TRT Kurdî Çima Li Amedê Vebû?
Dewletê jî fam kir ku Amed çi ye. Ji ber vê jî beşa kurdî ya TRT’ê li Amedê ava kir û weşana wê li wir amade kir. Lê sazî û xebatên kurdan hemû li çol û çepelan didomin. Yên ku bi hezar hincet û tişt li paytextên serdestan in û yên ku bi hezar û yek hincetî li Stembol dimînin. Bi tenê Azadiya Welat rûyê me spî kir û hate Amedê. Niha jî hezar carî mala xwedê ava ku Pena Kurd jî li Amedê ye.
Vê heftiyê ewqas name hatin ku ne ez dikarim di ber re bigihîjim û ne jî Xembaz’ên din.
Nameya me ya yekem dîsa ji Amedê ye. Hevalê me kul û derdê xwe wiha aniye zimên: “silav Eliyé XEMXUR! Ez vé nameyé ji Amedé dinivîsînim.Derdé min ew e ku nivîskaré me yên kurd çima sar disekinin.Tevî jiyana rojane nabin. Ma her kes li mala xwe dibe nivîskar? Li holé nexuyan e û tu dibînî ku çend sal çûn, dibéjin “Wa ye pirtûka filankes derketiye.” Law çawa, ma tew me digot qey filankes çû ye derveyî welét(ji ber li holé nexuyabû) hema weré...li mala xwe bû nivîskar...”
Kekê Loran, bi rastî te gotibe ez ji Amedê dinivîsim jî, ji gotinên te yên dawî xuya ye ku tu an ji Qoserê jî, an jî ji Dêrikê. Lê xuya ye tu li Amedê rûdinî. Kolana Hunerê tijî nivîskar in. Li belika guhên hev dikevin. Di nav gel de ne. Lê nikarin tiştekî bidin gel. Çavên wan timî li çend gotin û biwêjan e ku ji we bigirin. Hûn jî herin cem wan û xwe li ber wan daynin. We kê ji kê girt.
Nameya min a din jî ji Sêrtê ye: “Birayê Eliyê Xemxur, merheba ji te û hevalên te re. Silavên min li hemû xebatkarên Azadiya Welat, li birayê te yê mezin Hz. Weloyê Xemxur û li zirbavê we Sofî Zilfî re silavên min hene. Heke we ji xwe re dayikek jî bidîta temam bû.
Birayê Xemxur, derdê min ew e ku hûn di quncika xwe de her hefte pevçûnê dikin û destê me jî nagihîje we ku em we ji hev veqetînin. Hinekî ji hundir wê quncikê derkevin û li welêt binihêrin. Dewletê em di xaxa xwedê re derxistin û hûn bi çi ketine.”
Kekê Biro, ma bi xwedê te pirs nepirsiye, te şîret li me kiriye. Nameya herî xweş ya te bû. Her kesî wekî te binivîsiya ezê çima bûbûma Xemxur?
Nameyeke delal jî ji dayikekê hatiye. Lê derdê wê giran e. Ezê dîsa jî hewl bidim ku birîna wê derman bikim. Name wiha ye:
“Lawê min, xwedê û pêxember bi te re be. Ez dibêjim û kurê min dinivîse. Ez bi xwendin û nivîsandina kurdî nizanim. Ez bi ya tirkî jî nazinim. Mêrê min her roj bi min re pev diçine, hezar gotin û galegalan li min dike. Ez nema dizanim ezê çi bikim?”
Dayê, bi rastî qey tu li dereke pir asê mayî. Ev pirsgirêk di çav min de hatibûn çareserkirin. De ka ezê ji te re careke din bêjim. Berî her tiştî, bes ji wî re bêje “Mêrê min” û nehêle ku ew jî ji te re bêje “Jina min.” Bila tu kesên din jî vê gotinê nebêje. Gotina “Jina min” wekî mirov bêje “Malê min, xaniyê min, çêleka min.” Ma dema ku mirov bû malê hinekan, ew dikare her tiştî bike. Ji bîr meke, di tu kitêban de ev tişt tune ne. Serê xwe netewîne û tu ji çi bawer dikî bîne zimên. Di destê te de sîlehên ew qas mezin hene ku di destê Hêzên Parastina Gel de jî nîn e. Têkeve kozika xwe û nehêle ku bi semtar û dora wan deran bikeve. Heke nebû şima, tif bike ser çavên min.
Ji Bedlîsê jî nameyek hatiye. Lê min fêm nekir ku jin e an mêr. Di nameyê de wiha gotiye: “Roj baş hevale Eli, ez ji bajare Bedlîsê ji te re vê nameyê dişeynim. Pirsa min ji te ev e, wekî tu dizani di TRT’ yê de televizyona bi kurdi tê derkeve . Ji ber wî awayî ez jî dixwazim di TRT’ yê de bibim pêşkêşvan. Der barê wî awayî de tê ji min re çi bibêjî? Bimîne di xêr û xweşiyê de.”
Heval bi xwedê ez jî li vê yekê heyirî me. Nizanim hûn çima dixwazin di TRT’ê de bibin pêşkêşvan. Malneketino, ma hûn nabînin ku TRT tinazê xwe bi we dike. Bi zanebûn tîpên mezin û biçûk tevlihev dike û alfabeya we xira dike. Ma tu jî dixwazî ku alîkariya wan bikî? Çi heyf ku tu xwendevanê Azadiya Welat î. Lê dibe ku te ji qazî wisa kiribe û tu jî tinazê xwe bi TRT’ê dikî. Hingê, ezê bêjim “Bibore.”
Bi rastî ez jî meraq dikim, vê TRT’yê pêşkêşvanê xwe ji ku girt?
Nameya ku li dawiyê ezê ji we re eşkere bikim jî, ji Melayekî hatiye. Wî wiha gotiye û kulên min zêde kiriye. “Bi navê yezdanê dilovan û dilovîn. Silava xwedayê alemê li ser we be. Gelî birayan. Ez hem mela me û hem jî bi bijîjkiya kurmancî dikim. Lê gelek caran li navên kurdî ên giha û dar û beran diheyirim û ji nav dernakevim. Hûn wekî rojnameyeke kurdî, çima pirtûkeke bi vî rengî çap nakin. Ez bi riya we dixwazin dengê xwe bigihînim Enstîtuya Kurdî ya Amed û Stembolê jî û vê daxwazê ji wan bikim. Heke hûn tiştekî wiha bikin, dê ji bo kurdiya me gelek watedar be.”
Seydayê min, te çi qas rast gotiye. Te çavên kul derman kiriye. Te xewn û xeyalên min aniyê zimên. Tê sûn bixwî ku Eliyê Xemxur ev name bi destê xwe nivîsiye. Seyda, belasebeb ji kesî hêvî meke, hema wê pirtûkê tu amade bike. Bi xwedê kesekî din nemaye.