Wê tiştên xirab bibin
Wî got “wê tiştên baş bibin” Bi lezgînî doza DTP ya ku 2 sale berdewam dike di hefteyekê hate bidawî kirin”
Wi got “wê tiştên baş bibe” bi yek dengî DTP hate girtin.
Û heyhat ku me bi van derewan heta niha bawer kir.
Niha gelê kurd dibêje ku hûn gavên berbiçav navêjin “Wê tiştên xirab bibin”
Ku hûn dawiyê li êrişên van keriyên qeşmeran neynin wê dawî li pêşîvekirna çareseriya pirsgirêka kurd bê.
We dît wekîlên DTPê vegeriyan hemêza gelê xwe.
Wê bi vê gitina DTPê birînên ewqas mezin vekirin ku êdî nema em dikarin bi hestên birayane li ruyê hev binêrin.
Werin lêborina xwe bixwazin
Ku hûn dîsa pêle rûmeta me bikin,
Ku hûn gelê kurd nas nekin
Ku hun gavên berbiçav navêjin
Ku hun avekê li vî agirî nekin
Wê bêtir xwîn birijê,
Nebêjin negotiye.
Wê tiştên xirab bibin
Demokratno!,
Sendîka no!
Komeleno !
Dewlemend no !
Belengaz no!
Serokkomar o!
Serok wezir o!
Kerr no !
Kor no!
Bibihîzin!
Bibînin!
Wê tiştên xirab bibin
Mem Mîrxan