1. Tekst

  2. Gotar

  3. Birgul Ozbaris Arda
  4. Temenên piçûk, lê hêrsên mezin
Temenên piçûk, lê hêrsên mezin,Temenên,piçûk,,lê,hêrsên,mezin

Temenên piçûk, lê hêrsên mezin

A+ A-

Demeke dirêj Bakurê Kurdîstanê bê deng bû û siyaseteke tevlîhev û bê ser û ber dimeşiya. Hin kes ji ber wê sîyaset û belavbûnê, xwe da aliyekî û temaşe kir. Hin kesan jî, ew tevlîhevî bêtir bi kar anîn û li ser saşiyan şaşiyên nû ava kirin. Gel jî ew pevajo baş şopand. Her çiqas gel ji ber wê pevajoyê êşîyabe jî, tu car dev ji îradeya xwe berneda. Di wan demên tevlîhev de, di çapemeniya tirkan de her tim gotinên mîna “êdî gele kurd westiya û dev ji berxwedanê berda” dihate nivîsandin, bi taybet jî nivîskarên wan ên quncikan, ji rojevê nedixistin. Her meh li ser talîmata artêşa tirk “rojnamevanek” an “nivîskarek” diçû Bakurê Kurdistanê û goya gotinên gelê kurd rûpel rûpel di rojnameyan de diweşandin.

Bi van nivîsan, him artêşa tirk him jî AKP betir dihatin werimandin. Kurdan her got “aştî”, “biratiya gelan” lê li hemberî van gotinan bêtir zilm û zordestî dîtin û lêdan xwarin. Tu car êriş û êşkence ji ser kurdan ranebû û welatê wan bêtir li wan bû zîndaneke vekirî.

Lê di 28ê adara 2006an de, ev pêvajo bêtir ber bi zelalbûnekê ve çû. Gel kontrol kir destê xwe.

14 gerilla şehit ketin û 4 cenaze ji wan, hatin Amedê. Beri wê bûyerê di 15ê sibatê de li gelek deverên Kurdistanê çalakî çêbûbûn. Li Amedê jî daxuyaniyek hatibû dayîn û bi qasî 150 kes beşdar bûbûn. Rojnameyên tirkan vê yekê kirin bingeh ji gotinên xwe yên derew re û xwe avêtin ser. Qelemşorên şer berê xwe dîsa dabûn Kurdistanê. Çapemeniya kurdan jî, bi nûçeyeke piçûk a li ser çalakiya Amedê, vê rewşê rexne kir.

Kengî ku cenazeyên 4 gerillayan hatin Amedê, gel got “rawestin, îcar em ê bi zimanê xwe biaxivin”. Gel ji aliyekê ve jî, ji ber êrîşên devleta tirk serî hildabû, ji aliyê din ve jî, li hember siyaseta kurdan a belavbûyi û şaş, serî hildabû. Êdî çavên gel tiştek nedidît û ji mirinê jî neditirsiya. Hêzeke bê kontrol bû. Sînga xwe dabûn ber top û tifingen tirkan û kesek jî guhdar nedikirin. Ji zarokên 7 salî bigrin heya kalên 80 salî herkes daketibû kuçe û kolanan. Kesek newêribû bigota “em rojnamevan in”. Gel hêrs bû, lewra kesekî derdê wan nedinivîsî û her aliyekî li gor sîyaseta xwe dinirxand.

Di serîhildanê de wek îroj disa zarok û ciwan, di hemezên wan de kevir û molotf koktelyl, li pêşiya gel, bi ser dijmin ve dimeşiyan. Wek îroj çawa dibêjin; ‘ev zarok û gel ji tirsan çalakiyan dikin’ an ‘derebeyên dikanên xwe ji tirsan digirin’, wê demê jî, her wiha digotin û piştî serîhildanê xwestin ser rastiyê dîsa bigirin. Lê ew zarok û gel ji tirsa tu kesekî dernayên kûçe û kolanan. Ev rastiyek e. Bawerî û hêza gelê Kurd e ku wan radike ser pîyan.

Ez wê demê li Amedê bûm û dîxwazim serpêhatîyeke xwe bi we re parve bikim.
Serîhildana Amedê ketibû roja duyem û serê sibê xeberek hat ku li Huzurevlerî gel dixwaze erişî qereqola Huzurevlerî bike. Ez bi lezgînî bi wî alî ve çûm.
Zarok û ciwan kuçe û kolanên Huzurevleriyê tev girtibûn û polîs bi panzerên qirase va li dû zarokan ketibûn, lê hêza wan nedigihişte zarokan. Nêzi qereqola Huzurevlerî, bi qasî 15-20 zarok, nêzi 40-50 polîs dabûn ber keviran û gav bi gav ber bi wan ve diçûn. Dema polîsan dîtin bi kevirên zarokan nikarin, vê carê çek bikar anîn, li gel fişekên rastîn û raste rast hedef digirtin. Ji zarokan gelek brîndar bûn. Yên ku min dîtin, ciwanek fişek li pişt stuyê wî ketibû, me bi xwe ew kir erebê û şand nexweşxanê, yek fişek li sînga wî ketibû, yek jî ji çoka xwe xwaribû û hestiyê çokê ji derve bû.

Di nav wê tofanê de min hew dît yekî ez daf dam û got “abla (xûçê) here tê di bin lingan de bihincirî”.
Min jî got xortekî mezin e. Ez zivirîm ku zarokeke 7 herî zêde 8 salî ye, lê bi hêrsa sedan salan ve diaxive. Min got “tu piçûk î, çima te nahincirînin, çima min bihincirînin?. Dê û bavê te li ku ne? here wê te biêşînin”. Zivirî ji min re got; “abla li vê cografyayê zarok zû mezin dibin. Van bênamûsan bavê min kûştin. Bavê min tune.”
Dûre dest avet karta min a rojnamevanî û temaşe kir. Diyar bû hê nikaribû bixwîne jî. Got; “abla tu ji me yî an ji wan î?” Min got; “ez rojnemevana kurd im.” Mîna fermandarekî zivirî ji zarokên der û dora xwe re bang kir û got: “abla kurd e biparêzin”
Di binê milê wî de jî, deftereke nîvçiriyayî hebû, deftera xwe jî avête kêlekekî, bi desmaleke peritî ve goya rûyê xwe jî veşartibû, lê dema ba lê dixist, rûyê wî hemû vedibû, ba pê re îxanet dikir. Hemêza xwe tijî kevir kiribû û kevirekî mezin jî di dest de bû. Dema kevir diavet, kevirê wî cardin li ber linge wî diket. Temenekî piçûk, lê herseke mezin bû.

Wê demê dewleta tirk fêm kir ku gele kurd ji her demê bêtir dikare rabe ser piyan. Ji aliyê din ve tevgera kurd jî şaşitiyên xwe yên li hemberî gel dît û di nav xwe de muhasebe kir. Her çiqas pirsgirêk bi temamî çareser nebûbin jî, dema mirov çalakiyên van rojên dawîn bi yên 2006an ve dide ber hev, ji aliyê organîzebûn, drûşm, daxwaz, armancan, zelalbûn û bibiryarbûnê ve, sererastbûneke baş dibîne.

Bi taybet jî drûşm grîng in. Lewra gel dide dû drûşman. Drûşmên mirov armancên mirov in û dema armanc daketî bin, çalakî û nerazîbûn jî li gor wê dibin. Drûşm moral in jî û gel çi qasî li gor daxwazên dilê xwe dikare drûşman berz bike, bêtir ji dil û bi moral û rêxistinî deng û nerazîbûnên xwe bilind dike ku ev jî dibin xewnereşka dijmin. Û ev hemû jî nîşan didin ku bi drûşmên “bijî biratiya gelan” û “bijî aştî” nabin. Lewra tenê aştî û biratiya gelan, dilên peritî derman nake, hêstirên çavan paqij nake.

Em car din bên ser mijara serîhildanê ku Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê demê nav li serîhildanê kir û got: “ev serîhildan îlana jihevveqetînê ye”. Belê ev êdî îlana berdanê, ango jihevveqetînê bû. Lewra piştî wê serîhildanê, gelê kurd her çiqas gotibe “bijî biratîya gelan” jî, ev gotin tu carî ji dile wan nehat. Ji ber ku êdî li ser nave biratiyê tiştek nemaye.

Dewleta tirk her ku çû, qanûnên xwe li hemberî kurdan hişk kir û ji aliyekê ve jî, bi operesyonên qirase, bi ser gerîlla ve çû. Lê bi têkçûneke mezin ve jî, bi paş ve vegeriya. Arteşa tirk her çiqas li hemberî gerîlla têk diçe, ew qasî bi ser gelê kurd ve diçe û dixwaze hêrsa xwe di serê gel de sar bike.

Dewleta tirk îro jî di kesayetiya Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, êrişê kesayetiya gelê kurd kiriye û gel dîsa li ser piyan e. Dîsa li her deverên Kurdistanê serhildan hene û dîsa zarokên kurdan li pêşîya gel, li hemberî dijmin şer dikin.

Pişti ewqas êş, ewqas zilim, xuya ye ku jiyaneke bi hev re êdî ne pêkan e. Herdu gel jî, hev û du ranagirin êdî ji hev re pir giran tên. Serokê Gele Kurd Abdullah Ocalan, bi salan e devleta tirk hişyar dike û dibêje; “dema her du gel bên hemberi hev û du, edî rêya paşve vegerê namîne.”

Lê êdî herdu gel jî, vekirî nevîn (nefret) û kîna xwe tînin ziman û erişî hev û du dikin. Bi taybet jî ku ji destê tirkan bê dê kurdan di kefçiyek av de bifetisînin. Di nav vê atmosferê de gelo çareseriyeke çawa dikare herdu gelan di nav aştiyê de bijîne?

Di vir de li gor min beriya biratiya gelan, rizgarî bi yekîtîya kurdan ve pêkan e. Lewra ev pêvajo çiqas baş bê bikaranîn û yekîtî çiqas di nav kurdan de ava bibe, ew qas serkeftin û çareseriyeke li gor dilê hemû kurdan dikare pêk bê.

Hevidar im berxwedana zarokên serîhildanê, ji hemû gelê kurd re bibe mînak û hinceta yekîtiye.

Bîrgul Ozbariş ARDA
2008-10-29