
Twîtên Zimanê Kurdî - Li Gorî Peyvsaziyê Navdêr
Mijara Îşev: Li Gorî Peyvsaziyê Navdêr
Li Gorî Peyvsaziyê Navdêr:
1) Navdêrên Xwerû; (yalın isimler)
Navdêrên Xwerû; Ev cure navdêr, bi tu awayî qertaf nagirin û xwe bi xwerûbûna xwe diyar dikin.
Mînak: Av, ax, mirov, dest, kon, mal, mar, zevî, dar, gul, şev, roj, berx, gel…
2) Navdêrên Hevedudanî: (birleşik isimler)
Navdêrên Hevedudanî: ji du yan jî zêdetir hêmanan pêk tên.
Hêmanên ku vê cureya navdêrê pêk tînin...
...divê her yek xwedî wateyeke serbixwe be.
Mînak: Jintî, jinxal, çavreş, porsor, pordirêj, keybanû, avahîsaz, bejinzirav, marmasî…
Nîşe: Ji rengdêrên çawaniyê (Niteleme sıfatları) gelek Navdêrên Serenav pêk tên.
Mînak: Rûgeş, Rûken, Gulbîn, Xemrevîn, Gulgeş, Dilgeş...
Nîşe: Dema ku ev rengdêr bibin serenav (özel isim) bi tîpên mezin, dema ku wekî rengdêr bên bikaranîn, bi tîpên hûrdek (tîpên biçûk) dest pê dikin.
Mînak: Ew, hevaleke xemrevîn e. Navê hevala min, Xemrevîn e. Xemrevîn, li malê ye.
Mînak: Ew, keçikeke rûken e. Navê hevala min Rûken e. Rûken li malê ye.
Heta vê derê pirs hebin, ez bibersivînim.
3) Navdêrên Pêkhatî: (türemiş isimler)
Navdêrên Pêkhatî, ji du yan zêdetir hêmanan pêk tên.
Ji van hêmanan divê hêmanek bi wate, yên din bê wate bin.
Navdêrên Pêkhatî, bi piranî ji navdêrek û qertafan pêk tên.
Mînak: Gulistan, daristan, goristan, aşvan, berxvan, gavan, dergevan…
Mijara Îşev qediya.
Ji bo tevlîbûn û alîkariya hemû hevalan, gelek spas! Şevbaş!