Welat û welatparêzî
Samî TAN
Welat çi ye? Welat ew cih e ku mirov çavên xwe li ser xaka wî li vê dinyaya gewrik vekirine. Ew der e ku mirov reng û dengê wir di dil û mêjiyê xwe de tomar kiriye û bi wan reng û dengan giyanê xwe neqişandiye û hîmê cîhana xwe ya derûnî li ser daniye û dîwarê avahiya kesayetî û nasnameya xwe li serê lê kiriye. Welat ew der e ku dilê mirov ji bo hildavêje. Welat bi qasî ku bi ax û erdnîgariya xwe tiştekî madî ye, ew qas jî, belkî ji wê jî zêdetir mehfûm û diyardeyeke derûnî û manewî ye.
Welat tevî ku bi erd û zeviya xwe cihekî şênber e jî, bi aliyekî xwe jî cih û warekî aşopî û xeyalî ye. Ji ber vê yekê jî welat, pêşî di dil û mêjî de paşê li ser cih û warekî tê avakirin. Lewma dagirkeran piştî serhildana Agirî di rojnameya xwe karîkatûrê gorekê çêkiribû û li ser kêlê wê gorê “Muhayyel Kürdistan burada meftundur (Kurdistana xeyalî li vir binaxkirî ye)” nivîsandibû. Lê wan jî dizanî ku Kurdistan di dil û mêjiyê kurdan de dijî, ji ber vê yekê jî wan berê xwe da dilê û mêjiyê kurdan da ku hest û ramana kurd û Kurdistanê hilweşînin û li şûna kurd û Kurdistanê, tirk û Turanistanê bi cih bikin. Lê ev yek neçû sêrî û dê neçe sêrî heta ku kurd agirê Newrozê di dilê xwe de geş û gur bikin.
Belê, welat pêşî di dil û mêjî de tê avakirin. Îro gelê kurd vê yekê dike, hevîr û havênê vî welatî ne tenê xwîna şehîdan, hestir û rondikên dayikan tê stiran, her wiha bi dengê zêmar û lorîkan dayikan, bi lîlandin û dûrikên şahî û stranan jî tê stiran..Di hîmê vî welatî de deng û awazê kilamên dengbêjan, bedewî û ciwaniya risteyên beyt û dubeytiyên Baba Tahirê Hemedanî, Ehmedî Xanî û Hecî Qadirê Koyî, axîn û nalîna Cegerxwîn, ked û têkoşîna Celadet Bedirxan liberxwedana Çaran heye. Her kes bi awayekî li gorî karîn û zanîna xwe, li gorî kar û pîşeya xwe, bi qasî hêz û şiyana beşdarî avakirina vi welatî dibe. Helbet para girîng, payeya herî bilind xwîna şehîdan e. Lê divê em hizir û raman ramanger û rewşenbîran, ked û xebata kedkaran ji bîr nekin.
Kurd îro welatê xwe ava dikin. Avakirin bi qasî ku tiştekî madî ye, belkî ji wê zêdetir tiştekî manewî ye. Bêyî bîr û bawerî, bêyî hest û dilîn ew welat nayê avakirin. Ev ne kareki hêsan e, xwîn û xwîdanê dixwaze, ked û xebatê, plan û projeyan dixwaze, lê berî her tiştî bîr û baweriyeke xurt dixwaze.
Îro welat parçekirî ye, îro welat birîndar û perîşan e. Her wekî çawa ji laş û bedena mirov ku der jan bide, mirov zêdetir bala xwe dide wê derê, ew êş û jan hiş û mêjiyê mirov bi aliyê xwe ve dikêşe, li welêt jî ku der bibe cihê tîrên û şer ê dagirkeran, ku der li dijî zilm û zordariyê bike hawar û li ber xwe bide, divê mirov berê xwe bide wê derê. Pêr Mehabad, duh Helebçe îro jî Şengal û Kobanê dil û mêjiyê me bi aliyê xwe ve dikêşin. Belkî me duh û pêr nedikarî em zêde tiştekî bikin, derfet kêm bûn, zilm û zordariya dagirkeran zêde bû, lê îro derfet zêdetir bûne, deng û destên kurdan digihêjin her derê. Her wekî Hevserokê PYD’ê Salih Muslim jî gotiye, “Kî dikare çi bike divê îro bike.”
Îro welat Kobanê ye, dilê kurdan ji bo wir hildavêje. Roj roja xîret û namûsê ye. Civaka kurd wekî ala xwe civakeke rengîn e; hem ji aliyê civakî ve, hem jî ji aliyê bîr û baweriyên siyasî ve civakeke pirreng û pirdeng e. Divê em bi hişmendiya welatekî azad tevbigerin û hemû cudatî û nakokiyên siyasî daynin aliyekî ji bo ku dijminên mirovahiyê têk bibin, dest û mil bidin hev. Dayika niştiman ji me vê yekê dixwaze, welatparêzî vî tiştî li ser me ferz dike.