Welatparêzî
”Aşiqê sadiq ew e ê ku di riya dîlberê /Ger ewî bînin bi kêr kin neşkênit peymaneê” Siyapoş
”Ger hebîba min cehennem dafik û tu dane bî/ Sed qesem dê biçime nêv de ez bi qesda daneê” Siyapoş (Ji heman helbestê)
Jiyan bi hezkirin û evînê dest pê dike, pê şax û kulîk dide, pê geş dibe û pê dikare bidome. Lewra hezkirin navê Xuda ye. Xuda hezkirin bi xwe ye.
Welatparêzî evîn û giradana welat e. Welatparêz ew kes e ku bi reng û rawestana xwe ya jiyanê ya li ser bingeha welatparêziya xwe ve dibe mînak di nav gel de û vê yekê bi coşeka mezin bi pêş dixe û li nav gel belav dike. Ji vê yekê coş û hêz digire û ev dibe wateya jiyana wî/ê
Welatparêzî gelek caran ji aliyê hêz, partî, rêxistin û organîzasyonên ku dixwazin di nav gel û civakê de bibine desthilatdar ango xwedî gotin û hêz ve, hatiye bikaranîn. Ev li Ewropayê di sedsala 18an de bêtir di navbera dewletê û dêran de bûye mîna nakokiyek, lewra her du aliyan jî xwestine welatparêziyê bi awayekî bi xwe ve girê bidin û yek li ser reda a din şîn bûye.
Lê îroj li Ewropayê bi taybet welatparêzî bi hêsanî dikare mîna muhafazakariyeka îdeolojîk û hişk bê binavkirin û têgihiştin. Li gel vê jî, tu partî û rêxistinên siyasî yên çep jî, vê yekê aşkere bi lêv nakin, dijberî wê her partî û rêxistinên siyasî ku pêdivî bi dengên gel hene, ”ji bo xizmeta gel û welatê xwe hene”. Ji xwe armanca wan a rastî û esasî ne ev be jî, dema aşkere derkevin ji derveyê vê xetê, dê nikaribin li ser piyan jî bimînin, dê dakevin. Partiyên siyasî zû bi zû navê welatparêziyê bi xwe venakin, ango nakin navên partiyên xwe. Ji bilî partiyên nîjadperest ku ew jî bêtir di axaftinên xwe, dan û stendin û propogandayên xwe de bikar tînin.
Bavê ramana komunîzmê Karl Marx derbarê welatparêziyê de wiha dibêje: “Welatparêzî, hesta milkiyet ango xwedîtiyê ya herî îdealîst e”.
Lenîn, welatparêziyê mîna xweradestkirina oportonîstan û dijayetiya şoreşê dibîne û mîna ”şovenîzma burjuvaziyê” bi nav dike. Lewra dibêje ku di Manîfestoya Komunîst de hatiye gotin ku ”welatê karkeran tune”.
Sedema nêzîkahiya şaş a çepên tirkan li pirsgirêka kurd her çendî ji hêlekê ve bandora mezin a Kemalîzmê be jî, ji hêla din ve, bandora vê nêrîna ”çep” û ”sosyalîst” a li jor hatî diyarkirin jî, ne hindik e. Piştî salên 1950-60î, li bakurê Kurdistanê şînbûna tevger û rêxistinên kurd li ser bingeha bandora vê çepîtiyê, bê guman ku bandoreka neyînî li pêşkeftina hest û ramanên neteweyî jî kir. Lê ev mijareka bi serê xwe ye.
Ferqa navbera welatparêzî û nîjadperestiyê:
Di navbera welatparêzî û nîjadperestiyê de xeteka pirz zirav heye. Dema her du bi hev re têne honandin, ev dikare bibe sedema metirsiyekê ji bo wî gelî bi xwe jî. Lewra ev yek piştî demekê û bi berfirehî û kûrahiya wê ya li nav gel ve girêdayî, civakê di warê çand, wêje, aso, nêrîna azad, xweşbîniyê ve piçûk û teng dike. Piştî demekê civak bi xwe, xwe manêpule dike û ev dibe sedema rizandina civakê. Rastiya ku ew di nav de ne êdî nema bi rastiyên giştî yên jiyanê re li hev dikin. Ev jî piştî demekê eger rewşeka cuda rû nede, dikare bibe sedema têkçûn û tunebûna wê civakê jî.
Welatparêzî bi serê xwe, ne wisan e û dema bi serê xwe, li ser rastiyên gel, civak û cografyaya xwe bê honan, dikare bibe sedema avakirina xweşî û başiyan û geşkirina têkilî û jiyana gel, li gel her reng û dengên gel ve.
Welatparêz bêtir bi kevneşopiyên xwe ve, bi yekîtiya welatê xwe û axa xwe ve girêdayî ne. Di gotinê de, tu partî û raman, vê yekê red nake. Nîjadperest, li gel van, xwedî nêrîneka siyasî û îdeolojîk in jî û xwedî bernameyeke aşkere ya civakî ne. Her wiha xwedî xiyala avakirina dewleteka nîjadperest in. Lê ev ji bo, ”bi tenê welatparêz”an, ne divêtiyek an daxwaz û lêgerîneka teqez e. Welatparêz, dikarin bi xweşbînî nêzî kesên ne ji welatên wan in bibin û welatparêziya wan jî xweş û maf bibînin. Lê ev ji bo nîjadperestekî ne wisan e. Lewra ew ji xwe pê ve nikarin bi xweşbînî nêzî ”nîjadeka din” bibin. Her wiha sînorên nîjadperestiyê jî ne tenê bi welatê wan ve lê bi nîjada wan ve girêdayî ye û ji heman nîjadî dikare ji yekê zêdetir welat hebe ku nîjadperestên wan welatan xwe yek dibînin û bi her awayî xwedî li hev derdikevin. Li heman welatî, welatparêz û nîjadperest dikarin bikevine milên hev, lê gelek caran têne hemberî hev jî.
Di sedsala 19an de welatparêzî û nîjadperestî bêtir ketine nav hev û hestên welatparêziyê ji aliyê nîjadperstan ve ji bo armancên siyasî heya dawî hatiye bikaranîn.
Herêm eşîr û bajarparêzî:
Em dibêjin belku ev yek bi tenê di nav me kurdan, an jî gelên nepêşkeftî de heye, lê herçendî eşîrayetî êdî nemabe jî, ev herêm û bajarparêzî li nav welatên herî pêşkeftî îroj jî heye. Ewçend ku, hev û du piçûk dibînin, henekên xwe jî bi hev dikin û bi hev û du re naxwazin bidin û bistînin jî. Bi taybet dema pêşbirkek dibe di navbera van herêman de tu çêr û gotinên çors jî namîne ku ji hev re nabêjin. Mînak; Swêd ji 25 herêmên cuda tê pê. Her herêmek xwedî nav û nîşan û sembolekê ye. Di navbera bi taybet sê herêmên jêr, navîn û jora Swêdê de ferqa devokan jî heye ku hin caran nikarin ji hev fam bikin. Ev li welatên mezin ên Ewropayê Almanya, Fransa û Îngilistanê jî her wiha ye. Lê bê guman ku ji ber xurtbûna saziya malbatî û eşîrayetî li nav gelên pêşneketî, ev reng têkilayî ango pirsgirêk, hîn bêtir têne jiyîn. Di her du rewşan de jî, dema pergaleka navendî mîna dewlet a van gelan hebe, li gel van pirsgirêkan jî, di mijarên neteweyî de (di nav welatên pêşneketî de ev lawaztir e) xwe li hev û du dipêçin û di nav xwe de yekîtiyeka xurt ava dikin.
Li Kurdistanê ku hîn jî bi temamî pergaleka navendî lê nehatiye avakirin û di bin destê dagirkeran de ye, li nav çar sînoran ji hev û du dûr maye, hîn jî pergal û saziya eşîrayetî, malbatî û herêmparêziyê lê pir xurt e. Dema ev pergal û sazî li nav gelekî pir xurt bin, hestên welatparêziyê yan lê şîn nabin, an jî pir lawaz dimînin. Pirê caran jî ev têgeh, têne têkilkirin. Di bin navê welatparêziyê de herêm, eşîr û komikparêzî tê kirin û siyaseta vê tê pêşxistin. Mixabin ku ev jî rê li ber pêşkeftina welatparêziya resen û paqij digire û dibe sedema nakokî û pirsgirêkan di nav gel de.
Bi taybet li Bakurê Kurdistanê, bi pêşkeftina Tevgera Azadiyê re, bandora herêm, eşîr, malbat û bajarparêzî bi giranî şikest. Dema mirov li van sî salên dawîn binihêre û bide ber hev, ev rastî pir zelal xwe nîşan dide. Lê ev nayê wateya ku ev pirsgirêk bi temamî çareser û bê bandor bûne. Cî bi cî, dem bi dem pirsgirêkên pir grîng jî, caran xwe didine der mixabin. Lê tiştek di vê navê de aşkere û zelal bûye ku bandora siyasetên faşîst, asîmîlasyonîst û tunekirina reş û spî yên dewletên dagirker, bi tenê dikare bi rêya welatparêziyeka resen û paqij bê kuştin. Heya ev bandor jî di nav gelê kurd de hebe, li gor asta hebûna xwe jî dê texrîbatan çê bike û dike jî.
Baş e welatparêziya resen a paqij çiye?
Welatparêziya gelên bindest:
Welatparêzî, bi taybet ji bo gelên bindest ku xaka wan hatiye dagirkirin, xwedî wateyeka grîngtir e. Lewra dema hestên welatparêziyê di nav gelekî bindest de xurt nebin, neyêne bipêşkistin û rast neyêne kanalîzekirin ku ev jî bi rêxistinkirina civakê dibe, tu derfeta rizgarkirina wî gelî ji bindestiyê û rizgarkirina wê axê ji dagirkeran, hema bêje nîne. Ji ber rastiya bindestiyê û grîngiya rizgariya ji bin wê bindestiyê, pîvan û mercên welatparêziya gelên bindest jî pir berfirehtir û girantir e. Beriya her tiştî, di vê welatparêziyê de berjewendî û hesabên ferdî nikarin hebin. Ji xwe dema hebin, ew nikare bibe welatparêziya resen jî. Ev welatparêzî bêtir fedakarî û jixwedayîn dixwaze. Ew jî têre nake; li gel vê divê welatparêzek bi her rengî dijminê xwe red bike. Ango welatparêzî bi her rengî reda dijmin e. Her wiha xwedîlêderketina hemû nirx û rûmetan e ku ji dîroka wî gel û civakî, li ser wî xakî herikîne û kom bûne, di serî de jî ziman.
Ev tesbîtên li jor, reda tesbîta Manîfestoya Komunîst e jî ku dibêje ”Welatê karkeran nîne” Belê welatê her kesekî heye û bi hezkirin, azadkirin, pêşxistin û geşkirina wî welatî berpirs e. Ya Manîfestoya Komunîst, reda rastiyên jiyanê, xiyaleka bê bingeh û pûç e. Lewra heya mirov ji xwe hez neke, xwe bi pêş nexe, ber deriyê xwe paqij neke, di nav xwe de nebe yek, nikare û ne pêkan e ku van bi gel û welatekî din re pêk bîne. Eger xiyalên komunîzmê jî dixwazin bi ser bikevin, divê zanibin ku bi lawazî û bi tenê bi destê karkeran ev nabe û her tişt ji xwe dest pê dike, li ser bingeha xwe şîn û geş dibe.
Ev heman tişt ji bo ”welatparêz”ên me jî derbas dibe. Bi gotegotan, peyayiya aliyekê û dijminahiya aliyê din welatparêzî nabe. Di rewşa me de jî, dema welatparêziyeka ne rast bê meşandin, ev bi nezanî be jî, dikeve xizmeta dijmin û dagirkeran.
Xwediyê ked û xwêdana mezin kî be, bedêla mezin kî dabe/dide, herî zêde di çavên dijminan de kî diçe û dibe armanca êrîşên wan ên hov û qirêj, bê şik û guman ku welatparêzê herî mezin û rast jî ew e û yê ku dê vî gelî û vî welatî jî bigihêjîne serbestî û azadiya wî jî her ew e.
Mahabad Felat Arda 2013-11-10 / Stockholm [email protected]