Temsîlkerên Wêrek ên Heqîqetê
{mosimage} Dilawer ZERAQ
Rewşenbîr: Temsîlkerên wêrek ên heqîqetê ango ‘Bêminetiya ku xwe dispêre wijdên’
Ger tu bi mafdariya tiştekî/ê bizanibî û alîgiriya wî/ê nekî, tu newêrek î (Konfîçyûs)
Ji ber giraniya mijarê û zehmetiya dahûrandin û pênasekirina wê, bi qasî demekê digevizim, xwe virde û wirde dikim, da ku nikaribim der heqê vê mijarê de-binivîsim. Lê belê piştî demeke têrtengav, gotina Hegel, a ‘hişê nerehet’ dest pê dike misêwa li deriyê mêjiyê min dixe û hişê min rehet nahêle.
Wek destpêk û ji bo aqûbeta nivîsarê, ji bo têgihîştandina armanc û merama xwe ya ku ji dahka rewşenbîrbûnê dûr e, ez ê gotina Hegel piçekî xera û deforme bikim, bi gotina xwe ya lêanînî: bi ‘wijdanê nerehet’ gaveke din pê de herim û bi vê nerehetiyê jî dest bi çikandina îmana pênûsa xwe bikim.
Kî ye Rewşenbîr û çi ye Rewşenbîrî?
Tevî ku gelek zana û feylesof ketine dû wate û pênasandina vê têgiha hanê jî, her yekî bi pênaseyeke nêzî ya/ê din rewşenbîr(î) aniye zimên. Gramsci, tevî ku gotiye ‘hemû mirov rewşenbîr in, lê hemû jî di civakê de rol û erka rewşenbiriyê nadin ser milê xwe’ jî, kesên ku bi vê erkê radibin û dibin rewşenbîr kirine du beş: Beşa yekem Rewşenbîrên Gerdîşî ne ku ji mamoste, dixtor, mele, zanyar, papaz û rêveberan pêk tê. Beşa duyem jî Rewşenbîrên Organîk in û ji wan kesên ku ji bo birêxistinkirina berjewendiyên xwe û ji bo bidestxistina îktîdarê rewşenbîran dixebitînin, pêk tê.
M. Foucault, jî rewşebîran di du beşan de hildide dest û dibêje: Rewşenbîrên Siyasî; ew kes in ku zanebûn û pisporiya xwe û têkiliya xwe ya bi ‘heqîqetê’ re di qad û warê siyasetê de dixebitînin. Rewşenbîrên Spesîfîk; ew kes Rewşenbîrên Nû ne ku di sazî, an jî karekî spesîfîk –wekî nexweşxane, dibistan, labarotuar, zanîngeh û hw.d- de dixebitin.
J.P Sartre jî dibêje: “Rewşenbîr ew kes e ku tiliya xwe dixe nav tiştên ku wî/ê eleqeder nake û li ser navê civak û mirovê gerdûnî, xwedî dahka pirsyarkirina rasteqîniyên ku hatine qebûlkirin û reftarên ku di bin wan de veşartî ne, ye.”
Axirî, E. Said jî dibêje; “Rewşenbîr ew kes in ku her tim di navbera tikûtenêtî û alîgiriyê de ne û mirovên aidî dem û çaxên xwe ne.”
Gava mirov baş bala xwe didêyê xweş diyar dibe ku ev her çar pênase di xalekê de dibin yek: ew jî zanîn û epîsteme bi xwe ye. Yanê ji bo rewşenb(î)riyê şertê yekem zanîn û xwendewarî ye. Dûre pratîkkirina vê zanînê.
Heqîqet û Zanîn
Digel vê yekê jî, gava mirov piçekî din jî bi hûranî bala xwe dide pênaseyan, dîsa tiştekî din ê hevpar derdikeve pêş: têkiliya rewşenbir(î)iyê ya bi ‘heqîqet’ê re. M. Foucault ji bo ‘heqîqet’ ê wiha dibêje: Divê ‘heqîqet’ wek tevahiya rê û rêzanên hilberandina peyvan, biserûberbûna wan, belavbûna wan, gerîna wan a di devê kesan de û bikêrhatina wan were fêmkirin (peyv tên ba hev hevok pê saz dibin, fikr û raman bi hevokan –bi zimên- çêdibe û axirî zanîn jî bi anînzimana peyv û hevokên ku di parzûnka fikirîn û nosyonê re daweriviye, pêk tê- îtalîk D.Z.) û didomîne; ‘Rejîma Heqîqetê’ bi pergalên îktîdarên ku wê hildiberînin, piştgiriya wê dikin re û bi bandora îktîdarê ku xwe bi xwe belav dibe û ji aliyê ‘heqîqetê’ ve tê (hatiye) pêkanîn re di nav têkiliyeke fetlonekî de ye. M. Foucault pê de diçe û dibêje: Tiştê ku tê pirsyarkirin ev e: awayê belavbûn û erkdariya zanînê û têkiliya zanînê ya bi îktîdarê re. Bi kurtasî ‘Rejîma Zanînê’ ye.
Em bi peyt û tespîtên M. Foucault tê digihîjin ku ‘heqîqet’ û ‘Zanîn’ wek goşt û hestî bi hev ve girêdayî ne û ji bo pêkhatina ‘heqîqetê’ zanîn tiştekî bivênevê ye.
Heqîqet û Rewşenbîr(î)
Bi van agahiyên jorîn, em digihîjin wê baweriyê ku; ‘heqîqet’ gava ‘peyv’ bi erka xwe ya esasî rabin dikare têkiliyeke durist bi îktîdarê re deyne. Her wiha bi pêkhatina têkiliyeke bi rengê ku ‘tê xwestin’ jî, ‘zanîn’ a ku bi saya serê erkdariya peyvan pêk tê, di mêjiyê kesê ku wê berceste dike û di devê kesê ku wê bi lêv dike de watedar dibe.
Ev kes ji bilî rewşenbîr ne tu kes e. Lewma jî, ji bo rewşenbîriyê şertê yekem ‘zanîn’ e. Rewşenbîr wek Foucault dibêje, ‘Berî her tiştî ji bo xwe diqilqile û endîşe dike. Û ev qilqal her tim ji bo qenciya kesên din e. Li vê derê sekn, helwest, awayê fikr û dîtin, reftar û qada rewşenbîr a tevgerînê û nîşandana van hemûyan bêhtir xwe dide der. Û qilqilîna rewşenbîr a ji bo xwe, di nav kêliyekê de dibe qilqilîna ji bo kesên din jî û temaya esasî ya tevgerîna rewşenbîriyê pêk tê.’
Hemin ku wiha ye, tu kesekî, berî ku bibe xwedî zanîn û vê zanîna xwe ji bo ‘qilqilîna ji bo xwe’ di behra xwe ya bêbinî de xwedî neke û gava bivê ji bo anînzimana heqîqetê û ‘ji bo qilqilîna kesên din’ dernexîne ber rojê, dê wê zanînê bifetisîne û bêkêr bike. Û dê ew rewşenbîr bibe wekî kesên ku R. Musîl di romana xwe ya ‘Mirovê Nehêja’ de qala wan kiriye. Yanê ew kes dê heqîqetê bibînin, dê bizanibin çima heye û çawan e, lê ji ber ku ew ê di wextê xwe de wê bi lêv nekin û bi vê bilêvkirinê re jî wê watedar nekin, dê ‘heqîqet’ ji heqîqetbûna xwe dûr bikeve û hebûn û wateya xwe winda bike.
Bi vî awayî em piçekî din jî ji baweriya xwe pê de çûn û em êdî dikarin bibêjin ku ji bo rewşenbîriyê anînzimana ‘heqîqet’ ê ya di her şert û mercê de şertê yekem e.
Rewşenbîr(î) û Nivîskar(î)
“Nivîs ew tişt e ku hatiye tepeserkirin û bi qasî ku mirov nikaribe bervê bide û îtîraz bike, ewan e.” (Michel Foucalt)
Serê pêşîn min divê ez bêjim nivîskar, ew kes e ku tiştên wî/ê hene ku divê bên gotin. Îcar bi vê re, tiştên ku nivîskar bi nivîsandinê dibêje –an jî tiştên ku dixwaze bibêje- ji bo têgihîştin û pênasandina pirsa ‘gelo nivîskar rewşenbîr e?’ girîng in.
Berî her tiştî nivîskar xwedî helwestekê ye û awayê nîşandana helwesta wî/ê, rengê helwesta wî/ê jî diyar dike. Nivîs belkî jî tekane tişt e ku ji bilî wê tu tiştek tune ye ku wê biparêze û nivîs bi tenê dikare xwe bispêre xwe. Ji ber vê yekê jî dîsa her nivîsek, tekane tişt e ku ji bilî kirasê wê tu kiras lê nayê û ji bo derbirînê, di warê duristiyê de tu tişt di ser wê re tune ye -mijara nivîsê û tiştê ku dibêje çi dibe bila bibe-.
Ji ber ku nivîskar peyvan ji bo nivîsandinê wek alav bi kar tîne; û gerîn û xebitandina peyvan jî ji bo anînzimana heqîqetê tiştekî bivê nevê ne, têkiliya nivîskar a bi heqîqetê re hê bêhtir xurt e. Heke em li vê derê awirekî bidin ser Roland Barthes, em ê bibînin ku ew ‘nivîskar û kesê ku dinivîse’ ji hev cuda dike û wiha pê de diçe: “Kesê ku dinivîse ji bo hinartin û veguheztina zanînê nivîsê bi kare tîne. Lê nivîskar parêzerê/a zimanê hevpar e. Alava wî/ê ew ziman e ku nîşan nade û zanînê berevajî dike.” M. Foucault jî dipirse û dibêje ‘Kî dipeyive?’ L. Goldmann jî bi pirseke dîtir bersîva wî dide: ‘Çi dibêje?’
Îcar li vir ji ‘kî dipeyive’ bêhtir girîngiya pirsa ‘çi dibêje’ derdikeve pêş. Ji lew re jî, helwestgirtinên ji bo heqîqetê wêrekiya nivîskar e û nivîskar bi vê felsefeya xwe hê bêhtir nêzikî rewşenbîriyê dibe; ji ber ku ew -ne ji bo ku bi nivîsandinê ‘wijdanê xwe yê nerehet’ rehet bike û pê dilê xwe jî fireh bike dinivîse, lê ji bo ku peyvên ku ew bi kar tîne bibin sedema anînzimana heqîqetê û afirandinên wî/ê, wî/ê nekin wek kesekî wek serê biskê-, û ji bo ku wijdanê kesên din pir jî ne rehet be, dinivîse.
Em di ronîdariya van agahiyên kurt de û ji ber van sedemên diyarker ku me bi kurtasî rave û aşkera kir, digihîjin bîrûbaweriyekê û dişên bibêjin; nivîskar bi qasî tiştên ku bikaribe xwe bispêre zanînên gerdûnî, bi qasî ku karibe berdevkiya heqîqetê bike û bi qasî ku karibe statuyeke binyatî bide nivîsê û bi qasî ku bikaribe barê erknivîskariyê bide ser milên xwe û bi qasî ku bikaribe bibe ferdekî/e serbixwe, rewşenbîr e.
Çand û Rewşenbîr(î)
Ger em di serî de bala xwe bidin gotina Frantz Fanon, em ê gaveke xurttir û mezintir biavêjin ji bo fêmkirina têkiliya di nabera çand û rewşenbîr(î) de.
Frantz Fanon dibêje: ‘Çand; berî her tiştî derbirîna hişmendiya neteweyekê ye, îfadeya tercîhên wê neteweyê, tabû û modelên wê ye.’ Hemin ku rewşenbîr ew kes e ku xîm û bingeha tevger û reftarên jiyana xwe, karwanî û aktîvîteya xwe, li ser hişmendiya xwe dide rûniştandin, em bi rehetî dikarin bibêjin rewşenbîr; parçeyekî/e ji neteweya xwe ye û hemin ku çand li gorî her neteweyê bi xweserî û oîrîjînalîteya xwe ve heye; rewşenbîr di heman demê de parçeyekî/e neteweya xwe ye jî.
Her wiha, pir baş tê zanîn ku ziman yek ji elementê girîngtir û sereke yê zimanekî ye. Rewşenbîr, berî ku awayê ramîn û fikirîna xwe, bi zanîna xwe -ya ku dê piştre di mêjiyê wî/ê de bi cih bibe- bi pergal û sîstematîze bike, bi çanda neteweya xwe digihîje û adet û qayde û elementên çanda wî/ê ya netewî dibin diyarkerên xuset û taybetiyên wî yên jiyanî.
Ji ber vê yekê rewşenbîr bivê nevê li hember çanda xwe helwest û reftarên parêzkariyê nîşan dide. Di vê yekê de jî mafdar e. Lewre rewşenbîr ji derveyî wateya klasîk û tê zanîn, bi awayê bikaranîna zimên, bi awayê jiyîna çanda xwe, li puxte û kakilên çanda xwe serwext bûye.
Frantz Fanon, piştî ku pênaseya rewşenbîrê/a xumalî dike, dibêje: “berpirsiyariya rewşenbîr, ne berpirsiyariyeke li hember çanda wî/ê ya netewî ye, li hember hemû kes û ferdên neteweyê berpirsiyariyeke global û gerdûnî ye.” Yanê her çi qas rewşenbîr bi çanda neteweya xwe digihîje û dibe xwedî ezmûn jî, ger ku dirûv û awayê serwextbûna rewşenbîr bes ji bo parastinê be, dê li dijî çandên din tevger û reftarên refleksîf tê de peyde bibin.
Frantz Fanon wiha didomîne: “Çanda netewî, ne folklor e, ne jî populîzmeke razber e ku bibêje qey ew ê karibe xwezaya esasî û rasteqîn a gelekî kifş bike; ew ji tevgerên kêfî, yanê ji parçeyên westar û bêbandor ên ku her ku diçin ji rastiya gel dûr dikevin û têkiliya xwe qut dikin, pêk nayê. Çandeke netewî, tevaya hewlên gel ên di warê fikr û ramanê de ne; gel ji bo ku çalakiya ku wî heyî dike pênase, rewa û meşrû bike û pesna wan çalakiyan bide, van hewlan dide.”
Ji ber ku çanda netewî ji hewlên ramanî ên gel pêk tê, pir normal û asayî ye ku di neteweyekê de tevgerên rewşenbîrî ku dirûvê xwe ji çanda netewî digirin, pêk bên. Û her wisan, têkiliyeke xurt jî heye di navbera van tevgeran û radeya kemilîna hişmendiya netewî ya wê neteweyê de.
Û di dawiyê de, bi van rave û şîroveyan ev bîr û bawerî di me de çêdibe ku; her çi qas çand di awir û pencereyê zanînê de tiştekî wekî ne ji ramanê pêkhatî xuya bike jî, di rastiyê de têkiliyeke xurt a çanda neteweyekê bi (awa û dirûvê) ramîna wê neteweyê re heye. Û rewşenbîrên wê neteweyê bivê nevê di ronîdariya wan fikr û ramanan de hişmendiya xwe ya gerdûnî ava dikin û dikarin bigihîjin feraset û behredariyeke wisan ku bikaribin hem çanda neteweya xwe xurttir bikin di qada cîhanê de, hem jî bi awirên gerdûnî li çanda xwe û li çanda neteweyên din binêrin.
Rewşenbîriya Kurd
Her çi qas, wekî destpêk, di warê çandî de hewceyî lêkolîneke berfireh be jî, –ji ber ku di warê nivîskarî û rewşenbîriya Kurdî de wek destpêk tê qebûlkirin û ji ber taybetiyên wê yên dîrokî, çandî, wêjeyî û rewşenbîrî- ez ê destpêka rewşenbîriya Kurd bibim heya sal û serdema 17an û ez ê yek bi yek û li gorî gihîştin û kamilbûna çax û serdema wan, çend rewşenbîrên ku –min ew bijartine- bi têkildariyeke xurt bi çanda neteweya Kurd gihîştine, bi domandina vê nivîsê bikim mijar û hewl bidim ku piçekî qala problematîka rewşenbîriya Kurd bikim û pirs(girêk)bûna wê bînim zimên.
Ehmedê Xanî
Destpêkek!
Yekem nivîskarê ku; nakokî, gelş û gelemşeyên civaka ku tê de dijî li xwe kiriye pirs(girêk) û bi erknivîskariyê rabûye. Yanê E. Xanî, wekî ku Foucault dibêje, ‘bi qilqala xwebûniyê’ nivîsandiye berhemên xwe. Wî kariye elementên çanda ku tê de dijî, tev li zanîna xwe ya di perwerdehiya medreseyan de dîtî bike û ferdbûna xwe di civaka xwe de erkdar bike. Helbet ‘qilqala xwebûniyê’ jî yekem gav û şertê ‘ferdbûnê’ ye. Her wiha, E. Xanî piştî ku ferdbûna xwe temam kiriye, wek kesekî xwendewar, bi zimanê ku pê nivîsandiye, bi zanîna ku pê berhemên xwe nivîsandiye û bi desttêwerdaneke dîrokî, berpirsiyariya xwe ya rewşenbîrî –ya li gorî dem û çaxê- bi cih aniye. Û destpêkbûna E. Xanî, ji wêrekiya wî ya bêhempa tê ku; wî rabûye, di wê dem û çaxê û di nav civaka kurdan de -ku ji sedan salan bi vir de axaftin ji xwe re kiriye adet û wek kurmekî ne baş, zanîn jî wek tiştekî ku bes ji gotinên jidevderketî pêk tê fêm kiriyê û girîngî nedaye xwendin û nivîsandinê- xameya xwe girtiye û hewl daye ku bala civaka ku tê de dijî bibe ser hebûniya wê.
Lê belê, E. Xanî ji nav qada mîrektiyekê koçî nav qada îqtîdareke dîtir a hundirîn kiriye û di berhema xwe de, daxwaza xwe û hewcetiyên civaka ku tê de dijî û heqîqet bi awa û rengekî libersekinînê neaniye zimên û heta radeyekê li dor sîwana desthilatdariyê maye. Ji ber vê yekê wêrekiya wî ya rewşenbîrane bisînor maye.
Mîqdat Mîthat Bedir-Xan:
Mîqdat Mîthat Bedir-Xan, ji nav mîrektiyekê (îqtîdar) ku zanîn kiriye bingeha mîrektî û desthilatiya xwe, rabûye û bi pêngav û raperîneke xurt û rewşenbîrane, rojnameyeke bi Kurdî weşandiye. (1) Her çi qas ew endamê desthilatiya hundirîn a demekê be û tiştekî gelekî taybet e ku ji nav desthilatiyê kesayetiyên rewşenbîr derkevin jî, kirin û aktivasyona wî ya avangardî, ku li dijî îqtîdara mezin û berfireh kirineke xwendewarî, zanînî, hişmendî û heqîqetî ye, reftar û helwestgirtinên rewşenbîrane ye.
H. Qadirê Koyî:
H. Qadirê Koyî, şairekî ku ‘xwendin, zanîn û heqîqet’ wek sê tiştên bivênevê yên jiyan û hebûniyê qebûl kiriye û hemû kirin û aktîvîteyên xwe li ser vê bingehê meşandiye. Her wiha, şairî û nivîskariya xwe di xizmeta ronîbûna asoya gel û neteweya xwe de kiriye wek sîmge. Yanê wekî ku Oscar Wilde gotiye, “Rewşenbîr û entelektuelên binavûdeng, her tim bi dem û çaxên ku tê de jiyane re di nav têkiliyeke sîmgeyî û sembolîk de ne; ew di hiş û mêjiyê gel de serkeftin û navdariyekê wisan temsîl dikin ku; ev serkeftin û navdarî dikare di rê û oxira şer, an jî têkoşînê de were seferber û nefîramkirin.” Her wiha H. Qadirê Koyî bi hişazabûna xwe û bi helbest û nivîsarên xwe ve, wek rewşenbîrekî xumalî, bi lidijrabûna kirina îqtîdara mezin û anînzimana heqîqetê ya ji bo xeteweya xwe, rewşenbîrekî erknivîskar e.
Celadet Alî Bedir-Xan:
Kesayetekî ronayîparêz ku ji nav adet û toreya îqtîdara hundirîn rabûye; kesayetekî ku bêguman berhemeheke çanda neteweya xwe ye; û kesayetekî ku pirs(girêk)ên neteweya xwe li xwe kiriye derd; û kesayetekî ku zanîna xwe ji bo neteweya xwe û ji bo anînzimana heqîqetê xebitandiye. Celadet Alî Bedir-Xan mînakekî taybet e ji bo rewşenbîriya ku; epîstemeya xwe ya ku bi xwendewariyeke têra xwe fireh çêbûye, bi bingeha çanda ku pê rabûye xemilandiye û –bêyî ku lidijrabûneke hişk û tund pêk bîne- karibûye heqîqetê di wî warî de bîne zimên. (2)
Seîdê Kurdî:
Seîdî Kurdî, yek ji wan kesan e ku –her çi qas bêhna lidijrabûneke siyasî jê neyê jî- ji bo (anînzimana) heqîqetê, ji bo şewqdarkirin û soringtirkirina aso û dahatûya neteweya xwe, projeyeke zanîngehê ya li ser axa ku neteweya wî dijî çêkiriye.(3) Yanê Seîdê Kurdî, yek ji şertê sereke yê rewşenbîriyê –xwedîbûna zanîn û epîstemeyekê- di xwe de hewandiye û wek ku O. Wilde jî gotiye; temsîliyeta rastî û rasteqîniya ku di şexsiyeta rewşenbîr de sembolîze dibe, kiriye. Û bi vê re jî, ji ber ku proje, fikr û ramanên wî yên aktîv û ji bo avabûneke nû ne, bala îqtîdara mezin û derveyîn çûye ser fikrên wî yên ronî û rewneq û wek lidijrabûn û xetereyeke li hember îqtîdarê hatiye dîtin û ji bo temisandina fikrên wî, ew ji aliyê îqtîdarê ve ji kana hizr û ramana xwe hatiye dûrxistin. Ji ber vê yekê, Seîdê Kurdî wek kesayetiyekî rewşenbîr, bi epîstemeya xwe ve, karibûye bi fikr û ramana xwe ve bibe sembolek ji neteweya xwe û bibe temsîlkerê heqîqetê.
Hêmin:
Şairekî ku di dem û çaxa ku tê de jiyaye de, bi serkeftî temsîliyeta têkoşîn û elementên çanda neteweya xwe kiriye. Her çi qas bi îqtîdara hundirîn re di nav têkiliyeke xurt û organîk de bûye jî, wek rewşenbîrekî bi erknivîskariyê rabûye û li hember îqtîdara mezin û derveyîn rabûye û helwest daniye.
Cegerxwîn:
Kesayetekî rewşenîparêz, şair û rewşenbîrekî erkdar.
Cegerxwîn, tevî ku li hember îqtîdara mezin û derveyîn helwest daniye û reftarên rewşenbîriyane nîşan daye jî, yekem rewşenbîr e ku bi rexnekirineke pozîtîf û çêkirox a li hember îqtîdara hundirîn a neteweya xwe, hewl daye ku heqîqetê bîne ziman û aniye jî. Wî di nosyonên şairî û nivîskariya xwe de, bi taybetî îqtîdara derveyîn red û tirotî kiriye û ‘heqîqet’ bi awa û şêwazeke rexneyî aniye zimên û her wiha; wekî F. Fanon jî gotiye; “dahka redkirinê her tim hêsantir e ji redkirina bera û esasî.”, ew neketiye dafika ‘dahka redkirinê’; redkirina xwe bi şairî û nivîskariya xwe ya erkdar û fonksiyonel nîşan daye û di temsîliyeta sîmge û semboliya ku O. Wilde qal dike de jî tu kêmasî nehiştine.
Cegerxwîn rewşenbîrekî berhema çanda xwe ye. Digel vê yekê, her çi qas wî di fikr û ramanên xwe de rê û metodeke wek rênîşanderiyê pêk anîbe jî, ji ber awayê bikaranîna wî ya zanîna xwe ya li hember îqtîdarê û ji bo neteweya xwe, rewşenbîrekî erknivîskar û rewşenîparêz e.
Musa Anter:
Kesayetekî rewşenbîr; tevî ku bi her awayî berhemeke çanda neteweya xwe ye, ji nav îqtîdara hundirîn rabûye, her tim bi îqtîdara hundirîn re di nav têkiliyeke xurt de bûye, tew carinan ew bi xwe jî bi sembolbûna xwe ve bûye îqtîdar jî; û her çi qas di warê xebitandina zanîna xwe ya ji bo hişyariya neteweya xwe de, ji rewşenbîriya siyasî dûr ketiye jî; tu caran ji ‘berdevkiya heqîqetê’ dev jê bernedaye; bi serkeftî ji heqê temsîliyeta semboliya dema xwe derketiye der û ji bo heqîqetê karibûye helwesteke rexnegirî û lidijrabûnî ya rewşenbîriyane li hember îqtadara hundirîn jî nîşan bide.
Evdila Peşêw:
Temsîlkerekî ji bizava Cegerxwînî!
Evdila Peşêw, wek kesayetekî rewşenbîr (ku di roja îroyîn de jîndar e), tevî ku tu texsîrî di warê nîşandayîna helwesteke xurt a li hember îqtîdara mezin û derveyîn de nekiriye jî, tim û tim kariye berê xwe bide îqtîdara hundirîn jî. Her wiha wî helwesta xwe di nav retorîka ‘redkirinê’ de xwe nefetisandiye û bi helbesta xwe ya ku di meydanê de xwendiye,(4) heqîqet aniye zimên û berdevkiya wê ya rewşenbîriyane kiriye; rasterast berê xwe daye îqtîdara hundirîn û bi lidijrabûneke rewşenbîriyane ‘şerê birakujî’ rexne kiriye û bi ‘redkirineke bera’ ji qada ku lê ‘heqîqet’ hatiye binpêkirin dûr ketiye.
Rewşa Rewşenbîr(î)yê Kurdan a Demên Nêzik
Rewşenbîriya kurdan a demên nêzik, ji ber nebikeysbûn û guherbariya rewşa kurdan a di qada siyasetê de, bêhtir wekî siyasetvanî xwe daye der. Yanê xwendayên kurdan serê pêşîn wekî kesayet û rewşenbîrên siyasî derketine pêş.
Her wiha, –ji tevgerên rewşeniyê yên li Ewrûpayê destpêkirî bi vir de ye- rewşenbîriya kurd, di hemû parçeyan de tim û tim di nav du îqtîdaran de maye:
1) Îqtîdara hundirîn a sînorteng,
2) Îqtîdara derveyîn a berfireh.
Ji ber vê yekê rewşenbîr; an wek dîtina siyasî alîgirê/a siyaseteke hundirîn e û hem îqtîdar, siyaset û pratîka aliyên din ên hundirîn û siyaset û pratîka îktîdara derveyîn rexne dike, an ne alîgirê tu siyaseta hundirîn e, ji her du aliyan ve wekî alîgirê aliyê din tên rexnekirin û tawanbarkirin û ji ber vê yekê jî nikare efor û hêza xwe ya rewşenbîriyê li gorî kewara xwe ya ji zanîn û epîstemeyê pêkhatî, bimezixîne û bi awayekî pozîtîf rola xwe bilîze, an jî ne alîgirê tu aliyê siyaseta hundirîn e, ev yek ji aliyê hêz û îqtîdarên hundirîn ve jî hatiye qebûlkirin û wek rewşenbîrekî wekî F. Fanon dibêje, “bi rewşenbîriya xwecihî” berpirsiyariya xwe ya gerdûnî pêk tîne. Lê ev cure rewşenbîrî di nav kurdan de –ji bo roja îroyîn- hê ne li dar e û derneketiye pêş.
Wekî din jî, di nav kurdan de, bersîva L. Goldmann a ‘Çi dibêje?’ hema bêje bêqîmet û bêbandor bûye, lê pirsa M. Faucault a “Kî dipeyive” piştî di derbasbûna gehîneka xerakirin û dejenerekirinê re, bi awayekî pir balkêş li “ê/a ku dipeyive alîgirê/a kê ye?” guheriye. Û pê re jî, feraseteke kêm û têra xwe bi xetere “ger ku ê/a ku dipeyive alîgirê/a te be, tiştên ku dibêje girîng e û rast e”, bûye adet û ev yek di warê siyasetê de wekî tevger û reftarên asayî û rewşenbîrî tê dîtin. Û li vir gotina pêşiyan a kurdan “gihayê hewşê (bi xwediyê hewşê) tehl e” bi awayekî paradoksî ji hemû tesîr û bandora xwe dûr dikeve.
Her wisan, “gerdîşeke hizirînê” ya nekemilî çêbûye ku vê yekê, ji ber pêknehatin û avanekirina kewar, ferheng û paşxaneyeke ji zanîn û epîstemeyê, heta roja îroyîn wek taybetiyeke negatîf xwe daye der. Her wiha, her ku çûye fonksiyona nivîskariyê, -nivîskariya erkrewşenbîr(î)- jî heta tu bêjî kêm û bêbandor bûye.
Ji milekî din, ji ber gelek sedeman, komeke zêde ji rewşenbîrên kurdan, piştî kêmkirina rewşenbîriya xwe ya siyasî, hewl daye ku bingeheke ji zanîna pirhêl ji xwe re ava bike û sîstema epîstemeya xwe biserûber bike.
Û wan rewşenbîran bi awayekî ji awayan berê xwe dane nivîsandinê; ew bêhtir jî di qada helbestê de derketine pêş û helbestnûserên rewşenbîr ên kurdan zêde bûne.(5) Lewre jî, di civaka kurdan de, bandora helbestê ew qas zêde ye û helbestkar û helbestnûser ji nivîskarên din zêdetir balê dikişînin û gotina wan maqûltir tên qebûlkirin. Û helbest wek qadeke nivîsandinê ya rewşenbîrî, wek ku René Char dibêje; “Helbest ji hewleke kirdewar û ji bijartineke camidî tê pê” jî qalib û formata xwe ya wêjeyî û hunerî dûr dikeve.
Em vê rewşa nelihev di qada cureya pexşanî de jî dibînin. Wekî mînak; du romannûsên kurd romanên xwe wekî mijar, li ser koçberiya kurdan datînin. –her du nivîskar jî lingekî wan di qada rewşenbîriya siyasî de ye, lingê wan ê din jî di qada çand û nivîskariya erkdar de ye- û her du nivîskar jî bi dahka erkrewşenbîr vê yekê dikin: Nivîskarekî îqtîdara hundirîn wekî sedema esasî ya vê koç(beriy)ê dibîne û romana xwe li ser bingeha vê heqîqeta ku ew dixwaze bîne zimên û di vê çarçoveyê de dinivîse û tîne zimên. Nivîskarê din jî îqtîdara derveyîn wekî sedema esasî ya vê koç(beriy)ê dibîne û romana xwe li ser bingeha vê heqîqeta ku ew dixwaze bîne zimên û di vê çarçoveyê de dinivîse. (6)
Her wiha her du nivîskar-rewşenbîr jî di romanên xwe de xwedî dahk in ku helwesteke rewşenbîriyane datînin û wek alîgirekî rewşenbîriyane tevdigerin.
Îcar li vir em nizanin ka heqîqet li kê derê ye û kîjan e…
Loma jî em bi xwendina her du romanan, berî her tiştî ji heqîqetê bişik û gumandar dibin.
Û her wiha, wek me li jor jî got, ji ber ku rewşenbîr parçeyek ji çanda xwe ye, gava zanîna xwe, reftar û helwestên xwe li ser bilêvkirin û anînzimana heqîqetê ava neke, ew ê bi awayekî refleksîf çanda xwe biparêze û ji heqîqetê dûr bikeve. Wekî mînak: gava kesek an jî komek ji civaka wî/ê kuştineke dermirovî bike û ew rewşenbîr jî li ser navê parastinê ji bo kuştina jin û keçikan -a ku ji ber evîn û hezkirina xwe bi xortan re direvin û bi wan re dikevin nav ciyan û piştî bihalekîbûna wan bi recimandinê tên kuştin-, bêje, “di çanda me de kuştineke bi vî awayî tune ye.” ew ê şaşfêmkirinek çêbibe ku dibe ku kesên din bigihîjin wê baweriyê ku “di çanda wan de awayên din ên kuştinên dermirovî heye”.
Li vir bala me diçe ser tiştekî din jî: retorîk û awayê anînzimana heqîqetê. Ger ku her kes dikare li gorî retorîka xwe heqîqetê bîne zimên, em ê jî nikaribin bibêjin ‘heqîqet’ bes bi anînzimanê tê fêmkirin. Piştî vê yekê ji me re du dîmenên heqîqetê dimîne:
1) Heqîqeta ku tê zimên.
2) Heqîqeta ku û wek berfa li ser çiyê xuya û li rastê ye.
Her wisan, wek me li jor jî got, heqîqet; di dîmena yekem de li gorî retorîk û awayê anînzimanê kiras diguherîne û tê fêmkirin, di dîmena duyem de jî, bi awa û dirûvê têgihîştina ji heqîqetê ve dimîne.
Wek encam ez dikarim vê bibêjim: her çi qas heqîqet û anînzimana wê tiştekî wijdanî be jî, têgihîştin, qebûlkirin, anînziman û temsîlkirina wê, her û her dimîne ji “wijdanê nerehet” ê rewşenbîr re.
Û wek gotina dawîn jî: çi qas dûr ji dîtin û awirê îqtîdarê ve li “heqîqeta berayîn” bê nihêrtin û ‘heqîqet’ çi qas ji îqtîdarê dûr were zimên, dê ew qas nêzî rasteqînî û heqîqetê be û di hiş û mêjiyê me de cihê xwe yî pîroz bigire.
1- Di 22yê Avrêla sala 1898an de Mîqdad Mîdhed Bedir-Xan rojnameya yekemîn a bi Kurdî, Kurdistan li paytexta Misrê derxist.
2- Nameya ku Celadet Alî Bedir-Xan ji M. Kemal re şandiye mînakeke taybet e di warê anînzimana heqîqetê ya li hember îqtîdarekî de.
3- Seîdê Kurdî wek projeyeke perwerdekirin û ronîdarkirina gelê Kurd û yê herêmê, li bajarê Wanê projeya Zanîngeha ku dê bi Kurdî, Tirkî, Erebî û Farisî perwerdehî bike, daniye.
4- Evdila Peşêw, li meydana Silêmaniyeyê, helbesta xwe ya ku li ser birakujî nivîsandibû xwend û bi şermezarkirin û redkirina şerê birakujiyê welat (cihê ku lê şerê birakujiyê diqewimî) terk kir.
5- Min divê ez li vir cudatiya di navbera Şairî (helbestkarî) û helbestnivîsiyê de bibêjim û bala we bibim ser van her du têgih û pênasan.
6- Ji bo vê yekê divê mirov li peyt û tespîtên Remezan Alan binêre ku di 5. festîvala Amedê de wek semînerekê belav kiribû.
Dilawer Zeraq
Çavkaniyên vê nivîsê:
- Defterên Girtîgehê, A. Gramsci, weşanên Belge, Stenbol, Sermawez 1986
- Erka Rewşenbîr a Siyasî, M. Foucault, weşanên Ayrıntı, Stenbol, 2005
- Li ser rewşenbîran, J. Paul Sartre, weşanên Can, Stenbol, 1997
- Entelektuel, Edward Said, weşanên Ayrıntı, Stenbol, 1995
- Kirde û Îqtîdar, M. Foucault, weşanên Ayrıntı, Stenbol, 2005
- Kirde û Îqtîdar, M. Foucault, weşanên Ayrıntı, Stenbol, 2005
- Mirovên Nehêja, Robert Musil, weşanên Yapı Kredi, Stenbol, 2000
- Efsaneyên Hemdem, Roland Barthes, weşanên Metis, Stenbol, 1998
- Naletkiriyên Serzemînê, Frantz Fanon, weşanên Sosyalîst, 1993, Stenbol
- Rewşenbîriya Kurd, Celîlê Celîl, weşanên Avesta, Stenbol, 2000
- Malmîsanij, Cemiyeta Hêvî, weşanên Avesta, 2002
- http://ku.wikipedia.org/
Not: Ev nivîs di kovara Demokrat hejmara duyem de hatiye weşandin.