Sîvîlîzasyon,sîvîlîzasyon

Sîvîlîzasyon

A+ A-

Ji roja avakirina Amîdakurd û bi vê ve, di nav rûpelên malperê de gelek caran qala vê mijarê hatiye kirin û ji bo pêşveçûna civakê grîngiya wê hatiye gotin. Di rastiya xwe de ev qal ne ji zû ve ye ku ketiye rojeva kurdan; dikare bê gotin ku weke însiyatîfek an tevgerek bi derçûna Amîda re destpêkiriye û îro jî, di rojeva gelek kesên rewşenbîr de ye. Civakên avakirî û kemilandî bi şoreşa demokratîk a burjuvazî re ev peyv afirandin û ji bo parastina nirx û çanda civakê, ji bo maf û azadiya gel a li hember detshilatê bi girîngî li ser vê yekê radiwestin. Sîstema dewletan çi dibe bila bibe, ji bo civakê li gorî dîtin û îdeolojiyên xwe bi rê bixin û rengek li gorî xwe bidinê, dest avêtin mafên gel ên bingehîn. Ji ber ku civak bê ser û ber û rêxistin bûn, demeke dirêj di bin bandora sîstemên dîktatorî de pelçiqîn û mafên xwe yên bingehîn wenda kirin. Bi demê re gel ji bo parastina xwe ji destgirî û piştgiriyê pê ve tu rê nedît. Ev yek rêya dem û dezgehên tevgerên gel vekir ku bi demê re ev dezgeh bûn saziyên bingehîn ên demokrasiyê. Îro demokrasiya Rojava hebûna xwe û çanda xwe ya demokrasiyê deyndarê berxwedana van dezgehên civakê yên sivîl e.

Ji ber ku kurd neteweyeke bindest bûne mafên civakî çandî, mirovî her weke daxwazên polîtîk hatine nirxandin. Ji ber vê yekê jî, tim bi şerên kurdan ên li hember dagîrkeran re û bi destê rêxistin an partiyên kurd ve û weke beşek ji rêziknameya rêxistin an jî partiyê hatiye organîzekirin. Ji ber ku desthilatdarên welatên kurdan dagîrkerên kurdan bi xwe bûne ango kurd bi rêk û pêk nebûne desthilatdarên welatê xwe, şerê mafê bingehîn ên çandî, civakî jî bi şerê rizgarkirina neteweyî re yekser meşiyaye û tim di bin bandora partî an jî rêxistinan de bûye, lewra jî problematîka sîvîlîzasyonê tu carî weke yên neteweyên din bi serê xwe nebûye projeyeke hundirîn ango li hember desthilatdarên xwe yên yeknetewe.

Li aliyê din, meseleyek din jî, derengmayîna bişaftina feodalîteyê bi xwe ye. Weke li jor jî hate gotin, birêxistiniyên modern ên civakî piştî şoreşa demokratîk a burjuvaziyê, ketin rojeva gelan. Dîsa bi hêsanî dikare bê gotin ku ev şoreş roja îro jî di civaka me de tevî encamên xwe temam nebûye. Ev yek sedemek ji paşvehiştina civaka kurdan e.

Piştî van tespîtan êdî em dikarin dest bi mijara xwe û girîngiya mijarê bikin. Îro ji bo kurdan sîvîlîzasyon gaveke nû û bêveger e. Rewşa siyasî ya kaotîk xetereyeke mezin peyda kiriye. Dûrketina civakê ya ji çanda xwe ya resen û cîgirtina polîtîkaya bişaftinê bûye meseleya man û nemanê ji bo kurdan. Her rêxistinek kurd bi pêvajoya demê re kêmasî xwedî îdeolojiyek bûye –ji ber bi guherînên civakî re ji bêgavî, carbicar îdeolojî jî guherîne-. Biçûk an jî mezin her rêxistinek hewl daye ku civakê li gor îdeolojiya xwe biguhere. Ev yek jî bi giranî bi zimanê dagîrkerên xwe pêk anîne. Ji ber problemên zimanê kurdî û tunebûna wergêrên pirtûkên îdeolojîk ên bi kurdî, ev yek hinek jî xwe bi xwe pêk hatiye. Dûre jî -yek du mînakên biçûk ne tê de- zimanê siyaseta kurdî, nexasim li Bakurê Kurdistanê bûye zimanê dagîrkerên axa Kurdistanê.

Her çiqas em hewl didin ku xwe ji polîtîkayê dûr bigirin û ev kar bispêrin pisporên wê û em jî bi karê xwe ve dakevin jî, ji ber girîngiya problematîka meseleya sîvîlîzasyonê, divê niha em çend tespîtên siyasî bikin: Weke ku me dîyar kir, zimanê me yê siyasetê bû zimanê dagîrkerên me. Neha em hinek encamên îroyîn ên vê yekê rohnî bikin. Dema mirov bi zimanê neyarê xwe siyasetê bike, bi demê re çanda wî zimanî jî werdigire û yê xwe îhmal dike. Ev yek di nav salan de dike ku tu û neyarê xwe bi ziman û çanda xwe nêzîkî hev bibin, carna jî dibin yek an jî, cudahiyên di navbera we de nediyar dibin. Mirov çiqas nêzîkî çand û zimanek din bibe, nexasim çand û zimanê dagîrkerê xwe bibe, ew çend jî ji çand û zimanê xwe dûr dikeve. Ger ku rêxistin xurt be û bikaribe civakê bi rê bixe ev car civakê jî bi xwe re diguherîne û riya xwebişaftineke mezin vedike. Ev encamên îro xuya ne. Bi vê rastiyê re rastiyeke din jî derdikeve holê. Ger mirov ji dijminê xwe dirûv bigire û cudahiyên di navbera xwe de nediyar bike, sedemên daxwazên bingehîn ên neteweyî jî ji holê radibin û têkoşîna rizgarkirina neteweyekî dibe problemeke hundirîn a daxwazên biçûk ên demokratîk a di nav dewleta unîter de. Ev yek jî rastiya îroyîn e.

Girîngiya meseleya sîvîlîzasyonê jî li vir aşkere dibe. Îro ji bo kurdan problema sîvîlîzasyonê projeya dîyarkirina cudahiyên di navbera xwe û dijminên xwe de ye. Meseleya rêlibergirtina bişaftina ziman û çanda civakê ye, meseleya man û nemana neteweyekê ye.


Gotinên miftehî :