1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rêzan Tovjîn
  4. TRT 6 û ji hinekan re şooooş
TRT 6 û ji hinekan re şooooş,trt,6,û,ji,hinekan,re,şooooş

TRT 6 û ji hinekan re şooooş

A+ A-

Heta niha min TRT 6 tenê li ser înternetê vekiriye û dîtiye. Demeke dirêj min weşana wê temaşe kir, li deng û şêweyê pêşkêşkeran guhdar kir, teknîk û mentiqa wê şopand.

Di vê nivîsê de ez ê hinek sînoran derbas bikim û gotina herî dawî ji hinekan re bikim.

Dema min strana “Ay Dil” a Eyşe Þanê di TRT 6'ê de dît, bi rastî ez hilweşiyam. Gotineke Ataturk heye (êdî ji hinek qeşmeran re gotinên kurdan pere [bi taybetî YTL] nakin) ku dibêje “heke hemû dersane jî hatibin dagirkirin”.

Aax Eyşe Þanêêêê. Malwêranê, porkurê, bêwarê. Mala bav û birayên te nemane, mêr di êla te de nemane. Ew êş, elem û azara te li Başûr û Bakur kişandiye, ew namûsa te ya ku îro tenê di dengê te û stranên te de maye xistine nav dest û lepên TRT'ê.

Eyşe Þanêêêê! Dewleta tirk bêyî ku bi qasî misqalê zerrrrrre gavekê bavêje, bêyî ku bi soz û peyman tu tiştekî kurdan qebûl bike mafê stranên te bi dest xistiye û ji bo kurdên te bixapîne bi kar tîne.

Tê çawa di gorrê de rihet bikî, weleh ez nizanim.
Ji bo min bixwe kelehek hilweşiya Eyşe Þanê. Sal 1986 mala me li gundekî Kurdistanê. Bavê min melê gund bû. Radyoyeke me ya mezin a Philipis li ser textê baxçe vekirî ye. Di Pêla Kin de dengê Eyşe Þanê tê ji Radyoya Dengê Almanya, “Ay Dil” dibêje.

Qedexe ye mirov li vî welatî radyoyeke kurdî guhdarî bike. Leşker herî nêzîk li gundê Bixurê ne, ew jî 30 kîlometir dûr in. Lê ku gundiyek me gilî bike?! Dîsa jî yextiyar dibêjin “mala me nekeve, ma em qasî vê jinê jî ne wêrek in? Waye wê her tişt daye ber çav û stranên kurdî gotiye, ma em ê newêribin guhdarî jî bikin.”

TRT 6'ê îro tecawizî wê bîranîna min kir. Bêyî soz û peyman, bêyî lêborîn, li ser pişta çendek cehşan (do li Başûr, îro li Bakur) tecawiza xwe didomîne. Þeref û namûs nemaye.

Hewar e. Ez dibêjim “hewar e, ev tecawiz dikin!”, yê cehş dibêje “keko bi kurdî tecawiz dikin”. Yanî dema tecawiz dikin nabêjin “seni ...yorum”, dibêjin “ez di... te”.

Hewar e. Li cîhanê mirovekî bi namûs, bi xîret û rûmet heye ku tecawizekê di pişt perda ziman de qebûl bike û bêje “ji kerema xwe re dema te tecawiz kir gotinên bi zimanê min bi kar bîne”.

Hewar e û hezar hewar e.
Hewar e ji vê bêdîrokiyê re. Gelo qet bîranîneke van kesan tune. Di malbata wan de qet kesekî xwedî ked, welatparêz tune. Gelo ji wan kesan qet tiştek negirtine?

Gelo qet namûs di bêvila wan de tune ku tew Kamuran Elî Bedirxan, Celadet Elî Bedirxan û Emîn Elî Bedirxan wekî mînak nîşan didin? Ma nizanin bê çi hate serê wan? Ma nizanin ku ji rûyê kê çêbû?

Mirovên bêrûmet mirovên vala ne. Rûmet jî bêyî rêzdariya dîrokê nabe jixwe.
Hela tew hinekên Başûrî ku destekê didin van tiştan ez dîn û parçe dibim.
Hîn wekî do tê bîra min. Piştî mudaxaleya Iraqê ya sala 1991'ê Sedam Husên kanaleke kurdî vekir. YNK û PDK'ê amadehiya hilbijartinê dikirin. Kanala Sedam her roj gazî kurdan dikir ku neçin ser sindoqan û digot “YNK û PDK îxanet kirine”.

Hewar e ku ew kurdên wê rojê îro têne lîstika Kanala Sedam. Wê demê jî hatin lîstikê jixwe. Lê mirov carekê dersekê derdixe. Mirov carekê tiştek dîtibe mirov nahêle dubare bibe.
Û ez Þivan Perwer fam nakim.
Ew keda wî, ew êş û azara wî li ber çavên min bû 5 quriş. Xuya ye belasebe ew êş kişandiye. Belasebe derketiye derveyê welêt, belasebe êş û azar kişandiye.

Þivaaaan! Kanî te şîret li Kek, Mam û Ap dikir? Mêro te ji melê mizgeftê xerabtir kir ku digot “wekî min nekin, bi gotina min bikin.” Tu çawa dihêlî ku “Mihemedo” di TRT 6'ê de were lêdan? Tu çawa dihêlî ku te biherimîne ev kanala Sedam?

Zarên bavan xwîna xwe dan heta ku anîn van rojan. Ma ji we heye ku bi têla çendek tembûran ev pêvajo hatiye jiyandin? Zarên bavan hatin revandin, hîn em li cendekê wan digerin. Hîn dê û bavê wan dua dikin û dibêjin “Xwedêyo, berî em bimrin bila em gora kurê xwe bibînin”. Tekane duayê wan ev e.

Hewar e qey ev qet bêwate ne?

Rojîîîn! Ew pereyê ku te girtiye çawa ye? Baş lê binihêre rojîn, dilopên xwînê li ser heye an na? Ji bîr meke, tu wî pereyî çi bixwî dê xwîna şehîdan tê de hebe.

Gelê te tu li Amed û bajarên din pêşwazî kir Rojîn. Bi milyonan ji te re li çepikan xistin Rojîn. Gelo tê rojeke din ji wan rojan bibînî?

Heke şeref û namûs di bêvila me de hebe, NAAA!

Hûn êdî cehşên sedsala nû ne. Gunehê we ji cehşên sedsala borî pirtir e. Ew nezan bûn, lê zanîn di dewra we de ji zibil pirtir bû.


Gotinên miftehî :