê, li Qersê man û dengê xwe birîn. Hezar mixabin ku ola xwe înkar kirin û ji ber tirsa kuştinê gotin "em misulman in". Ev helwest ji bo wan pir êşek mezîn bû. Piştre hemû malbatên êzdiyan ketin bin bandora musulmanan û deriyên xwe girtin. Car din navê Ola Êzdatiyê nehanîn ser zimanên xwe û zarokên xwe jî ji êzdatiyê bi dûr mezin kirin. Lewra wan komkujiyek dîtibû û nedixwestin zarokên wan jî bên kuştin. Ji ber vê sedemê, ola xwe di nav xwe de jî veşartin. Ne vekirî gotin "Em êzdî ne", ne jî bi dil û can gotin  "Em musulman in". 


Êzdiyên Qersê ku li ser axa xwe man, bê deng bûn û rastiya xwe ji xwe jî veşartin. Tu carî aşkere nekirin. Lê wan tu carî dev ji kevneşopiyên ola xwe jî bernedan. Li pişt deriyên girtî, van kevneşopiyan heya îroj anîn. Bi taybet li Qers, Ixdir û Agiriyê, hema hema di mala her kurdekî de wêne û peykerên Teyrê Tawis heye. Her weha di malên hinan de jî, Mishefa Reş heye, lê vedişêrin. Û ev navên mîna Tawisî Melek, Mishefa Reş û Çiyayê Gulê, di dua û nifiran de rojane tên bikar anîn. Eydiyên xwe (cejnên xwe ) jî bi navekî din pîroz dikin û tu car navê êzdatiye naynin ser xwe. Navên hemû eydiyên êzdiyan jî hatine guhertin. Dema em piçûk bûn, tê bîra min Çarşema Sor dihat pîroz kirin, lê navê wê danî bûn "Beran Berdan". Lê hemû rîtuelên wan, mîna yên Çarşema Sor bûn. Di nav musulmanan de ev tişt bi awayekî din dihat pêkanîn. Êzdiyên Serhedê jî, di bin wî navî de dikaribûn eydiya xwe pîroz bikin. Dema seet dibû 4ê êvarê, ji mala her kurdekî dengê Radyoya Êrîwanê bilind dibû. Weşana Radyoyê saetek dikişand. Ew saet, ji bo bi taybet kurdên Serhedê gelek girîng bû. Lewra di weşanên radyoyê de gelek caran çîrokên kal û bavên me hebûn. Çiroka Ava Reş hebû. Ew ji bo wan gelek balkêş û giring bû. Em zarok bûn û ev ji bo me jî grîng bû, lê min nedizanî çima!.. Me çîroka ola xwe nizanibû û jixwe me ola xwe jî nizanibû. Mezinan ji me re digotin: "Em musulman in". Lê tu carî jî doza pêdiviyên îslamiyetê li me nedikirin û nedixwestin em mîna musulmanekî jî bijîn. 


Me nedizanî ola me, êzdayetî çi ye, lê çîrokên ku di Radyoya Dengê Êrîwanê de dihatin gotin, bala me gelek dikişand. Tew min gelek gotinên ku dihatin gotin fam jî nedikir, lê ew tona deng, stranên Eyşeşanê sebra min dianî û ez heya dawiya bernamê ji ber radyoyê ranedibûm. Ew deng û stran hîn jî di guhê min de ne. Mezinên me dema li Radyoya Dengê Êrîwanê guhdar bikirana, tu car kesek nikaribû deng bikira û heya weşan biqediya jî ew bêdengî berdevam dikir. Ew yek saet, bi vi awayî derbas dibû. 


Di salên 90î de ev çîrok ji pişt deriyan derket û di nav zarokên kurdan de jî, êdî hate axaftin. Lê dema bihata gotin jî, wek çîroka olek xerîb dihat gotin. Hîn jî kesek nikare bi tu awayî bêje: "Em êzdî ne, kal û bavên me êzdî bûn".Mixabin ew kesên ku bi dîroka xwe dizanin jî, yek bi yek dimirin, an jî li ber mirinê ne û diroka olekê jî dike wenda bibe. Lewra dîroka êzdiyên Serhedê nehatiye nivîsandin. Jixwe navê "êzdîtî"yê bi awayekî vekirî qebûl jî nakin. Di nav xwe de dibêjin, lê li derve û ji der û doran re tu car nabêjin, êzdatiya xwe hîn jî vedişêrin. Lê nikarin bêoxiriya Ava Reş, eş û kulên li nav dilên xwe û hesreta li dilên êzdiyên li Erîwan  û Rusyayê înkar bikin. Ji ber, ev rastiyek e û li pêş wan sekiniye. 


2007-07-18


Gotinên miftehî :