1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Tirkiye ber bi ku ve?
Tirkiye ber bi ku ve?,tirkiye,ber,bi,ku,ve

Tirkiye ber bi ku ve?

A+ A-

AKP di sala 2003’an de hate îqtîdarê. Lê mijara Ergenekonê û destpêka jihevdexistina wê di sala 2001’ê de dest pê dike. Di sala 2001’ê de ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurd jî bi kurdên bakur re hevdîtinên dewleta tirk hebûn. Lê piştî ku derket holê ku di nav PKK’ê de komek cuda heye û bi riya wê komê PKK dikare were hilweşandin, dewleta tirk wê demê dest ji wan hevdîtinan berda û dîsa biryar li ser şer da.

Jihevdexistina Ergenekonê ji ber wê yekê di sala 2001’ê de hate rawestandin û hemû belgeyên ku hatibûn bidestxistin jî hatin bincilkirin. Li cihekî ewle hatin hilanîn.

Piştre ku PWD ji PKK’ê veqetiya û derket holê ku bi vî rengî PKK nayê hilweşandin, xwediyên mijarê careke din li ser mijarê fikirîn. Di sala 2003’an de AKP hate ser îqtîdarê. Dewleta tirk zêde westiyabû, di bin deynan de nalenala wê bû û partiyên ku hene nikaribûn çareyekê jê re bibînin. Aborî ber bi dereke xerab ve diçû. Ji ber vê yekê kesên ku îro li bin sîwana Ergenekonê têne darizandin jî destek dan AKP’ê û di hilbijartinan de gelek deng ji wargehên leşkeran çûn ji AKP’ê re. AKP'ê ev bawerî dabû gel ku dikare guhertinekê bike. Ev bawerî ne hêsan e. Lê jixwe 20 sal in ku ew li Tirkiye û Kurdistanê birêxistin in, xwdî dezge, sazî, weşan, radyo û televizyon in.

Di sala 2003’an de tenê AKP nehatiye îqtîdarê. Her wisa jî gelek bûyerên din di heman salê de bûne. Li Rojhilata Navîn gavên guhartinê hatine avêtin. Mirovan qebûl kiriye ku tu tiştek wekî berê naçe.

Heta sala 2006’an di warê jihevdexistina Ergenekonê de tiştekî pir girîng nehatiye kirin. Lê di sala 2006’an de gelek tiştên balkêş hene. Cara yekem li dijî generalekî kampanyayeke mezin hate meşandin. Ew general M. Yaşar Buyukanit bû. Îro jî li dora wî gelekî diçin û tên û hîn jî ew hîmekî veşartî yê vê mijarê ye. Belkî tu caran zelal jî nebe.

Di sala 2006’an de Buyukanit dema ku bû serfermandar, "ji bo AKP’ê têk bibe" gelek xebat kir. Kê jê re got, çima wisa kir nayê zanîn, lê wan xebatên wî kir ku AKP zêdetir dengan bitsîne. Û di dema wî de artêşa tirk piştî gelek salan çû operasyoneke dersînor. Di wê operayona Zapê de 9 rojan artêşa tirk zerareke mezin dît û vegeriya. Ji dûrî ve dema mirov lê dinihêre, di wê zivistana xerab de ew operasyon wekî cezakirineke mezin xuya dike û wekî ku hinekan bi pozê Buyukanit girtibe xuya dibe.

Ji sala 2006’an heta sala 2009’an AKP’ê di warê psîkolojîk de gelek xebat kir. Ya sereke jî jihevdexistina Ergenekonê ye. Lê di vê navberê de mirov dikare bêje ku artêş ji çavê gel de ket. Ya rast armanca hikûmetê ne ew e ku atêşa tirk ji çavên gel bixe. Ew tenê dixwaze ku kesên tiliya wan ketiye têkbirina Tirkiyeyê, bêne cezakirin.

AKP vê hêzê ji ku distîne? Gelek kes vê pirsê dikin û herkes jî bi Amerîkayê ve girêdide. Em jî dizanin ku li Tirkiyeyê darbeyek ji aliyê Amerîka ve neyê destekirin, kes nikare darbeyan bike. Hikûmetek ku ji vî alî ve pişta wê rast be dikare gelek tiştan bike. Lê ji bo çi pişta AKP'ê rast e? Garantiya vê yekê çi ye? Sir û razên vê yekê sal bi sal derketin holê.

Piştî hevdîtina Erdogan û Bush di sala 2007’an de operasyona yekem li dijî sînor çêbû. Biryara wê operasyonê li Qesra Spî hatibû dayin. Lê di wê civînê de Erdogan û Bush li odeyekê, generalên tirk û Amerîka jî li odeyekê civiyabûn. Erdogan wê rojê careke din qebûl kir ku di pirsgirêka kurd de hinek gavan bavêje. Lê generalan qebûl nekir. Ji ber wê jî, ji wê rojê û pê ve navê wan generalan kirin Rêxistina Terorîst a Ergenekon.

Tişta ku generalan qebûl nedikir ew bû ku Herêma Kurdistina Federal divê ji Bexdayê biqete û têkeliyeke wê bi Tirkiyeyê re çêbibe. Ev yek dibû sedema ku dewlet kurdan qebûl bike. Lê Erdogan ê li pey xeyala Dewleta Osmanî, xwe avêt ser vê planê û qebûl kir. Ji bo vê yekê jî amade ye ku her tiştî bike, lê ne bêtebat.

Roja ku belgeyek derket holê ku xwedêgiravî komek leşkeran amadehiya darbeyekê kiriye û amadehî di meha avrêla 2009’an de çêbûye, Erdoyan got: “Em ê hesab bipirsin.” Ev hevok ferqa Tirkiyeya 2003’an û 2009’an baş nîşan dide. Piştre ku Serfermandar Başbûg got “ev muswede” jî û heta got “em ê di Civîna Ewlekariya Netewî de biaxivin” jî tiştek guherî. Piştî civîna 7 saetan ew leşker hate girtin. Ev serkeftina dawî ya AKP’ê bû û artêşa tirk vekişiya cihê xwe. Lê bi berdana wî leşkerî re derket holê ku dad û dadgeh ji Ergenekonê neyê rizgarkirin, dê ev mijar safî nebe.

Ji vir û pê ve jî gavên girîng hene. Ew hêwana dadgehê ya mezin ku li Silivre hatiye çêkirin ne belasebe ye. Dê hinek serfermandar li wir bêne darizandin. Darizandineke bi îhtîşam. Piştre jî cezayê muebetê dê were birîn. Bi vî rengî dê herkes li ser dûvê xwe rûne.

Ji vir û pê ve jî mijarek bazarê heye. Serokê PKK’ê birêz Abdullah Ocalan jî dikare li wê hêwanê ji nû ve were darizandin. Di encama darizandinê de ew jî dê cezayê muebetê bigire. Ew ceza jî dê 30 sal bike. Li gor qanûnê mirov ji 1/3’ê ceza radizê. Yanî 10 sal. Hingê roja ku birêz Ocalan ceza bigire jî dê were berdan. Lê bi şert.

Tirkiye êdî nikare vê pirsgirêkê ragire. Ji ber vê jî dê çareseriya xwe biceribîne. Tirkiye vê yekê neke, di plana Rojhilata Navîn a Amerîkayê de dê li dawiyê bimîne û navbera wan dê ne xweş bibe. Kurdên Herêma Kurdistana Federal jî parçeyekî vê yekê ne. Tirk dê bêjin “me yek da û sê stand.” Ev gotina navdar a Ozal a vê planê ye. Ev plan ji sala 1966’an ve amade ye.

Ji bo ev mijar bê xetere derbas bibe divê PKK çekan berde. Dema PKK çekan bernede xetere çêdibe ku hinek tişt bi dilê van dewletan nebe. Ew dixwazin ku kurd êdî nebêjin "na" û bersiveke wan a din jî tune be. Yanî:

• Dema ereban êrîşî Başûr kirin bila PKK tune be.
• Dema êrîşa Îranê hate kirin bila PKK tune be.
• Dema Ocalan hate berdan û kurd hatin qebûlkirin bila PKK tune be.
• Dema Rojhilata Navîn dirûvê nû girt, bila PKK tune be. Heta û heta “bila kesên di dilê xwe de Apocî jî tê de cih negirin.”

Fermo gundor û fermo qewsik.


Gotinên miftehî :