1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. …WÊ DEMÊ AMEDÊ JI ME R’A ÇI GOT?
…WÊ DEMÊ AMEDÊ JI ME R’A ÇI GOT?,wê,demê,amedê,ji,me,r,a,çi,got

…WÊ DEMÊ AMEDÊ JI ME R’A ÇI GOT?

A+ A-

…Îro bakûrê K’urdistanê K’T’ demeke pir girîng dijîn. Gavên ji bo ç’areserîya pirsgirêka k’urdî tên avîtin, li ser r’êya berbi Îmralîyê va şandên nûnerên dewletê û yên HDP-ê diçin û tên, r’êberê gelê k’urd bir’êz Abdullah Ocalan r’êyên ç’areserîya pirsgirêka k’urdî pêşniyar dike, di Welêt da amadek’arîyên hilbijartinan tên kirin, gel û r’êxistina wê ya sereke – HDP berendamên xwe destnîşan dikin… Heya ku bigihîjin asta îroyîn, Amed û gelê k’urd r’êyeke dirêj û bêhemp’a ya têk’oşîna dêmokratîk derbaz bûne…

Di demeke vê pêvajoyê da dawîya sala 2004-an ez çûme Amide, ji bo beşdarî Konfêransa zimanê k’urdî bibim… Li wir ji bilî beşdarbûna konfêransê min wisa jî r’ewşa Amedê şopand, û ev gotar, a ku ez pêşnîyarî bala xwendevanên hêja dikim, encama nirxandinên min e. Ev gotar wê demê bi zimanê r’ûsî û k’urdî di çapemanîyê me ya R’ûsîyayê da û bi k’urdî li ser r’ûpelên malpera PEN-a k’urd hatye weşandin…

E. C.

HEMÛ R’Ê DIBIN AMEDÊ...

-I-

Ezîz ê Cewo

Amed!..

Sembola serhildan û berxwedanan, colanga şaristanîya kevnar, bingeha avabûna berhemên r’aman, r’ewan û destê mirov û wargehê vejîna mirovayîya nû!

Û hemû nirx û hêjayîyên xwe Amedê ne t’enê bi hêz û berxwedanan û bi bedena xwe ya kevirî p’arastye. Ew li ser bingeheke dîrokî ava bûye û pêş k’etye, û r’eyîşkên wê bingehê jî di nav axa kevnar a K’urdistanê û t’evayîya Navç’emkê (Mêzopotamîya) da bi hezarsalan k’ûr çûne.

Wêrekîya mirovî, hêzeke gîyanî û zanistî pêwîst in, ku mirov ji bo têgihîştina van hemûyan r’abe ser r’ê... rêya naskirina bingehên xwe yên mirovî, net’ewî û şaristanî – di nav gevgijkên dîrokî da, li ser xaçer’êyên dewranên bihurî.

R’êya me hemûyan me dibe Amedê, em li k’îjan p’arçeyê cîhanê jî bijîn...

Belê, r’êyek heye, ya ku berbi Amedê va dibe, lê pirs di wê da ye, k’a emê çawa û bi çi barî r’abin ser wê r’ê û berê xwe bidin p’ayt’exta Kurdistana piroz.

Û li vir pisporî û hêzeke gîyanî ya hindur’în tê xwestin ku mirov piştî wan bahozên dîrokê r’a di nav gêjger’ing, k’ilafe û wêranîyan da, yên ku bi destê per’anîya eşîrên barbar pêkhatine, bingehên xwe bibîne, xwe nas bike û veger’e ser r’eng û r’ûç’ikê xwe yê mirovî... û mirov bimîne, wek mirovekî xwedî sewda...

Amed! Navekî giran û granbiha!

Û ev jî, ne ji bo wê, ku ew p’aytexta k’urd û k’urdistanîyan e! Na! Ji ber ku ew Amed e, p’eykera şaristanîya dîrokî û berhema bilindayîya sewda û hunera mirov, bi xemla destên avak’ar û r’amana pêşîyên me ya r’onî.

Çend hezarsal bihurîn, çendik çend êrîş hatin, li bedena Amedê k’etin û têk çûn, çendîn hêzên bi t’evger hatin û çûn – winda bûn! Lê Amed maye, îro jî heye, û wek “kalê zemanan û xortê ger’yayî” amadeye, ku bersîva pirsên me bide! Lê di hindur’ê vê bedena kevnar da çiqas û çito hêz û r’aman li dijî hev sekinîne!? Û ew hemû jî hatine û buhurîne, lê Amed îro jî li ser p’êyên xwe sekinî ye, bedena xwe ji t’oz û xubara dîrokê dawdişîne, li dijî qalib û qalikên demên bihurî ber xwe dide, kêlî bi kêlî wan dişkêne, vedir’oje û bi dijwarî xwe ji wan r’izgar dike...

Û werzebayê azadîyê li k’ûç’e û kolanên wê da fûr dide – diger’e, dik’eve bêvila her yekî û di guhê wan da dibêje: “Amade be, Azadî êdî ne dûr e!

Amade be... ji bo nêzîkkirina Azadîyê tu jî k’arekî bike û amade be!.. ”

A, di demeke weha ya dîrokî da em çûne Amedê. Ji R’ûssîyayê: Îraîda Smîrova û Zerê Ysûbova (herdu jî zimanzan, ji Sankt Pêtêrbûrgê), Ordîxanê Celîl (wêjezan, ji Sankt Pêtêrbûrgê) û ez (bi helbest û gotara xwe zimanzanîyê va, ji Moskovayê).

Ji herçar hêlên cîhanê zimanzan û wêjezan, nivîsk’ar û mirovên weşana wêje û zimên r’a têk’ilîdar hatibûn – k’urd, alman, holandî, t’irk, ermenî, svêd û yên din.

Her kes bi xiyal û dîtinên xwe, her yek bi armancekê hatibû wê xaka pîroz...

Û amedîyan malovanîya van hemûyan dikirin – bi r’ewşenbîr û k’arkerên xwe va, bi gundî, p’arêzer û xwendk’arên xwe va, bi r’êvebirîyên navçeyan, ên herêmî û ya bajêrê Amedê va, û hemûyan jî di bin awazên k’urdîya şêrîn da r’engek dan “R’ojên wêje û zimanê k’urdî”... Û ji xêncî wê, heya salekê berê ji bo axavtina bi k’urdî r’ayedarên k’urd di dadgehan da k’aş-berk’aş dikirin…

Bi r’astî jî cîyê serbilindîyê ye: serokê r’êvebirîya Amedê Osman Baydemîr bi k’urdîyek a paqij û şêrîn konfêransê vedike û civîna çapemanîyê dimeşîne, û li ber ç’avan e, ku ew bi k’oma xwe va bi ç’areserkirina pirsgirêkên bajêr va dijîn. Barekî giran e, pirsgirêkên bi sedsalan k’etine ser hev, di r’ojek da ç’areser nabin...

Tiştê ku me çend sal berê hîç xiyal jî nedikir wan r’ojan wek r’astîyekê li pêş me derk’et: di Amedê da hevtêyekê di avayîyên r’êvebirî, şano, navendên çandê û yên din da bi beşdarîya dusedî zêdetir pisporan (êdî em di derbarê bi sedan dilxwazên wêje û zimanê k’urdî da nabêjin!) r’ojên wêje û çanda k’urdî derbas dibin, û t’u astengî çê nabin, ji xeynî hişyarîyeke nîvgirtî û nîvhero ya hindur’în a bêdeng, ew jî ji bo “hinek t’aybetmendîyên tenik ên vê demê”. Me hemûyan heya r’adeyekê bi têgihîştinî wan tiştan dinihêr’î: k’a çima dema balafir’ dadik’eve balafir’egeha Amedê, daxuyanîyê t’enê bi t’irkî û înglizî didin, k’a çima li ser dîwarên Amedê nivîsên bi t’irkî hene, lê yên bi k’urdî – na. Em têdigihîştin, ku ew di rojekê da çênebûye û di r’ojekê da jî r’anabe, lê dengekî di hindur’ê me da nedipejirand û diqîr’ya:

-Çima?!

Û em tê nedigihîştin, k’a ew pirs ji bo k’ê ye: ji bo dagirkeran, ji bo me – k’urdan, an ji bo ç’arenûsê, a ku navê xwe Cîhan e?!

Û evê r’ewşê jî bi t’aybetî em, mêvanên ji R’ûssîyayê zendegirtî hiştin: çawa dibe, di R’ûssiyayê da k’omar û herêmên net’ewî hene – otonom, an fêdêratîv: T’ataristan, Çûvaşîya, Marî-Êl, Çûkotka, Adîgêy, Osêt’îya, Daxistan, Îngûşêt’îya, Çêçênistan, Başkortostan û yên din. Hemû jî bi navê xwe yê net’ewî, hemû jî serokk’omar û serokê hukumeta xwe hene, dibistan, xwendegeh û zanîngehên net’ewî yên bi zimanên net’ewî, p’irtûk, r’ojname bi zimanên wan tên weşandin, r’adîo- têlêvîzîonên bi zimanên wan, li ser dîwarên wan dîsa heman tişt, r’êyên wan ên hewayê li ser navê wan û di balafir’an da jî bi zimanê wan daxuyanî tên dayn: “Hûn bi xêr hatine..!” Heya di hinek ji wan k’omar, an herêman da net’ewa ku bi navê wê ew tên binavkirin, di kêmanîyê da ne, ango kêmnet’ew in. Lê k’urd zêdetirî bîst mîllîonî ne, û em şa dibin ku ji me r’a fersend çê bûye, li ser ziman û çanda xwe di nav xwe da biaxivin... Lê hê jî navê gelê k’urd, zimanê wî bi destûrî qedexe ne, hê jî anegorî Destûra T’irkîyayê ya Bingehîn di vî welatî da t’enê t’irk hene û t’enê zimanek xwedî mafê hebûn û jiyanê ye! Şerma cîhanê!!! Û ev cîhan çawa ji şerma (helbet, eger şerma wê heye!) di erdê da naçe?! Û ev tiştê han jî kesekî bawer nedikir, ku pêk bihata. Pêwîst bû, ku şer’ê panzdeh salan pêk bihata, têk’oşîna gelê k’urd a ji bo aşîtî û dêmokrasîyê ya bi r’êberîya serokê net’ewî Serok Ocalan, bihata meşandin, divê ew bi nemerdî dîl bihata girtin û t’enê – bê heval li “girava nava hevt deryan” têk’oşîna xwe ya r’amanî û bîrdozî ji bo mafê gelê me bidomanda, ji bo ku...

Lê ev tenê destpêkek e, destpêkek a nû. Û her carê, her dema ku gavekê bavêjin, divê em – k’urd bibêjin: “Ev yek!..” Divê em bi yekê, duduyan, ... sedan, ... hezaran hêsan nebin, heya mafê gelê me di r’êza gelên din da û wek wan neê bidestxistin... Divê berdewamîya wê têk’oşînê ya vê demê, di r’ewşa siyasî ya cîhana îro da, bi sazîbûna sîstêma dewleteke weha da bigihîje xala xwe ya hişmendî. T’enê bi van mercan mirovê bikaribe van gavan erênî dinirxînin...

Dema min li ser van tiştan hinek nêr’înên xwe ji k’urdeki ji Ewropayê hatî r’a gotin, ewî, zûr bû, li min nihêr’î, demekê k’ete nava mitalan, wek ku mirovekî li tiştekî biger’e, paşê got: “...Ev pirsên me belkî zêde ne ji bo k’urdan bin. Heya cîhan jî êdî tê digihîje. Tiştê balk’êş ew e, ku êdî hinek r’ewşenbîrên t’irk jî tê digihîjin, lê ew hê kêm in, û wêrekîya wan t’êrê nake. – Ewî hizingek r’ahişt û gotina xwe domand. – Berî du r’ojan ez r’astî r’ewşenbîrekî t’irk hatim û, tu dizanî, ewî ji min r’a çi got? – “Tu bi xêr hatî mêvanîya me!..” – Ewî got. Ew jî di Amedê da! Ez p’ir’ êşyam. Min hema pirsne wek ên te dan wî. Û, tiştekî balk’êş! Ewî wê demê hema – hema bersîva wan pirsan da. An, mirov dikare bibêje, hewl da, ku bide.

Weha, dema ez li ser van pirsan bi wî r’a axivîm, ewî li ç’avên min nihêr’î, soromoro bû û bi dengeki nimz got:

– Bi r’astî ez ji bo vê r’ewşê şerm dikim, lê çi dikarî bikî, ev r’ewş me ava nekirye, ev sîstêm li serê gelê me jî bûye bella. Gel bi xwe jî wisa tirsandine, wisa heşê wî xwarine, ku ew ditirse vê dewleta xwe winda bike. Lê yên mîna min, her çiqas hindik bin jî, hene, û em bi bawer in, ku, eger k’urd mafê xwe bi r’engê otonomî, an fêdêralî bistînin, wê ji gelê me r’a çêtir be. Heya, ez natirsim, bibêjim, eger k’urd serbixwe bin, wê ji bo gelê me bêhtir baş be, ne ku naha. Hûnê bibêjin- çawa?- Binihêr’in, wê demê xortên me wê wek bazirgan, pispor, dîplmat, avak’ar, mamaosta, ne wek leşker bêne welatê we. Û wê demê ewê hem neyên kuştin, hem jî wê bi aborî çêtir be. Hem ev welatê gulvebide, dewlemend bibe, hem jî emê dewlemend bibin. Ez bi bawer im, ev r’ewşa t’enê kêrî hinek cerdevanên (çete) di nav dewletê da tê.

– Belê, tu r’ast dibêjî, r’ast hatye gotin, ku bîznêsa here mezin şer’ e!- Min gotina wî navbirand.

– Belê, belê, wisa ye. Lê naha, ez dibêjim, pêvejoyeke nû destpê bûye. – Ewî lez da bersîva gotina min.

– Ewê jî divê r’ayedar û r’êvebirên K’omara T’ikîyayê bibêjin. T’erefê k’urd ewqas gav avêtin...- Min got.

– Belê, em jî, hûn jî, em hewlên ji bo aşîtîyê bidomînin! – Ewî axavtina bi alîyekî din va şo kir. Min dît, ku beraxêvê min dixwaze xwe ji nav wê gotebêjê vek’işîne û her’e. Min jî mîna mirovekî bitirse, ji tiştekî dereng bimîne, bêyî hemdî xwe ev gotinana dan r’ûyê wî:

– Eger îro hûn min mêvan nav dikin, ew tiştekî ne normal e!.. Vê r’ewşê heya kevirên Amedê jî t’amûl nakin, hûn divê baş bifikirin û wê bigihînin gel û r’ayedarên xwe jî. R’ewşeke weha ne normal e, dibihên, ne normal e!? Û ev nenoralî ne t’enê ji bo k’urdan e, vê baş bizanibin!..

Ewî tiştek negot, zarê wî neger’ya, ku tîştekî bibêje, ji şerma serê xwe kire ber xwe, destê xwe li milê min xist, meşya û bi gavên hûrik ji min dûrk’et. Ez jî di cîh da sekinî bûm û mitale dikir: “Eger hinek mirov mane, ên ku hê dikarin şerm bikin, tê wê wat’eyê, ku hê her tişt winda nebûye. Eger yên weha di T’irkîyayê da p’ir’ hebûna, û yên heyî jî wêrekiya wan a hemwelatîyê hebûya, r’ewşa vî welatî wê weha nînbûya.

A din jî, k’arê me yê bi r’ewşenbîrên t’irk r’a, mirovê bixwasta, ku çêtir bûya!..- Min bi xwe bi dengekî bilind ji xwe r’a got û ez berbi mêvangehê va meşyam”.

...Wan r’ojan jiyan di Amedê da dik’elya. Li her cîyan civîn bûn, konfêrans, gotebêjên zanistî, şevên helbestvanîyê. Nêr’în û r’amanên zanistî û yên din ji her hêlên cîhanê her’ikî bûn û di Amedê da k’etibûn govtûgoyê:

– Zimanê k’urdî yek ji zimanên hindewropî yê kevnar e, yê ku gelek şopên bingehên destpêkî yên mak-zimanê hindewropî p’arastine û bi vî zimanî çandeke dewlemend hatye sêwrandin;

– bi zimanê k’urdî zargotineke gel a dewlemend û wêjeyeke pêşk’evtî gihîştine r’ojên me;

– zaravên k’urdî: k’urmancî, soranî, zazakî û yên din şêwazên hebûn û dewlemendîya vî zimanî ne;

– wêjeya k’urdî r’engekî xweser û t’aybetmendîyeke r’engawaz ya gulistana wêjeya mirovayê ye;

– ji bo p’arastin, fêrkirin û pêşxistina zimanê k’urdî û wêjeya bi wî sêwirandî divê bi destûrî statûseke wek ya zimanê fermî ji wî r’a bê naskirin û ew di seranserê K’urdistanê û welatên serdest da serbest, wek zimanekî fermî bê bik’aranin;

– ji bo pêkanîna van mercan, hêz û r’êxistinên navnet’ewî divê zimanê k’urdî hildin bin p’arastina xew...

Aha, bi bingehîn ev bûn, ew nêr’în û daxwazên beşdarên Konfêransa zimanê k’urdî, ya ku 2 – 3-ê berfanbara 2004-an di Amedê da pêk hat. Û bir’yarên konfêransê jî li ser bingeha wan ava bûn.

Di şeva helbestvanîyê da cara yekem min tema helbestxwendinê hîs kir. Dema tu, wek helbestvanekî li ber dada xwendevanan disekinî û di nav p’eyvên helbestên te r’a pirîskên agirê ç’avên wan bi p’encera ç’avên te r’a r’ewana te germ û jîyandar dikin... Wê şevê di bin r’onahîya mûman a r’omantîk da piştî dused salan li şûna wan pêşîyên xwe, yên ku hesreta Welêt di dilan da ji vê cîhanê çûbûn, ez veger’yame Amedê...

Li Amedê ne t’enê bîyanî û k’urdên di xerîbîyê da berev bibûn. Wan r’ojan ji herçar p’arçeyên K’urdistanê k’urd hatibûn wir: ji R’ojhilatê K’urdistanê, ji Başûrê mezin û Başûrê biç’ûk, hemû r’engên k’urdan li wir berev bibûn û r’eng – awazên xalîça me ya net’ewî t’am nitirandibûn; hemûyan hev vedixwandin bal xwe... Û her yek jî bi hêvîyekê ji hev veqetyan, ku careke din bên bal hev. Bên bal hev, ku êdî t’u hêz nikaribe wan ji hev dûr bixe, ku li ser r’êya çûyîn – hatina wan a bal hev tu sînor ji wan r’a nebin asteng.

Ev hêlên wan r’ojan ên hestî û wat’eyî bûn. Lê ji xêncî wan û bir’yarên praktîk bingehek hate avêtin, ji bo ku di konfêransa tê da li ser alfabê, r’astnivîsandin û r’astaxavtin, pêşxistina zaravan û standartîzekirin û dewlemendkirina zimanekî wêjeyî yê giştî r’awestin, ku bir’yarên têne p’ejirandin, bigiwîjin destê hemû zane û pisporên bi wan pirsgirêkan r’a pêwendîdar...

Daxwaz, nêr’în, r’aman û xiyalên k’urdan û dostên wan p’ir’ bûn. Lê ya sereke, hêvîya gelê k’urd a Aşîtî û Azadîyê r’oj bi r’oj geş bibe, ku ew bi bawerîyeke r’onî ji bo pêşerojek a hêjayî navê mirovî têk’oşîna xwe ya dêmokratîk bidomîne.

...Du rojan berî veger’a xwe em, hinek beşdar û mêvanên ”R’ojên wêje û zimanê k’urdî”, di kolanên Ameda kevn da diger’yan, dema k’omek a zar’okan derk’et pêşya me. Lîqînya wan bû, dik’enyan, dilîstin, bi k’urdî laqirdî dikirin. Dema ku em dîtin, r’evîn-hatin dora me girtin. Bi pirs-pirsyaran di nav me da govtugoyek vebû. Peyr’a me xwest bi hev r’a fotoyan bik’işînin. Dema yê foto dik’işand got: ”Amade bin, dik’işînim!” – Hemû zar’okan herdu tilîyên xwe wek V vekirin û bi hevr’a qêryan: “Bijî Serok Apo!” Mêvanek-dudu ji nedîtîya jinişkêva veciniqîn. Xortekî 13-14 salî k’enya û got:

– Metirsin, di wêneyê da ew gotinaê derneyên, heger derên jî metirsin, ên me di Stanbol û Ankarayê da jî wan gotinan diqîr’in!..

Dema mêvanê me yê bîyanî tê gihîşt, ka çi bû, k’enya û got:

– A, pêşer’oja k’urdan di destê van zar’okan da ye, yên mezin divê vê yekê baş bizanibin û ji wan dersê bigirin!..

Peynivîsar:

Dema ev gotar êdî amade bû, Yekîtîya Ewropayê dema destpêka pêvejoya berendamtîyê ji bo Komara T’irkîyayê dîyar kir. Di K’T’ da ew wek cejnekê pêşbazî kirin. Ew mafê wan e! Lê hêlên vê pirsê yên mirovî, felsefî, r’ûmetî û wat’eyî jî hene. Pirs di wê da ye, ku mirov ji bo ebûra r’ojane nirxê mirovî têk nede...

K’urd jî bi erênî vê pirsê dinihêr’in: belkî bi k’etina nava YE T’irkîya bi neç’arî qanûnên şaristanîya dêmokratîk wergire. Ji ber ku bi sazîya xwe ya îro va ev dewlet t’u hêvîyê nade...

Her tişt wê baş be, eger k’urd piştî vê jî têk’oşîna xwe ya dêmokrasîyê û azadîyê bidomînin, û bi nêr’îna me, Yekîtîya Ewropayê jî divê wek ”hesasîyetên” T’irkîyayê balê bide ser yên k’urdan jî û evê jî neke mînaka Lozanê. Her çiqas k’urd jî êdî ne yên destpêka sedsala bîstî ne, dîsa divê bawerîya xwe bi yekîtî û bit’evgerbûna xwe bînin... Em bi bawer in, ku r’ayedarên ewropî jî berî ku bir’yarê bigirin, ji bîr nekin, ku, eger pirsgirêka k’urd bi dêmokrasî neyê ç’areserkirin, wê bi hemû dijwarîyên xwe va bibe pirsgirêka Yekîtîya Ewropayê... Moskova – Amed – Moskova sermawêz–berfanbar–2004