Wêje û "xirecir" ango "xwejinûveavakirin"
Min car din fam kir ku ji bo ku em karibin bigihîjin ast û sewiyeyeke bilind û karibin di nav miletên din de cî bigirin, divê em hin refleksên xwe tevşo bikin û dermanê aşkirin û amoşkirinê berdin nav ruhê xwe yî ku pir ji xirecirê hez dike…
Nivîskarê gewre yê cîhanê Stefan Zweig (ne yê Avusturyayê û ne jî yê binyad cihû; nivîskarê Cîhanê), di nivîsareke xwe ya der heqê pêşketin û xurtbûna cihûyan de, di biwarê ‘çi bû sedem ku cihû ji holê ranebûn û tevî ku ne dewlet bûn jî, wekî ku xwedî dewlet bin, karibûn xwe perwerde û birêxistin bikin’ de, wiha dibêje: “Cihû, piştî ku ji cî û warên xwe hatin cêlîkirin û vederkirin, bêhtir li Ewrûpayê belav û bicîûwar bûn; lê wan xwe bi bîranînên xwe yên lipaşmayî ve girê nedan (lê ew her û her bingeheke jênager bû ji wan re) û ji bo ku karibin li ser piyan bimînin û hebûna xwe bidomînin, nostaljiyeke tim û tim dubarekirî û romantîzmeke xav jî ji xwe re çênekirin. Her yekî/ê ji aliyekî ve (çi bi aborî, çi bi siyasetê, çi bi modeya cilan, çi bi bazirganî, çi bi zanyarî, çi bi nivîskarî, çi bi zeneetkarî, çi bi aktorî, çi bi reqsvanî, çi bi rewşenbîrî, çi bi muzîkê, çi bi sporê…) hewl da ku bi berhemdarî, ramangeşî û behredariya xwe ve bibe xwedî gotin di nav siyaset û çand û rewşenbîriya xelkê ku pê re û di nav dewleta wî de dijî. Û wan bi vê hewldan û kirinên xwe, her çi qas bêdewlet bin jî, hem keys û derfeta qebûlnekirinê nedan xelk û dewletên din ku wan nedin ber çavan û hem jî wan bi vî awayî hebûna xwe domdar û mayînde û payîdar kir.
Her wiha, bi hewldan û raman û xebatên wan ên bi vî rengî, roj bi roj, dem bi dem, sal bi sal, xebat bi xebat, hewldan bi hewldan, diasporayeke wan a watedar jî çêbû.”
Û ez jî dibêjim, dema roj hat û felek li wan rast geriya û keysa dewletbûna wan çêbû, êdî hewce nedikir ku hewleke pir mezin bidin, jixwe wan hemû xirecirên xwe yên ‘xwejinûavakirinê’ bi dawî kiribû.
Îcar, gava ez bala xwe didim hin beş û aliyên dîasporaya Kurdan, ruhê min diêşê, dilê min diêşê û ez ditirsim; ditirsim ku beşeke ji dîasporaya me, bibe sedem ku em tu car ji nav xirecirên ne hewce xelas nebin û em tim û tim, bêyî ku berê dasa xwe berpêyî xwe bikin û di xwe de li sedemên xurtnebûn û pêşneketinê bigerin, hema tîrên xwe yên rexneyê şûrên xwe yên pirdevî li Tirkan, Ereban û Farisan bireşînin.
Ez nizanim, haya hunerhezên me yên li dîasporayê çi qas pê heye, lê hunermendekî me heye bi navê Şener Özmen. Şener Özmen, hunermendê şêwekar, hunera aktuel, nivîskar û rexnegirê hunerê ye. Berhemên wî yên şêwekariyê û yên hunera aktuel ji Danîmarkayê bigire heya bi Şîliyê, ji Elmanyayê bigire heya bi Emerîkayê, tên nîşandan. (gelo we ew wêneyê wî yê ku tê de supermen nimêjê dike û bi vî wêneyî hemû rexne li Emerîka û emperyaliya wî dibarin û ev wêne li Emerîkayê qedexe dibe, dîtiye?)
Ez dixwazim li vir qala bîranîneke hêja Şener Özmen bikim ku wî çêla vê yekê di civatekê de ji me re kir (helbet ev qalkirin bi destûra wî ye). Wî digot, gava em (ew û hunermendekî din ê Kurd) li Ewrûpa an jî li welatekî din, beşdarî pêşangeh an jî Bîenalekê dibin, berpirsên çalakiyê, bêyî ku haya me jê hebe, wek cîûwarê me yên jê beşdarbûyî, li bin berhemên me Kurdistan dinivîsin. Lê piştî ku berhemên me darî çavan dibin, ji ber ku em ji Tirkiyeyê çûne aliyên Tirk vê yekê qebûl nakin û îtîraz dikin. Piştî hevbirinûanînên dûrûdirêj, yek ji wan yek ji me, li bin berhemên me ‘Amed-Diyarbekir’ tê nivîsîn û ev yek wek çareseriya maqûl tê qebûlkirin.
Îcar, bi ya we jî, gelo sedema ku biyanî û ewrûpî navê Kurdistanê li bin berhemên wî hêjayî dinivîsin, Kurdbûna wî ye yan jî rewşenî û berhemdariya wî ye?
Ez vê pirsê ji xwe (û ji me) jî dikim: gelo em ê tim û tim bikin xirecir û bêjin: “ew çima me qebûl nakin?...”
Û li ser pirsa xwe pirseke din jî ava dikim û dibêjim:
“An jî em ê hemû hewlên xwe, ne li ser qebûl(ne)kirinên xelkê, lê ji bo ‘xwejinûveavakirinê’ bidin û bi tenê ji bo vê yekê karûbarên xwe bidomînin?
Dilawer ZERAQ
* Husên Düzen, www.netkurd.com.