1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Can Seker
  4. TRT 6 an însest?
TRT 6 an însest?,TRT,6,an,însest?

TRT 6 an însest?

A+ A-

Gotineke tirkan heye dibê; Heta ku te pirê derbas kir ji hirçê re bêje xalo! Ji dema selçûqiyan û vir de têkiliyên kurd û tirkan çêbûne. Bi saya nameyên hukumdarên abasiyan ku ji mîrên kurdan re şandin, selcûqî bê şer ketin Kurdistanê. Bi hevkariyên mîr û şêxên kurdan, rêya anatoliyê ji selçûqîyan re vebû û paşê selçûqîyan tevlihevî di navbera kurdên sunî û kurdên elawî de derxistin û kurdan bi hev dan kuştin. Û hem di bin simbêlan de bi me keniyan û hem jî axa bav û kalan zivft kirin, lê ne navên me ne jî zimanê me înkar nekirin.


Paşê osmanî hatin, wan û farisan axa Kurdistanê li hev parvekirin. Ji bo berjewendiyên xwe yên mîlî, her du aliyan jî têra xwe mîr û sêxên kurdan bikar anîn û wan bi hev jî dan kuştin. Û di bin simbêlan de bi me keniyan, axa bav û kalan zivft kirin lê ne navên me ne jî zimanê me înkar nekirin.

Pasê ( Jon tirk ) dewsirme hatin û li ser mîrata osmaniyan rûniştin. Bi hêvî û dexalet dest û piyên mîr û şêxên kurdan mac kirin ji bo ku kurd di damezirandina dewleteke hevbeş a ji bo tirk û kurdan de alîkarî bikin. Mîr û şêxên kurdan jî namerdî nekirin û destê biratiyê dirêjî wan kirin. Bawerî bi dewşirman anîn. Çend bêaqil jî ji kurdan bi tirkan re çûn lozanê û bingeha dewleta tirk û kurd avêtin. Paşê hatin li Enqerê parlemento damezirandin. Cend mebûsên kurd di parlementoyê de bi cîh kirin. Hinek ji wan mebûsan jî paşê îdam kirin. Tirkan soz û peymanên ku bi kurdan re dabûn danîn alîkî û li Kurdistanê desthilatdarî kirin bin destê xwe. Dema ku kurdan nerazîbûna xwe diyar kirin, tirkan bi hemû hêzên xwe bi ser kurdan ve çûn û komkujiyên wek ên Amedê, Dêrsimê, Qocgiriyê, Agiriyê, Zîlanê hwd. pêk anîn. Sirgûn, zîndan, êş û elemên kurdan dest pê kiribûn. Kurd hatibûn xapandin ew êdî li gor zargotina tirkan ne xalo lê hirç bûn. Dev ji îxanet û xapandinê berdin, kurd ku xwediyên dîrokeke deh hezar salan bûn êdî tunê hatibûn hesibandin. Ne kurd hebûn ne zimanê wan û ne jî axa wan. Bi gotinên tirkan, kurd êdî tirkên çiyayî ên bi qemçik bûn.

Serokkomarek tirkan Cemal Paşa weha digot; Kî li cem we bêje ez kurd im, tuf bikin serçavên wî/wê. Dîsa li gor rîwayetek; M. Kemal ji Îsmet Pasa dipirse; ’Îsmet, em dê çi bikin ku em karibin kurdan ji raperînan û ji kurdbûna wan dûr bixînin?’ Îsmet Pasa: ’ Bişavtina kurdan bi dibistanên tirkî pêkan e!’ M. Kemal; ’Na, Îsmet ez bi vê reçetê ne bawer im, ji ber ku em ji niha ve nikarin bi cahilên kurdan re kapa bavêjin, em dê çewa karibin bi xwendayên wan re têbikoşin? 

Tirkan qereqol û dibistanên xwe li hemû avahiyên kurdan vekiribûn û zarokên kurdan di bin navê perwerdê de asîmile dikirin. Her şeveq bi zarokên kurdan sirûdên tirk û tirkîtiyê didan gotin. Dibistanên taybet û mamostên taybet amade kiribûn ku navê ’kurd’ ji holê rakin. Ji aliyê din ve jî, artêşa xwe kiribûn nav çerxa şerê bi qirêj, gundên kurdan dişewitandin, çiyayên kurdan dabûn ber top û tanqan, welatparêzên kurdan dikuştin, zîndanên xwe bi kurdan tijî dikirin, dubendî dikirin nav kurdan, alayiyên cerdewanan dadimezirandin, di nav kurdan de artêşa sîxuran ava kiribûn (Ev rews hêjî berdewam e)

Lê belê tirkan tiştek ji bîr kiribûn; dîrokek dûr û dirêj, zimanek xurt, Çandeke dewlemend, xelkek qedîm û zarokên ku sêwî hiştibûn li hember tevgera wan bûbûn asteng û hewqas ne hêsa bû ku gelê kurd bi tundî xwe bi destê wan ve berde. Bayê azadiyê xwe li  kurdan û xwendevanên wan jî pêçabû û wan ber bi rêxistinkirinê ve biribû. Kurd ji eşîretbûnê ber bi miletbûne ve bi beza bayê dimeşiyan. Kurdan partiyên xwe ava kiribûn, rojnaman derxistibûn, bi dehan televiziyonan ava kiribûn, bi sedan malper ava kiribûn, enstutiyên cand, huner û perwerdê ava kiribûn, artêş damezirandibûn, siyaset, diplomasî bi pêş xistibûn, soz dane hev ku birakujî nekin. Bi kurtayî bi her awayî êdî kurd bi kurdbûna xwe serbilind bûbûn. Di televizoyoneke kurd de rêxistinek  kurd bi bangek dikaribû bi sed hezaran kurd li welatên cuda cuda di heman demê de derxe kolanan û çalakiyan bike.

Dewleta tirk hêza medya kurd baş dibîne. Ji bo ku televiziyona kurd Roj Tv. bide girtin di nav hewldanan de ye. Dîplomasiya xwe bê rawestan dide xebitandin. Dewleta tirk a qaşo modern, li hember cîhanê bi qedexe û zordariya li ser kurdan roj bi roj pirestîja xwe wenda dike. Û tirkan fêm kirine ku bi kurdan re nema bi vî awayê klasik karibin şer bikin. Wisa xuya ye ku tirk ketine nav hewldanên nû.  Di vê rewşê de dê tirk karibin çi bikin ji bo ku têkoşîna gelê kurd tune an jî marjînal bikin? Reçete! Bi gotina wan "Çîvî çîvîyî söker" yanê tenê bizmar kare bizmar rake. Yanê bi hunermendên kurd û bi zimanê kurdan têkoşîna kurdan bifetisîne. Mantiq û mabesta tirkan û TRT 6 ev e.  Dê bi darê zorê vî karê qirêj bi van hunermendan bidine kirin? Na, bê guman bi zora peran! Heta vir rewş zelal e. Di belge û dokumentên dîroka kurdan de dijmin her kurdên ku ji bo berjewendiyên xwe ne, bi kar anîne û paşiya paşîn jî, wan an kirine koleyên xwe yên ebedî an jî gotine; ’Yên ku bi kêrî gelê xwe neyê bi kêrî me qet û qet nayê’ û serî ji bedena wan kirine û laşên wan avêtine çopê.

Hunermend û qelemşorên qaşo kurd ên ku di TRT 6 ê de dê kar bikin behsa tehdîdan dikin. Xuya ye ku gumanên wan ji rêxistinên kurdan hene. Ez ne bawer im ku tu rêxistinên kurd we tehdît bikin; hûn ji patronên xwe gumanan bikin dê ji bo we bixêrtir be. Gelê kurd jî baş dizane wê kî/kê di kîjan televiziyonî de bi serbilindî guhdar û temaşe bike. Ger ku bi qasî misqal kurdîtî heta mirovahî bi we re mabe, her roj bi sirûd û ala tirkan re rabûn, rûniştin û emirgirtina ji MÎTê bila cezayê we be.

Hêvî û daxwaza me ew e ku hunermendên kurdîaxef dev ji hewesa TRT 6 û madiyata ku ji wir were berdin û hê ku dem ne dereng e, li xwe vearqilin. Ya na çamûra ku hûnê bikevinê dê ne hêsa be ku hûn  karibin ji nav derkevin.

Ger ku mabesta tirkan parastina zimanê kurdî bûya, dê ji ber axaftin û nivîsandina kurdî bi hezaran kesan êş û elem dê nekişandina, dê rojname, kovar, pirtûk, name hwd. nehatina qedexekirin. Ger ku tirk di mabesta xwe de durust bûna, dê axaftina kurdî li girtiyên zindanan qedexe nekirina. Ya herî girîng ku tirk di mabesta xwe de durust bûna, dê kurdî di yasayên xwe de biparastina.

Hinek sazî, van hunermendan dişibînin cerdevanan û wan mîna "Cerdevanên Çandê" bi nav dikin. Bi ya min ev nêrîn şaş e. Ji ber ku cerdevanek pirê caran bê perwerde ye û ji cidiyeta mesela kurdan ne haydar e û bê kar û bê pere ye. Heta ciyekê mirov dikare wan fêm bike. Çeka van mirovan tivîngek e ku risasê dipekîne û kare tenê mirovek bikuje. Lê  van hunermendan qaso zana ne, hişmendin heta di daxûyaniyên xwe de cesaret dikin ku mirovan bi paşverûtiyê, bi nezaniyê tawanbar bikin. Cekên ku neha dikin ji dijmin bigirin, saf ji jehriyê ye û bê rawestan van cekan dê şev û roj jehriyê bi ser kurdan ve vereşe. Ji ber vê yekê jî divê ew bi "Insestkarên kulturê" bên binavkirin. Di kurdî de zargotinek heye dibê; Mirov kare zina bike lê ne bi dê û xwişkên xwe re!

Bila xwendevan li min biborin ji ber ku min peyva ’însest’ bi kar aniye. Bê guman mabesta min ne bêrêzbûnî ye. Însest, ne tenê di wateya seksa di nav malê de ye. Ger ku mirov çandek bi heman çandê bide kuştin, li gor min ew jî însest e.

08-12-29

Can Seker
[email protected]


Gotinên miftehî :