1. Tekst

  2. Gotar

  3. Samî Tan
  4. Wekhevî û yeksanî
Wekhevî û yeksanî,wekhevî,û,yeksanî

Wekhevî û yeksanî

A+ A-

Li gorî baweriya tesewûfê xwedê mirov ji cemala xwe afirandine anku mirov parçeyek ji xwedê ne. Ji ber vê yekê Helacê Mansûr gotiye, “Enel heq” lê wê demê li gorî baweriya di rewacê de ev dîtin wekî “şîrk” hatiye dîtin û di encamê de Helacê Mansûr hatiye bi îşkenceyên giran hatiye kuştin.

Digel vê yekê jî heyamekê hemû alim û arif ketine pey cemala xwedê, li ser wê helbest û dastan nivîsandine.

Ev ramana tesewûfî çendî rast e, xwedê dizane, lê belê mirov her tim xwe di navenda her tiştî dibînin û hingî xudbîn û xweperest in, dixwazin her kesî bişibînin xwe. Têkoşîna her kesî ji bo vî tiştî ye. Ne tenê ji aliyê dirûv û xuyangê ve, ji aliyê bîr û baweriyê ve jî her kes dixwaze hemû kes wekî wî/wê bifikirin, bîr û baweriyên wî/wê pejirînin, bîr û baweriyê wî/wê di rewacê de bin. Ev helwest û têgihaştina hinekan ji bo hinekên din dibe sedema pest û pêkutiyan.

Mirov ji mêj ji tiştên cuda ditirsin. Tiştên xerîb û nenas hem bala mirovan dikêşin, hem jî ew ji wan tiştan ditirsin. Ji ber vê yekê jî dixwazin nas bikin, ev daxwaz li aliyekî bingeha lêkolînî û zanistê ye, lê belê li aliyê din, pirî caran mirov ji bo tiştekî nas bikin, dixwazin ji hev bixin, bixin qalibên ku ew pê dizanin.

Hest û helwesa mirovan a teşedana tiştan bi aliyekî xwe zanist e, bi aliyê din jî rûxandin û wêrankirin e. Mirov niha tiştên suriştî ji hev dikin, dixin hinek qalibên cihê, ji nû ve teşe didinê û li gorî pêdiviyên xwe bi kar tînin. A rast wêrankirina xweza û suriştê bi vî rengî dest pê kir û îro gihaştiye asteke xeternak.

Tiştê kambaxtir mirov bi vî rengî nêzîkî hev jî dibin. Êdî dixwazin li gorî daxwaz û pêdiviyên xwe hev û din bixin hinek qaliban û li gorî xwe teşe bidin hev. Ji bo vê yekê divê serê pêşîn yek bi yekî/ê vî tiştî bide pejirandin, Lewma jî divê wî/wê tepeser bike. Îro di lîteratûra zanistî de ji vî tiştî re dibêjin, endazyariya civakî. A rast perwerdehî bi xwe bi vê mebestê derketiye holê. Alîyekî perwerdehiyê bi fêrkirinê amadekirina ji bo mercên jiyanê ye, aliyê din jî teşedan e.

Dawiya dawîn her kes dixwaze hemû kesan bişibîne xwe, ji ber ku ew kes ji xwe bedewtir û zanatir kesî nabîne. Belkî jî mirov bawer dikin ku xwedê hemû mirov ji cemalê wî/wê afirandine. Lê di rastiya xwe de hemû mirov bi her awayî ji hev cuda ne. Ne bi dirûv û xuyanga xwe ne jî bi hest û ramanên xwe kes bi temamî ji ber kesî nehatiye girtin anku ne kopiya kesî ye.

Tiştê ku jiyanê xweşiktir dike ev cudatî û rengînî ye. Heke xweza yekreng bûya, dê li ser rûyê cîhanê tenê yek organîzma hebûya. Mirov jî çendî ji hev cihê bin, ew çend baş e.

Dema ku mirov bi çavî li meseleyê binêre, peyva me ya wekhevî jî ji aliyê wateyê ve şaş e, lewre mirov ne wekî hev in, di maf û azadiyê de divê yeksan bin. Têkoşîna me jî divê ji bo azadî û yeksaniyê be.

Divê em ji bo yeksanî û ahengê tê bikoşin, lê ne ji bo wekhevî û lihevşibandinê. Bi kurtasî her kulîlk bi rengê xwe, her perende bi dengê xwe û her mirov jî dirûv û zimanê xwe bedewtir e.

Çavkanî: Azadiya Welat ANF NEWS AGENCY


Gotinên miftehî :