TIRKÎYA HER TIŞTÎ DIKE, KU ROJEVA SIYASÎ BIGUHÊRE!
WEHA, YEK JI WAN “BÛXDANAN”:
DIBÊJIN, KU TIRKAN HEYA DAÎŞ JÎ MATMA HIŞTYE!
Rêvebirên DAÎŞ-ê, ya ku, bi gotina Ankaraya fermî, hemû çalakîyên têrorîstane ên di Tirkîyayê da karê destê wê ne, matma bûne, ku di wî welatî da ji bo tevkujîyê ne ku xemgîn bûne, lê kêfxweş bûne. Anegorî sayta Zaytung.com -ê, yekî îslamîst(dîsa, xwedêgiravî!), ê ku xwe Mûzaf el-Xûsranî navkirye, dyarkirye, ku ewana ji çalakîya teqandinê ya li Amedê a berî hilbijartinan ders derxistine, lewra ku li wir tenê kurd hatine kuştin, û evê jî tirk dixweş kirine. “Lêbelê me vê carê navçeya Sirûcê hilbijartye, lewra ku divê ji herêmên cuda yên Tirkîyayê hemwelatî bihatan wira, ji bo ewê bêhtir dengveda û tirkan ji wê ders derxisat. Lê helwesta tirkan em pir matma kirine, ên ku ne tenê xemgîn nebûne, lê ji bo wê tevkujîyê spasîya xwe dyerkirine”. (http://kurdinfo.ru/?p=17208)
Ango, binihêrin, çi dertê hole, hukumeta Tirkîyê, heya “şrên” weha jî davêje xwe, yên ku quruşekî kor jî ne hêja ne, û kesek dê nikaribê wê piştrast, an red bike, lê jixwe dê bala raya gieştî ji ser pirsa ku ew tevkujî bi destê AKP-ê bi xwe pêk hatye, bikişîne hêlekê… Mirovê bibêjin, ku ev hemû karê destê DAÎŞ-ê bûne, lêbelê tirkan jî dilê xwe xweşkirine. Hema ev û yak u ev karê destê Hukumeta AKP/DAÎŞ-î ye, ne yek in…
Lê, dive bê gotin, rast e ev jî rengekî teknolojîyên gemar ên siyasî yê hemdemî ye, lê pir primitive e, û tenê mirov bêaqil dikarin ji van derewan bawer bikin… Ev vira ku ji navê, qaşo, nûnerekî DAÎŞ-ê di sayrta Zaytung.com –ê da hatye belavkirin, karê destê hêzên taybet ê KT-ê ne – araman jî guhartina rojeva siyasî ye.
Divê her kes bizanibe, ew çi di bin navê DAÎŞ-ê da di Kurdistanê da pêk hatey, tê û dê pêşerojê da jî pêk bê – li pişt hemûyan va jî Hukumaeta AKAP/DAÎŞ-î sekinîye.
Yek ji wan hêzên sereke, yên ku îslama siaysî ya radîkal derxistye li ser sehna cîhanê jî, bi xwe AKP e! Yak u wê finance dike, çekan didê û wê rêve dibe AKP bi xwe ye!
Ezîz ê Cewo