Têkoşîna parastin û pêşvebirina kurdî
Hefteya çûyî hefteya zimanê kurdî bû. Bi boneya cejna zimanê kurdî ez li sê bajarên Kurdistanê (Semsûr, Silopiya û Cizîrê) beşdarî çalakiyên cejnê bûm. Ev her sê çalakî jî panelên der barê zimanê kurdî de bûn. Ev çalakî bi beşdariya girseyeke dilxwaz û evîndarên zimanê kurdî pêk hatin.
Tiştê ku xuya dibe, li bakurê Kurdistanê û li bajarên metropolan ku gelek kurd lê dijîn, hişyarî û hişmendiya kurdî bi pêş ketiye, nemaze di nav ciwanan de eleqeya ji bo kurdî zêde bûye. Hejmara kesên ku dixwazin zimanê xwe bihewisin her ku diçe zêdetir dibe. Ev cihê kêfxweşiyê ye. Her wiha di nav malbatên kurd de daxwaza bi zimanê kurdî perwerdekirina zarokan zêde bûye. Lê belê di vî warî de derfet gelekî kêm in; materyalên ku ew karibin zarokên xwe bi wan perwerde bikin hema bêje nîn in. Çend pirtûkên çîrokan, hin berhemên ku ji bo zarokan hatine amadekirin têra tiştekî nakin.
Bo nimûne gelek kes dibêjin, “Ev qas televîzyonên me hene, ji bo çi televîzyonek ji bo zarokan nayê vekirin?” Her wiha li gelek cihan pirsa sereke ev bû “Em qala perwerdehiyê û avakirina pergala perwerdehiyê dikin, gelo ji aliyê materyal û mamosteyan ve tu amadekariya me heye?” Mixabin min bi xwe nekarî bersiveke zelal bidim vê pirsê. Êdî kes naxwaze hinek biçin ji wan re propagandaya tiştinan bikin, dixwazin qala plan û projeyan, bername û amadekariyan bikin.
Mijareke din ku li her cihî derdikeve pêşberî mirov jî ev gav in ku xwedêgiravî ji hêla dewletê ve hatine avêtin. Hinek dibêjin, “Em fehm nakin ka çima kurd ji van derfetan sûdê wernagirin?” Hinek jî dibêjin, “Erê me fehm kir, ev gavên dewletê ji bo xapandin û astengkirina daxwazên gelê kurd ên ji bo mafê perwerdehiyê ne. Nexwe çima di warê pêkanîna pergaleke alternatîf de tiştek nayê kirin?”
Têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê kurdî li Kurdistanê bingeha xwe pêk aniye. Li gelek cihan sazî û dezgeh hatine avakirin. Li hin cihan salane bi sedan, li hin cihan bi hezaran kes beşdarî kursên fêrkirina kurdî dibin. Her sal bi dehan mamoste têne perwerdekirin. Lê belê ev qad bê rêxistin e, pêşengiyeke xurt a vê qadê nîn e. Sazî bi tena serê xwe mane, endam û rêveberên saziyan bi derfetên xwe yên şexsî saziyan li ser piyan digirin. Li gelek cihan şaredarî zêde alîkarî û piştevaniya saziyên ziman nakin. Di warê ziman de ev sazî wekî muxatab nayên girtin. Bi tenê li hinek cihên ku lê malên piştevaniya perwerdehiyê hene, waneyên zimanê kurdî ji hêla mamosteyên Kurdî-derê ve têne dayîn û hew.
Tevî ku piraniya saziyên ziman şaxên Kurdî-derê ne jî di navbera wan de têkiliyeke xurt û di navbera xebatan de ahengek nîn e. Di warê fêrkirina zimanê kurdî de jî her sazî li gorî xwe hinek rêbazan bi kar tîne. Hinek giraniyê didin rêziman, hinek dixwazin li gel xwendin û nivîsandinê axaftinê jî fêr bikin. Li gelek cihan zimanê herêmî, taybetiyên devokan li ber çavan nayên girtin, pirî caran li ser redkirina devokan kurdiya nivîskî tê fêrkirin, ev yek jî bawerî û daxwaza mirovên ku zimên fêr dibin, kêm dike.
Mixabin ne di warê hişmendiyê de ne jî di warê perwerdehiyê de mecliseke navendî ya saziyên zimên heye. Heke hebe jî haya kesî jê nîn e. Di warê rê û rêbazên fêrkirina zimên de, di warê rê û rêbazên geşkirina têkoşîna li dijî pişaftin û xwepişaftinê de saziyeke navendî nîn e da ku danehev û tecrûbeya ku di pratîkê pêk tê bi awayekî zanistî teorîze bike, têkoşer û xebatkarên vê qadê li ser vê bingehê perwerde bike û têkoşînê li gorî bernameyeke hevpar, bi hişmendiyeke demokratîk û azad bi rê ve bibe.
Li hemberî vê yekê dewletê gelek kadroyên têgihîştî di saziyên xwe de kom kirine, bi derfetên aborî yên dewletê wan perwerde dike û gelek xebatan bi wan dide kirin. Her ku diçe hejmara xebat û berhemên wan zêdetir dibe. Mixabin êdî saziyên kurdan ên zimên bi xebatên xwe nikarin bi saziyên dewletê re pêşbaziyê bikin.
Ne ku derfet nîn in, derfet hene, lê belê hişmendiya wekî navgîneke siyasetê li mijara zimên dinêre rê li ber pêşketinê digire. Di warê têkoşîna zimên de rêxistin û pêşengiyeke xurt nîn e. Li şûna pergaleke sivîl û demokratîk, pergaleke bûrokratîk û hiyerarşîk heye. Heta ku ev rewş û ev pergal neguhere, têkoşîna parastin û pêşvebirina