1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mîrhem Yîgît
  4. Welat, Welatê Me û Azadiya Welat
Welat, Welatê Me û Azadiya Welat,welat,welatê,me,û,azadiya,welat

Welat, Welatê Me û Azadiya Welat

A+ A-

Salên me yan jî bi gotineke rastir ji awira hest û hisên min, girêdan û têkiliya zeman bi min re zû tên û diçin û di nav vê tirafîk û çerxa bilez de, car hene em li xwe dizîvirîn, li xwe û li peyxwemayîyên xwe dinerin û ferq dikin ku vaye salvegereke nû li deriyê me dide.

Roja 22 ê vê mehê, meha Sibatê rojnameya Welat 22 salên xwe kuta dike û dikeve 23 saliya xwe. Di weşandin û rêveberiya vê rojnamê de ne bi nav û bi îmze be jî rol û xizmeteke me jî çêbû ku wiha kete rê:

Dawiya 1991 ê Ji bo derxistina rojnameya Welat ji Swêdê çûm Stenbolê. Berî vê bi hevalê Şehîd Rizgar re wek delegên Skandînavya ji bo beşdariya di konferansa ERNK de ku 5-6 rojan domand, em çûbûn Holenda.

Daxwaz û biryara çûna min di vê konferansê de kete rojevê ku dîwana wê ji hevalên Mûrad Karayilan, Zaza Hesen /şehîd ket/ û Mehsûm Bagok ku niha li welat e pêkdihat.

Min jî bê ku li pêş û li paş binerim ev daxwaz wek talîmatekê ji bo bicîhanîna erkekî girîng pejirand û piştî vegera Stokholmê ne bi gelekî mîna di efsane û çîrokên kurdî tê gotin me *berê xwe da oxirê û pişta xwe da felekê*.

Biryareke ne bêtalûke bû, belê ji dijwarî û rîskên li ser rê zêdetir ev gava dîrokî, derxistin û weşandina heftenameyeke xwerû bi kurdî û piştî rabûna qedexeyîyeke li dora 70 salan fera giran di mêzênê de bû.

Piştî amadeyîyeke çendmehî roja 22 ê Sibata 1992 an Welat çavên xwe li jiyanê vekirin.

Sala Welat derket û çend salên berî wê Tevgerarizgarîxwazî êdî demek bû ku ketibû çax û banga xwe. Meş, çalakiyên corecor, protesto, boykot, mitîng û newrozên ne serî û nebinî, xwedîderketina li gerîla û bi dehan rengên din yên çalakiyan êdî ji bûyerên rojane û berdewam bûn.

Ev giş çavkaniyên nûçeyan û materyalekî bêhempa bûn. Sazî û partiyên legal û girseyî mina HEPê ku bi hejmarek ne di bin 20 kesan re ketibû meclîsê û li gelek bajar û deverên welat xwe organize kiribû, tevna xwe hûnabû çêbûbûn, weşanên mina Ozgur Halk, Yeni Ulke, hinekî pişretir rojnameyên wek Gundem û saziyên mina NÇM li dar bûn, bi sedan û bi hezaran kadro û xebatkarên wan hebûn, Ev sazî xwedî cîh, buro û teknîka ragihandinê bûn.

Heyecan û eşqa xizmetê germ û gur bû, ev giş dibûn alîkar, gelek ji wan nûçevanên xweza û kenalên wergirtina nûçeyan bûn. Piraniya rojnamevanên me ku îro di nav xebatê de ne ber û berhemên wan salan in, berhemên rojnameyên wê demê û rojnameya Welat in.

Salên perwerdeyeke çendalî û çendşaxî bû. Xwendevan, nûçevan û nivîskar bi hev re ji nav gel derdiketin û ji giş aliyan gotin di cîh de be dengê mîna *em ji bo we çi dikarin bikin *bilind dibûn.

Ev aliyê objektîf û qonaxê bûn, mirov han didan, ji me xebatkar, rêvebir, nûçegihan û nivîskarên rojnamê re dibûn navtêdan û faktorên motîvekir.

Di destpêkê de em sê-çar kes bûn. Abdulah Keskin, kesek ku niha navê wî di bîra min de nemaye û ne kurd ku ji *Toplumsal Kurtuluş*a Yalçin Kuçuk dihat û gelekî zû dev ji me berda, Mezher Gunbat, piştre Aynur Bozkurt, bi dû wê de Nîjad Yaruk hevalek bi navê Salih û carcaran jî hinek hevalên mîna Zana Farqînî, Adnan Alp ku niha li Siwêdê dimîne ku ez û ew bi hev re; ez ji bo rojnameya Welat û ew jî bi erkekî din, em çûbûn Stenbolê, em hejmarek wiha bûn ku çendek ji me berdewam û çendek jî demdemî dihatin serdan û alîkariyê.

Heger bi çend gotinan em behsa astengan bikin, heta tu bêjî bes asteng, nelibarî û pirsgirêk zêde bûn. Ya ewil garantî û ewlekariyeke me û weşana me tunebû.

Gotina serokkomarê demê Turgut Ozal ya ku gotibû * ji xwe zimanê kurdî ne zimanê nivîsê, weşan û çapemeniyê ye, heger îdîayeke hinan ji bo bervajê vê hebe bila kerem bikin destên wan ji wan re ye û hwd.* bi mebestên propegendeyî, diplomatik hatibûn gotin.

Li jêr siyaset, burokrasî, çapxane û şîrketên belakirina weşan û çapemniyê, rojnamefiroş, postexane û Hwd. hê di dinyaya xwe ya kevin de bûn û di bin bandêra qedexeyîyên dehsal û bîstsalan de gelekî dûr bûn ji hezm û qebûla weşaneke mîna Welat, xwuru bi kurdî ku hê jî berdewam e û ji rewşa Wedat Kurşun û bi dehan rojnevanên din yên kurd ku îro jî di zîndanan de tê dîtin.

Di nav mitale û paxavên ku her tim hinek tişt dikarin biqewimin, bên serê xebatkarên rojnamê de me hejmarên wê dihejmartin û her cara yeke din ji çapxanê derdiket dibû şahî di nav me nivîskar û xwendevanên rojnamê de. Rojên înan rojnama me ji çapê dihat û min jî çend hejmar digirtin û berê xwe dida mala Apê Mûsa li Kartal-Maltepe.

Apê Mûsayê ku dewlet gelek baş nas dikir û qet bahwerî bi gotinên wê nedianî tim yeke ku dubare dikir, digot: * Lawo teqsîr nekin, sibe wê çi bibe em nizanin, nan û xwiyên tirkan li ser kabên wan e û em vê derfetê çendî ji dest me tê bikar bînin, hûn jî çendî ji dest we tê hay ji xwe bikin… *

Roja me cara ewil ji bo çapê rojname pirr çapxanê kurpe kurpa dilên me bû. Em piraniya xebatkaran li wur bûn, bi heyecan li bendeyî jidayikbûna wê bûn.

Li teniştekê min ev bêhnik di hinek notan de xwest bilaş û gewd bikim. Berpirsiyarê karê burokratîk hevalê kedkar Kenan Ezîzoglu di ser serê min re sekinîbû û dianî bîra min ku ez wî jî ji bîra nekim.

Hê di destpêkê de piştî çend hejmar Welat nivîskarên me û li serê wan Apê Mûsa, Huseyin Deniz û hwd. hatin tehdîtkirin ku piştî çend mehan di heman sala derketina rojnamê de hatin şehîdkirin.

Tim û berdewam di çûn û hatina di nav buroya rojnamê û malên em li wan diman de em li vir û li dera han li kesên bi guman û awirnedost rast dihatin.

Rojekê hevalekî berpirsiyar ban min kir û xwest me xebatkar û hevalên rojnamê hişyar bike: Em pêwiste gelekî bi tedbîr bin, li derdorên me mirovên wek sehwêran berçav dibin û hwd. Min jî jê re got ku *em li cîhekî wek Stenbolê ne, em di nav wan de ne, cihê ger û çûn û hatina me di nav mal û buroya rojnamê de ye. Di rewşeke wiha de tedbîra herî mikun û herî baş dikare çi be ji derxistina Rojnama Welat pêve*.

Rojname mîna hatibû pilankirin derket, rûnişt û di nav salan de bû febrîkeyeke derxistina nivîskar, xwendevan û gelek weşanên bi kurdî.

Di van 22 salên buhurî de rojnamegeriya kurdî gelekî bipêş ket û îro di ast û warekî din de ye, ji sala 1995 an û bi vir de derbasî qonaxa televizyonên satelîtî bûye. Rojnameya welat jî bû *Welatê Me*, Welatê Me wergeriya *Azadiya Welat* ku îro jî wek xeleka sêhem û dirêjayî û dewama Rojnameya Welat jiyana xwe didomîne.

Welat û hejmara nivîskarên rojnameya welat ji wan re bûye pîrik, mirov kare ji hejmara ewil ber bi ya dawî de bikudîne.

Herwiha mirov dikare navê hejmarek nivîskar bide ku cara ewil di Welat de nivîsandin, yan bi şêweyekî cidî di welat de dest bi nivîsandinê kirin, yan jî bi riya Welat perwerde bûn, cara ewil bi Welat nivîsandina bi kurdî li ser kaxetê nas kirin.

Welat bû dibistan û fêrgehek, kenal û organê xwenaskirinê, evîn û dildariya zimanê zikmakî, kultur, folklor û wêjeya kurdî. Ne bi tenê ji bo Perçê Bakur belê bi taybetî ji bo Perçê Rojava û derveyî welat re jî.

Welat li aliyekî din jî ne bi tenê gotin û nivîsandina bi kurdî belê bi wan re fikirkirina bi kurdî jî bipêş xist.

Behsa ekolê Hawarê dibe belê mirov dikare bi hesanî behsa ekolê rojnameya Welat û dewamên wê Welatê Me û Azadiya Welat jî bike.

Jiyaneke hemdem, jiyaneke zindû û biked û jiyaneke layiqê navê xwe bêorganên fikrî, bê rojname, kovar û kitêb naye fikirkirin.

Heta mirov dikare bêje ku îro neteweyîbûna neteweyekî jî kesayetî û rûmeta wî jî heta bi cîhekî girêdayê xwedîbûna organên fikrî û çapemeniyeke di dereceya çapemeniya neteweyên serdema me de ye.

Li aliyê din ev jî îspat bû ku bêşoreş, bêpartiyeke xwurt û serokayetiyek jêhatî, hewcedariyên fikrî û derdê di vî cebhî de derman nabin, bi dilopên ferdî, çendkesî têhna milyonên tî naşke û qirika xelkê hilnaye.

Weşan û çapemenî organ û kenalên fikrî ne, mêjiyê mirov dixin kar, mêjî çalak û biger dixin. Ji bo mêjiyê mirov û neteweyî tembel û xewar nebe, berhemdar û hişyar be mêjî divê kar bike, bi riya kar mêjî qert nabe, pîr nabe û tim xwe binûvedike.

Mêjiyê kar neke, kûr û hûr nefikire, xwe konsantire neke û xwe nede hev, tim biçûk dimîne, hêdî hêdî diqijile, diçilmise, ber bi hundur de dikube, ditebiqe û roj tê cardî li eslê xwe yê meymûnî vedigere.

Mêjiyê neteweyekî bi çalakiyên fikrî, bi rê û alîkariya organên fikrî vedibe, mezin dibe û distewe.

Organên fikrî, kenal û çekên çalakî û anteremankirina mêjî ne. bi riya rojnameyên rojane, kovar û çapemeniyên mehane û peryodîk mêjiyê neteweyî, mêjiyê rewşenbîrî dişixule, digere û her diçe bi kapasîtetir dibe.

Rojnameya Welat mêjiyê me xiste kar, mêjiyê me handa û riya fikirkirina bi kurdî çend metroyên din ji bo gelê kurd firehtir kir.

Pîroz be 22 hemîn sala jidayikbûna wê.

Hagen

21/02/2014