VEGUHEZÎNA Jİ(YA)NÊ
Sîdar Jîr
Di civakên bi temamî xwe negihandine azadiya xwe de, yanî çi hestî çi ramanî çi jî siyasî xwe negihandine merama xwe, babeta jinan zêde bala kesî nakêşe. Di wêjeya kurdî de babeta jinan di gelek waran de li gorî yên derdor û cîranên wan bêhtir li pêş e. Dibe ku rewşa heyî ya serdemê ya civakî kiribe ku ev babet anku jin hinekî din jî li pêş bin. Di nava mîrekiyên kurdan de jî jin ne di zindana hareman de ne, ya li ba peyayê xwe li ser text in an jî li eniya şer in.
Dibe ku vê taybetiya wan a civakî kiribe ku li gorî civakên cîran û derdorê kurd di wêje û hunera xwe de bêhtir jinan derxin pêş. Lê divê neyê jibîrkirin ku ev derxistina pêş a jinan a di civaka kurdan de ne litûfek e… Encama têkoşîna wan a her dem a azadiyê kiriye ku ew derkevin pêş. Derketina hêmaya jinan a di wêjeya kurdî de bi awayê giştî dikare bibe du beş an jî du serdem. Ya pêşîn wekî ya gelek civakan e ku di serdema helbestê anku serdema klasîk de bi helbestan dirûv girtiye û heta xwe digihîne dawiya sedsala nozdehan. Serdema duyem jî piştî derketina rojnameya yekem a kurdan e, piştî rojnameya Kurdistanê ye ku ev serdem hê jî berdewam dike.
Îcar ku em li ser serdema pêşîn anku serdema helbestê rawestin, em ê bibînin ku jin bêhtir di bin zext û zora civakê de ne… Leheng in lê belê rista wan tim ji aliyê civaka baviksalarî ve tê diyarkirin. Jixwe piraniya wan berxwedan an jî têkoşîna di warê evînê de ne. Wekî mînak Zînê, Xecê, Binefşê û hwd gelek leheng dikarin werin hejmartin. Ji milê din ve pozîsyon û rewşa jinan a di civakê de, di wêjeya klasîk a kurdî de jî ciyê xwe girtiye. Lehengên jin bêhtir xwedî risteke ku tim di zehmetiyê de dijîn, di bin zext û zorê de ne hatine pêşkêşkirin. Jin di vê serdemê de, bêhtir an wekî keseke mexdûr an jî şikestî hatine vegotin. Lê di serdema duyem de ku em wekî serdema bi rojnameya Kurdistanê re dest pê dike bi nav dikin, rewş gelekî diguhere, bêhtir polîtîk dibe.
Di vê serdemê de her ku diçe rista jinan a di jiyana ku êdî polîtîk bûye de, vediguheze karaktera têkoşer a ku daye pey azadiya xwe û ya civakê. Jin êdî şer dikin ligel mêran. Jin êdî serkêşiya civaka xwe ya polîtîk dikin di vê serdemê de û bûne lehengên sereke yên civakê. Di nîveka sedsala bîstan de, jinên kurd êdî di civaka xwe de ne wekî stûxwar û mexdûrên navmalî û jinên mêrê xwe wekî koordînekar û rêveberên civaka xwe derdikevin pêş. Êdî bi rista ku hesab ji pergala tund dipirsin derdikevin ser dika jiyanê. Bi awayekî dîtir, ligel rista heyî peywir û rista jinên kurd jî zêdetir dibe
. Cegerxwîn ê ku mohra xwe li wêjeya kurdî xistiye êdî dibêje; “Şêr şêr e çi jin e çi mêr e!” Bêguman ev yek bi têkoşîn û berxwedana jinan a di civakê û jiyanê de pêk hatiye. Di gelek war- an de jin dibin stêrkên civaka xwe. Piştî ku keç û jinên kurdan ref bi ref di eniyên şer ên şerê azadiya xwe û welatê xwe de cî girtin, êdî rewşa heyî bi temamî veguhezî awayekî dîtir… Jin êdî şêr in, stêrk in, lehengên di asta herî jor de ne, fermandar in, rêveber û serkêş in… Rista wan a ku jina mêrê xwe ne, jina mala ne, mexdûrên evînê ne, di hunerê de kesên ku ji ber pergala feodal xwe dikujin, stûxwar in êdî vediguheze rist û asta herî berz…
Azadiya Welat