Tecrûbeya kêmaran û perwerdehiya bi kurdî
Rêxistineke bi navê “Minority Rights Groups International (Koma Navneteweyî ya Mafên Kêmaran)” raporeke li ser mafê perwerdehiyê raporek bi navê “Jibîrkirin an pişaftin? Di Pergala Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê de Kêmar” amade kiriye.
Roja 16’ê adarê ev rapor bi panelekê pêşkêşî raya giştî hate kirin. Ez bi xwe jî wekî panelîst beşdarî vê çalakiyê bûm. Ji bilî min nûnerê ermen, rûm, suryanî û alewiyan li wir amade bûn. Piraniya çapemeniya tirk li wir bû lê mixabin der barê çalakiyê de zêde nûçe derneketin. Tevî ku nûçegihanê DÎHA’yê nûçeya wê amade kiribû jî, çapemeniya kurd jî cih neda vê raporê. Lê li gorî baweriya min ev rapor bi naveroka xwe hêjayî nirxandinê ye. Digel ku armanca min ne nirxandina raporê ye jî, ez ji beşa dawîn çend xalan bidim:
1-Di xala sêyem a makeqanûna Tirkiyeyê de divê peyva “zimanê dewletê” wekî “zimanê fermî yê dewletê” were guhartin.
2- Xala 42’yan a makeqanûnê divê bi awayekî wisa were guhartin ku mafê hîndekarî û perwerdehiyê bide hemû zimanên kêmaran.
3- Xala 134’an a makeqanûnê û xala 10’an a Qanûna Bingehîn a Perwerdehiya Neteweyî divê bi awayekî wisa were guhartin ku hemû zimanên kêmaran jî bi qasî tirkî teşwîq bike.
4- Divê hemû xalên ku parastin çand û zimanên kêmaran qedexe dikin ji qanûna werin derxistin.
Ji bilî van jî gelek xalên girîng di vê raporê de hene. Lê armanca min de nasandina raporê ye. Ez dixwazim di vê nivîsa xwe de li ser rewşa dibistanên kêmarên mîna rûm û ermenan çend tiştan bibêjim. Lewre di wê panelê de nûnerên wan kêmaran tiştên gelekî balkêş gotin. Gelek kesên ku pê nizanin dilê xwe dibijînin dibistanên rûm û ermenan. Hinek kurd fêm nakin ka çima piraniya kurdan naxwazin li Tirkiyeyê wekî kêmar bêne binavkirin û bibin xwediyê statûya kêmaran. Lê kurd ji baş dizanin ku dagirkeran çi aniye serê kêmarên fermî, lewre jî naxwazin aqûbeta wan kêmaran were serê kurdan jî. Ji ber vê yekê jî di panelê de gotina min yekem ev bû, “Em kurd li Tirkiyeyê xwe wekî kêmar nabînin, em xwe wekî neteweyeke cuda dibînin.”
Îcar em vegerin ser mijara xwe, li gorî gotinên nûnerên ermen û rûman, dewleta tirk dibistanên kêmaran wekî mêtingehekê dibîne, ji ber vê yekê jî waliyekî xwe yê mêtingeriyê di bin navê “alîkarê sereke yê gerînende yê tirk” dişîne wan dibistanan. Pirî caran ew kes ne wekî mamoste, lê belê wekî polîs û sîxuran tevdigerin. Rayeya wan ji ya gerînendeyan zêdetir e. Bo nimûne gerînende nikare bêyî destûra wan têkiliyê bi rayedarên dewletê re dayne, lê ew dikare bêyî agahiya gerînende ji rayedarên dewletê re raporan bişîne. Lewre jî hin caran raporên sosret ên mîna “şagirt sirûda neteweyî zêde ji dil nabêjin” dişîne.
Li van dibistanan zarokên van gelan nikarin çanda xwe hîn bibin, bi tenê ziman ne tirkî ye, wekî din naveroka perwerdehiyê wekî ya dibistanên din e. Zarok dîsa her serê sibê bi sonda “Ez tirk im” dest bi waneyan dikin. Digel vê yekê jî hin caran alîkarê sereke yê gerînende yê giliyê mamoste û gerînendayan li bal rayedarên dewletê dike.
Ev jî nîşan dide ku mafê perwerdehiyê heta ku naveroka perwerdehiyê demokratîk nebe û hebûna kurdan bi makeqanûnê neyê mîsogerkirin, bi kêrî tiştekî nayê. Lewre divê serê pêşîn hebûna kurdan were pejirandin, tevî zimanê kurdan dîrok û têkoşîna kurdan wekî parçeyekî têkoşîna demokrasî û azadiyê were dîtin. Ji ber vê yekê heta ku Tevgera Azadîxwaz a Gelê Kurd wekî muxatab neyê pejirandin, û mafên neteweyî yên kurdan neyên pejirandin, gavên mîna kurdolojî û TRT 6’ê bi kêrî tiştekî nayên.