Werinêêê!!!... Helaw erzan bûye!!!...
Ev her du qewam, sedem û encamên hev in û heye ku carinan ji hev bixwin, carinan hev bixwin, carinan jî bivê nevê û bêhemdî xwe berê xwe bidin hev… Rojên bê dê her tiştî bi zelalî nîşanî me bide.
Îcar tiştekî din jî heye ku ne ji balkêşiyê, ji ber hin tiştên dîtir, min ecêbmayî û heyirî dihêle.
Min roja înekê çend rûpel li ser hev ji paşgoya pirtûkê ya rojnameya bi Tirkî Radikal qulipand ku çi bibînim; Yekî bi navê A. Parıltı ku ji bilî çîrokekê, heta niha bi Kurdî kar û emel nekiriye, hewlê dide ku di rojnameyeke Tirkî de, bi Tirkî zimanê Kurdî bide nasîn.(1) Ez xwe bi xwe dibêjim: “Gelo te çima heta niha danasîneke bi vî rengî nedikir? Gelo te nizanibû ku kes hene ku di vê mijarê de ji te çêtir û zêdetir zana û xwedî agahî ne û hê xweştir û baştir dikarin vî zimanî qedîm bidin nasîn. Gelo gava nivîskarên wêjeya Kurdî ji ber xebata xwe ya li ser zimanê Kurdî li Qoserê hatin girtin, li taxa we ji bo daniştiyên guhê gê def dihat lêdan? An na yandancîtiya te hat bîra te û ji te kirî helaw erzan bûye û dema xwarina te hatiye!?”
Dûre min rûpela rojnameyeke dî vekir, daxuyaniya serokê YÖK’ ê (Saziya Perwerdehiya Bilind) bi ber çavên min ket. Wî digot, ‘Em ê di du fakulteyan de beşên ziman û wêjeya Kurdî vekin.’ Demên bihurî hat bîra min û min di ber xwe de got, ‘Jixwe xwendekarên unîversîteyan ku daxwazname dan jî ev tişt dixwestin û gelekên wan hê jî ji ber vê yekê dûrî zanîngehan in,’ Serokê YÖK’ê di daxuyaniya xwe de ev gotin li ser gotina xwe zêde dikir: “Em ê ji Kurdên akademîsyen ên ku li fakulteyan di beşa Tirkî de dersê didin, ji kurdîzanên Enstîtuya Parîsê, (gelo heta niha ew enstîtu ji bo we û pergalê ne di nav saziyên bizirar û neyar de bû?..), û ji zana û akademîsyenên Kurdên Başûr alîkarî bixwazin û sûd û kelkê ji wan bigirin.”
Ez axaftina xwe ya di ber xwe de didomînim û dibêjim: ‘Gelo li vir, li Tirkiyeyê, tu kes û sazî tune ye ku hûn berê xwe didin ciyên dî. Gelo li Tirkiyeyê, di nav hemwelatiyên we de, kes û saziyên ku bi salan in bi zimanê Kurdî kar û emel dikin, pirtûkan diweşînin, ferhengan amade dikin tunene ku hûn berê xwe didin derveyî Tirkiyeyê? Gelo Enstituya Kurdî ya Stenbolê û ya Amedê dûrtir e ji Enstîtuya Kurdî ya Parîsê?’
Di berdewama gotinên serokê YÖK’ê de ev gotin hene, ew dibêje: ‘Çar Kurdên ku akademîsyen in û bi Kurdî dizanin ji bo ku wek mamosteyên ziman û wêjeya Kurdî bixebitin serî li me dane û her wiha rektorê Unîversîteya li Hewlerê ji bo perwerdehiya Kurdî serî li me daye û ragihandiye ku ew dikarin di vî warî de alîkariya me bikin’
Ez li vê derê hem ji akademîsyenên Kurd û hem jî ji yên Hewlêrê, ji her yekê ji wan pirsekê dikim:
1- Ew akademîsyenên Kurd, ‘hemin ku hûn ew qas zana bûn, hemin ku hûn hezkir û dilxwazên zimanê Kurdî bûn, hemin ku we dikaribû xebateke akademîk di warê zimanê Kurdî de bikira, gelo heta niha we çima dengê xwe dernexist, we nav û deng li xwe belav nekir û çima me hûn nas nekirin? An na, helawê ku hûn ê ji niha û bi şûn de bitamijin erzan bûye?’
2- Rektorê Unîversîteya li Hewlêrê, ‘gelo qet nayê bîra we ku hûn bêjin, li Tirkiyeyê jî têra xwe zana û Kurdîzan hene, bila ew vî karî bikin? Gelo we, di nav xwe de pirsgirêka zaravayên kurmancî û soranî çareser kir ku hûn pêşniyazeke bi vî rengî li Tirkiyeyê dikin?’
Mikhail Bakhtin di nirxandineke xwe de wiha dibêje, “Tişt di çarçoveya kenîna ku afat bi ser tirs û micidiya gebsoyî aniye de tê hêçandin û car dî tên helsengandin”, îcar ez jî bi keneke hûr û sivik li kirin û pêkanînên pergalê dinêrim û heta cî û radeyekê ji sedemên van kirinan fam dikim.
Lê gava li kirin û pêkanînên Kurdan dinêrim, tiştek ji min re namîne, ji bilî heyirîn û metelmayînê...
Û misêwa bi dengekî bilind ê hundirê xwe dibêjim: “Werinêêê!!! Helaw erzan bûye!!!”
Têbinî 1: Helaw erzan bûye: biwêjeke Kurdî ya resen e. Wate ev e: Rewş û kawdan rihet û fireh û hêsan bûye. (Gava berdêla kirin, pêkanîn û şert û mercên hin karûbaran giran be û di destpêkê de kêm kes xwe bidin wan kar û baran, lê ku piştre rewş rihet bibe û gelek kes xwe li wî karî bitelînin, tê gotin.)
Têbinî 2: Bi ya min mijara ziman û wêjeya Kurdî naziktir e ji gelek tişt û mijaran. Divê heta ji me bê em bi rê û dirbên zanayane û rewşebîriyane bala pergalê bikişînin ser saziyên xwe yên ku bi salan in xebata lêkolîn û geşepêdana zimên dixebitin, da ku di beşa ziman û wêjeya Kurdî ya fakulteyan de (ku daxwaza me Kurdan jî bû), perwerdehiyeke têr û tekûz bê dayîn û xwendekarên ku dê lê bixwînin nebin xwedî agahiyên şaş û çilvirandî.
(1) Bi xalûxwarzîtiyeke bêhempa çîrokeke wî ya bi Kurdî (gelo dibe ku wergerandin be?) di “Antolojiya Çîrokên Kurmancî” ya Firat Cewerî amade kiriye de, hatiye weşandin û bi vî awayî navê wî ketiye nav çîroknûsên Kurdî.
Kerê dîrokê, kurtêlxur û yandancî
Heta wextekî, demê dîrok li me kiribû ezaba gorê û di her carê de çîroka hatî destpêkirin nîvco dima û trajediyek jî bi xwe re diafirand….
...
Lê dîrok…; tevî ku gelek caran mesîlên şaş dan ber me jî, tim di coya xwe de herikî û ha me dît ku lê hatiye û li demeke ku bi xezebê hatî stirandin artiliye; di wê demê de hin mêrên xas rabûn, dew û doza bidawîkirina li çîroka nîvçemayî kirin, hemû xasîtiyên xwe tev li mêraniya xwe kirin û jê egîdiyeke hêjayî şabaşê afirandin.
...
Di demajoya vê dîrokê de, hinan jî misêwa li hesinê xwe dikuta û tim digot; “dîrok em in û hespê me serkêşê dîrokê ye” û tu car ji hespê xwe daneketin…
...
Dem bihurî, dinyaya gewrik guherî, hespên din jî dest bi bezîna di qada dîrokê de kirin û bûn xwediyê refên pêş.
...
Piştî demekê ku êdî hefsarên dîrokafirandinê ketibû destê mêrên xas jî, yên ku digotin “dîrok em in û hespê me serkêşê dîrokê ye” hay ji sistbûna rişmeyên hespê xwe nebûn û bi carekê de ji kerê dîrokê ketin…
...
Ji vê ketina wan, ziman piçekî azad bû, bêhn da xwe û bi peyvên xwe yên çors û nazik û qelew û kubar ketina ji kerê dîrokê li wan girantir kir.
Di vê demajoyê de, yekî ji wan, ên ku kar bi peyvên zimanê hatî qedexekirin nedikirin, hêdî hêdî dest bi xwarina ji vî zimanî kir.
...
Ji ber ku xwedîtiyeke bi qasî ku diviya û hewce bû nehatibû kirin û pê re jî xebateke dorfireh pêk nehatibû û hê jî sedemên qedexekirinê negihîştibû wateya xwe, yên ku ji kerê dîrokê ketin, hay jê bûn ku hin kurtêleke bi dîmen û bergeh a bi navê televîzyon, bi hemû deretîkiya xwe ve ji bin palana ker bi wan ve xuya bû; hema zûzûka gazî hin yandancî û kurtêlxuran kirin, dilê wan li kurtêlên xuyayî bijandin û bala wan birin ser dilkêşî û xweşiya wê…
...
Yandancî û kurtêlxuran bi binfiskî xwe li vê parê teland û ji ber çavbirçîtiya ji dîrokê ji wan re maye û li wan bûye refleks, devê xwe yî hûtîn vekirin da ku karibin xweşikî tiştên bi para wan ketî daqurtînin…
...
Lê çîrok hê neqediyabû û hê jî ji aliyê nivîskaran ve dem bi dem, kêlî bi kêlî, roj bi roj, peyv û hevok li çîrokê dihat zêdekirin…
Yandancî: Peyveke bi tirkî ye ku ketiye ferhenga kurdiya ku di qehwexaneyan de tê bikaranîn. Ji bo wan kesên ku di lîstika qehwexaneyan de, tu car nabin lîstikvan, xwe nadin ber rîsk û xisarkirinê, lê ligel vê yekê jî, tim li kêleka lîstikvanan rûdinin, bêyî ku pere bidin, li ser kîs û hesabê lîstikvanan dixwin û vedixwin û dibin pardarê her tiştî, tê gotin.
Dilawer ZERAQ