Were Kurê Min Em Bi Hev Hesiyan
Zilamek û kurê xwe dadikevin bajêr ku pêdiviyên malê bikirin. Li bajêr dikandarên kurd û yên tirk hene.
Bavê wî bi tirkî nizane û diçe cem dikandarên kurd pêdiviyan dikire. Lê mixabin ji kîjan dikanê dipirse dasekê peyde nake û her kes dibêje ku das li cem dikanên tirkan hene. Zilam neçar dimîne berê xwe dide dikaneke tirkan. Lê nizane wê çawa dasê bikire, ji ber ku navê dasê bi tirkî çi ye nizane.
Dawî şerm bike jî ji kurê xwe re dibêje:
- Kurê min, wele ez nizanim navê dasê bi tirkî çi ye. Ka em çawa bikin?
Kurik nû ji leşkeriyê hatiye û pir hez ji xwe dike. Xwe li ser serê bavê xwe mezin dike û dibêje:
- Bavo, ma ew jî tiştek e. Ev du sal in ez leşkeriya tirkan dikim. Ma qey nikarim navê dasekê bînim ser ziman?! Tu li ber derî raweste niha ez dikevim dikanê dikirim û têm.
Kurik di dilê xwe de dibêje, ‘Dikandarê kurd gotibû das li dikana yê tirk heye, ez ê çavê xwe lê bigerînim, bibînim û bêjim ka ji vê bide min, ma bavê min ji ku pê dihise!’
Kurik dikeve hundirê dikana yê tirk û çavên xwe li hundirê dikanê digerîne. Hey dikandar jê re dibêje:
- Ne îstiyorsûn kardeşîm? (Tu çi dixwazî bira?)
Ew dengê xwe dernaxe û çavên xwe li dasê digerîne. Lê dasê nabîne.
Bavê wî dibîne ku kurê wî dereng ma. Têdigihêje ku kurê wî jî navê dasê bi tirkî nizane. Serê xwe di deriyê dikanê re dirêjî hundir dike û dibêje:
- Were kurê min, em bi hev hisiyan!
Şandkar: Hesen Huseyin Deniz