1. Tekst

  2. Gotar

  3. Samî Tan
  4. Welatê me Kurdistan e
Welatê me Kurdistan e,welatê,me,kurdistan,e

Welatê me Kurdistan e

A+ A-

Samî TAN

Stêrka azadiya gelê kurd her ku diçe geştir dibe. Dagirker li hemberî têkoşîna azadiya gelê kurd hêviya xwe ya têkbirina têkoşînê û domandina statûya kevnare ji dest didin. Li hemberî vê rewşê hawara xwe digihînin hêzên emperyalîst û kevneperest. Dewletên dagirker ji hêzên emperyalîst dixwazin ku li statûya kevnare ya ku wan bi destên xwe ava kiriye xwedî derkevin. Lê belê ew statûya kevnare êdî li hesabê wan jî nayê, êdî ew jî dibînin ku bi wê statûya sedsala 20’an nikarin berjewendiyên xwe biparêzin, lewma jî ew zêde guh nadin qîrîn û hawarên dagirkeran.

Li hemberî vê yekê dagirker jî ji bêgavî helwesta xwe nerm dikin. Di vê rewşê de noker û kevneperestên kurd bi tena serê xwe dimînin. Ev yek wan dîn û har dike, ji ber vê yekê hîn zêde dir û devbixwîn dibin. Lê belê ew ê têk biçin, tu carî ew ê nekarin li ber têkoşîn azadî û demokrasiyê bibin asteng. Ne êrîşên dagirkeran, ne jî destik û nokerên navxweyî dikarin rê li ber azadiya gelê kurd bigirin.

Daxwazên rewa û demokratîk ên gelê kurd hem di nav gelên Tirkiyeyê de hem jî di qada navneteweyî de tên nasîn û pejirandin. Gelên din jî êdî girîngî û giraniya têkoşîna gelê kurd dibînin. Ew jî dibînin ku têkoşîna 40 salî ya gelê kurd rê li ber azadî û wekheviyê vedike. Li Rojhilata Navîn hêzên kedxwar û emperyalîst hêzên azadîxwaz û pêşverû her tim serkut kirine, rê li ber kevneperestî û paşverûtiyê hatiye vekirin. Li ser bingeha zilm û tepeserkirinê tovên paşverûtî û kevneperestiyê hatine reşandin. Di encamê de bajar û bajarokên ku lê şitl û darên azadiyê hatibûn çandin, bi zilm û zora kedxwar û dagirkeran bûne cih û warê kevneperestî û paşverûtiyê.

Navçeya Semsûrê Kolik di vî warî de nimûneyeke berbiçav e. Berî cûntayê bîr û ramanên neteweyî û pêşverû li vê derê geş dibûn û bi lez û bez belav dibûn. Ev bajarok berî 50 salî wekî gundekî bû, bi mirovên ku ji ber sedemên aborî ji gundan hatin serjimara vê derê îro gihaştiye 70 hezarî. Di salên 1980’yî de jiyan bi temamî bi kurdî bû, îro li bajêr zimanekî dureh derketiye holê. Berê rêxistinên kurd li vê derê rêkxistî bûn û îro bûye cih û warê terîqatan. Berê li dijî axatiyê têkoşîneke demokratîk hebû, niha bi salan e şaredarî di destê şêx û axayan de ye.

Tevî hemû kend û kospan jî têkoşîna gelê kurd bandora xwe li vê derê jî nîşan dide. Di hilbijartina herêmî ya 30’ê adara 2014’an de BDP partiya sêyemîn bû. Zilm û zordariya bi salan, qelsî û lawaziya di warê siyasî de bandora xwe li ser kadroyên herêmê jî kiriye. Belkî hêvî û daxwaza azadiyê ji holê ranekiriye, lê belê vîn û daxwaza têkoşînê, hêz û baweriya serkeftinê kêm kiriye. Ji aliyê îdeolojîk ve giraniya hêzên paşverû bandora xwe li wan jî kiriye. Lê belê gelek ciwanên azadîxwaz ji vê derê jî beşdarî nav refên şervanên azadiyê bûne û dibin. Roja 31’ê tîrmehê cenazeyê şervanê YPG’ê Ahmet Sözeri (Egîd Semsûr) li Kolikê hate veşartin. Ciwanên Kolikê bi coş û dilsoziya xwe nîşan da ku dê Kolik ji destê kedxwar û dagirkeran derkeve, dê bibe cih û warê azadîxwazan. Lê ji bo vê yekê divê welatparêzên li vê herêmê êdî dev ji gilî û gazinan berdin, hêz û şiyana xwe nîşanî her kesî dibin, nehêlin ku ev cih û war di destê kedxwar û kevneperestan de binale. Divê em nehêlin ku partiya faşîstan li vê herêmê bibe partiya duyemîn, segbavên alperenan tabelayên saziyên me daxin û pê li rûmeta me bikin.


Gotinên miftehî :