Têkoşer Nivîskar û Helbestvanê Gelê Kurd: Osman Sebrî
Osman Sebrî di 88 saliya xwe de li paytexta Suriyê Şamê, li Taxa Kurdan, li mala xwe çû ser dilovaniya xwe. Piştî du rojan, bi ser Qamişloyê ve wî dibine nêzî Dirbesiyê li gundê Berkevirê vedişêrin.
Kurtejiyana Osman Sebrî:
Osman Sebrî di sala 1905an de li Bakurê Kurdistanê li bajarê Semsurê ji dayik bûye. Osman Sebrî kurê serokê eşîra Mirdesiyan Sebrî ye ku ew jî di sala 1915an de diçe ser dilovaniya xwe.
Osman Sebrî di sala 1922yan de dibistana navîn teva dike. Di Serîhildana Şêx Seîd de du apên wî ku ew jî mezinên eşîrê bûn, li Amedê têne dardekirin. Osman Sebrî, demek li bajarê Denîzliyê di girtîgehê de dimîne. Di sala 1929an de, li Meletiyê wî didine Dîwan-î Herbê (Dadgeha Şer). Bi pişt re derfet dibîne û di 24ê mijdara sala 1929an de direve û diçe Başûrê Rojavayê Kurdistanê û tevlî hêzên Xoybûnê dibe. Di sala 1930yî de bi biryara Xoybûnê, car din vedigere Bakurê Kurdistanê û tevlî Serîhildana Agiriyê dibe, lê ji ber serîhildan bi ser nakeve, car din diçe Başûrê Rojavayê Kurdistanê.
Osman Sebrî, di salên 1930 û 1940î de, li Sûriyê, li gel Mîr Celadet Bedirxan û ronakbîrên kurd ên din, di kar û xebatên kovarên Ronahî û Hewarê de cîh digire.
Osman Sebrî herçendî bi helbestvanî ango şaîriya xwe tê nasîn jî, wî herweha çîrokên dîrokî, serpêhatî û nivîsarên li ser kevneşopiyên kurdan, li ser êzîdiyan û gelek mijarên din jî nivîsîne.
Osman Sebrî û gelek rûmetên din ên gelê kurd ên mîna wî, bi berxwedan, têkoşîn û rewşenbîriya xwe tovek çandin û îroj kulîlk dibişkivin, bila rehet rakevin. Em minnetdar û spasdarên wan in. Û em mamosteyê xwe yê hêja di salvegera mirina wî de bi bîr tînin û li ber bîranîna wî bejna xwe ditewînin.
Çavkanî: Rojnameya Mehane Armanc, hejmar: 143 çiriya pêşîn 1993
Amadekar: Mahabad Felat Arda