…WÊ DEMÊ AMEDÊ JI ME R’A ÇI GOT? -2-
Min di bin vê sernivîsa giştî da du gotarên xwe yên “Hemû r’ê dibin Amedê – I” û “Hemû rê dibin Amedê – II” gîhandne hev û pêşkêşî xwendevanê hêja dikim, ji bo ku ew piştî deh salan wan bûyerên min dîtin û nirxandin, bi xwe di nav çarç’oveya wan dîtin û nêr’înên wan r’ojên bihurî da bûyer û pêşk’evtinên îroyîn binirxîne...
Bi r’astî, dema min gotara yekem nivîsî, min hêvî hebû, ku ewê wek r’êzegotar heya astekê bidome, lê, wek ku xwendevanê bi xwe jî di vê da bibîne, ev dîtin û nêr’înên min ne bi dilê r’êjîmê bûn... Û r’ojekê jî (10. 12. 2010), dema dîsa berê min li Amedê bû, ez divê dîsa beşdarî konfêransekê jî bûma, nûnerên sazîyê dewletê yên K’T’ ez di Stenbolê da r’awestandim, r’ojekê di balafir’gehê da di bin ç’av da hiştim, peyr’a ez paşva veger’andime Moskovayê... Û r’êya berbi Amedê li ber min hate girtin. Û bi vê bûyerê dawî bi domandina r’êzegotarên min hat. Helbet ev yeka binp’êkirina mafên mirov ên r’amanî û gotinê bû... Lê ez p’ir’ hêsan nêzîkî vê bûyerê bûm, ji ber ku ev bûyer li hemberî wê çi ku di Welêt da li hemberî gelê min pêk tê, hîç ne tiştek e. Lê dîsa jî...
Gelo her tişt bi vê bidawî bû? Helbet, na! Di cîhana îro da, dema ji ber hebûna hêmanên çapemanîyê û r’gîhandinê yên dinê cîhan p’ir’ “biç’ûk” bûye, û herç’ê ku heya wê damê hatibû nivîsîn, bingehekê ji bo dîtin û nirxandinên nû ava dikin, ew bûyerên k’irêt nikarin mirov bêdeng bikin.
Helbet, dema mirov van bûyeran di r’ewşên bihurî û îro da dinirxîne, tiştên p’ir’ balêk’êş dertên holê...
Û li vir jî, mafê gotinê yê xwendevanê hêja ye!..
Gotara min a “Hemû r’ê dibin Amedê – I” êdî hatye weşandin (http://www.amidakurd.net/qunciknivis/wê_demê_amedê_ji_me_r_a_çi_got ; http://www.xendan.org/kurdi/drejawtar.aspx?NusarID=12&Jmara=280 ), lê naha jî, fermo, “Hemû r’ê dibin Amedê – II”.
E. C.
HEMÛ R’Ê DIBIN AMEDÊ
II
Ezîz ê Cewo
1. Her çi jî hebe...
Dîsa berê me li Welêt e, û dîsa henû r’êyên me me dibin Amedê...
Vê carê PEN-a navnet’ewî, Navenda PENa k’urd û PENa t’irk 20-25-ê adara 2005-an li bajarê Amedê li ser pir’r’engîya çandî sêmînarek li darxistin û malovanîya wê jî, weke herdem, şaredarîya bajêr dikir. Çapemenîya k’urd di derbarê vê da bi hûrbînî r’agîhand û ew wek tiştekî bûyerî nirxand, û em hemû jî di wê nêr’înê da bûn, ku bi r’astî bûyereke dîrokî bû.
Çima?
Li Amedê, di nav sînorên dewletekê da, ya ku bi destûrî hê jî hebûna gelê k’urd nap’ejirîne, li ser ziman, çand û navê k’urdî axavtin jî bi serê xwe gaveke erênî ye. Lê, wek ku me di gotara xwe ya berî vê da anîbû zimên, dîsa dema balafir’ dadik’et Amedê daxuyanî t’enê bi zimanên t’irkî û înglîsî pêk hatin, dîsa li ser dîwarên Amedê navên k’ûçeyan û tiştên din bi t’irkî bûn, dîsa di dibistanan da p’erwerde bi zimanê t’irkî bû, dîsa yên ku diçûn kûrsên zimanê k’urdî li ser t’ilîyên du destan dihatin hejmartin (binihêr’e: “Hemû rê dibin Amedê”- li ser malpera Navenda PENa kurd: www pen – kurd.org. û, her weha, bi rûsî: «Все дороги ведут в Амад» - rojnameya «Свободный Курдистан»/”Kurdistana azad”, Москва, № 1/32, rebendan, 2005)...
Dîsa k’urd û ewropîyan û vê carê çend endamên PENa t’irk jî bi wan r’a, di nav hev da li ser pirçandîya vî welatî, mafê zimanê k’urdî axivîn...
Eger em hesab hildin, ku di K’omara T’irkîyayê (K’T’) da, li ku bi Destûra Bingehîn ji xeynî gelê t’irk û ziman û çanda wî, gelên din (ên ne t’irk), çand û zimanê wan naên p’ejirandin û t’u mafekî hebûn, jîyan û pêşk’etinê ji bo wan nîne, hinek mirov berev bûne û li ser çanda net’eweke di vî welatî da qedexekirî diaxivin (dibihên, t’enê diaxivin?!), em vê gaveke erênî dihesibînin... ji ber ku me îro wêrekî wergirtîye, em çûne bakûrê K’urdistanê, yê ku bi fermî başûr-r’ojhilatê T’irkîyê tê navkirin, li p’aytexta wê Amedê, ya ku (dîsa bi fermî!) Dyarbekir tê navkirin, û bi nivîsk’arên xwe, yên ewropî û yên t’irk va li ser çand û zimanê k’urdî diaxivin û dewleta t’irk t’enê r’ojekê berî bidawîbûna sêmînarê, berbangê seata 5-an nûnera r’ojnameya “Radîkalê” ji hotêlê dibe û piştî 5 seatan, piştî destêwerdana r’êvebirîya şaredarîya Amedê wê serbest berdin!.. Her çiqas jî em hemû tê digihîjin, ku dewlet bi vê yekê ji me r’a dibêlje: “Binihêr’in, ha-a-a, sînorên xwe bizanibin!”- dîsa jî em amade ne bibêjin- mala Xwedê ava be!?
Helbet, helbet, hinek “tenikîyên T’irkîyayê yên t’aybet” ên vê demê hene, û ji ber ku ev sêmînar di bin sîwana PENa navnet’ewî (ango, Ewropayê) da pêk tê, em jî divê “bi têgihîþtinî nêzîkî pirsê bibin”, ji bo ku (Xwedê neke!) r’êvebirîya K’T’ bixeyîde, yan helwesta k’urdan di nava planên Awropa gewre da bi cîh nebe, an..!?
Her çi jî hebe, em li p’ayt’exta K’urdistanê – Amedê ne, û dema ku em çûne, ev e, merc û r’ewşa heyî jî, bixwazî-nexwazî, weha ne...
2. Dewxwastin û kodik veşartin?!
“...Dema bahoz diteqe, helbestvan t’imê li r’ex gelê xwe ye.”
(Valêrî Bryûsov, helbestvanê rûs ê destpêka sedsala XX)
Her çi jî hebe, wek ku min li jorê jî got, di r’ewşa dewleteke r’edkar da, goftugoya li ser r’ê û şêwazên p’erwerdeya zimanê k’urdî jî tiştek e! Lê!.. Û dîsa lê!..
Di bin sîwana PENa navnet’ewî da em, nivîsk’arên kurd berev bûne, û di pirsa mafê zimanê k’urdî da nûnerên PENa navnet’ewî ji bo me mînakan disêwirînin: ew ji bo r’ewşa zimanê k’urdî û mafê wî da bêhtir bi wêrekî helwesta xwe didin xuyan, bêhtir bi obyêktîvî û r’êalîstî nêzîkî pirsê dibin, ne ku em- k’urd.
Gelo di welatekî da zimanekî ku bîst- bîstpênc mîllîon mirov pê diaxivin, heya qedexe jî kêm e, ku mirov bibêje, wî wek ziman jî nas nakin, û em li ser r’ê û r’êbazên p’erwerdeya zimên diaxivin, çiqas r’êal e? Ma çawa dibe, zimanê ku di welatekî da bi fermî nehatibe p’ejirandin, mirov çawa dikare li ser şêwaz, r’ê û r’êbazên p’erwerdeya wî biaxive? Di sêrî da divê zimanê k’urdî bi fermî wek yek ji zimanên dewletê bê p’ejirandin, statûsa wî bi Destûra Bingehîn bê misogerkirin, paşê, anegorî wê, sazîyên dewletê saz bibin: wezareta p’erwerdeyê, înstîtûtên akadêmî yên lêger’înî, zanîngeh û xwendegeh, dibistan û bindarûkên zar’okan... A, paşê em dikarin ji wan sazîyan r’a wek alîk’arî cêr’ibandin û zanînan p’evbiguhêr’in... Li vir pirs a net’ewekê, nasname, çand û zimanê wê ye! An- na!..
Ma ewropî, amêrîkî û cîhana din nizanin, ku net’ewek, a ku yek ji afrînêrên şaristanîya mirovayîyê ye, îro di KT da heya navê wî qedexe ye, ku henû mafên wî yên gerdûnî, mirovî û netewî, r’oj di nava rojê da, binp’ê dibin, ku welatê wî hatye dagerkirin, ne bes e, dagirkerê hatî di welatê wî da malxwêtîyê dike, zimanê wî dibir’e, çanda wî t’une dike, gund û bajar’ên wî wêran dike... Lê hê jî ji bo berjewendîyên xwe ev zor û hêzdarên cîhanê bi serdarîya vî welatî r’a bazarîyê û siyasetê dikin.
Û em, k’urd jî ker’ û lal jêdayîyan (vêrgî) didin vê dewletê.
K’a, em li ewropîyan û amêrikyan binihêr’in, çika li hemberî pirsên weha helwesta wan çi ye. Ew dibêjin: ”Ji bo r’êvebirin, p’arastin û misogerkirina mafên xwe em jêdayîyan didin, dewletê xwedî dikin, û divê ew jî bik’eve xizmeta gel!” A me, k’urdan çawan e? Beşekî byûcêya welêt ji van jêdayîyan (vêrgî) berev dibe, û hemû xercên dewletê ji vê diçin: ên serekkomar, serekê serdarîyê, wezaretan, art’êşê, polîsan, hêzên ewlek’arîyê, t’endurustî, p’erwerde, çand, zanistê... Û gelê me jî xercê xwe dide û ji her tiþtî bêp’ar dimîne, ne bes e, ev sîstêm wî û henû nirxên wî t’une dike, welatê wî wêran dike, zimanê wî qedexe dike. Ango, çi dertê holê, gelê me bi xwe kujar, wêrank’ar, zordar û mijovdarên xwe k’irê dike, zikê wan t’êr dike, bi cil û p’êlav dike, çekê dide destê wan, ji bo ku..?!
Gelo dem nîne, ku gelê me vê yekê bibîne, ji bilî têk’oşîna xwe ya siyasî- dêmokrasî, bi r’êya dadmend û p’arêzerên xwe serî li dadgehên navnet’ewî bide, hem doza mafên xwe, hem jî doza wê bike, ku zyana ku heya naha gihîþtyê, lê bê veger’andin...
Eger em û cîhan r’astîyê dixwazin, divê ev pêk bê. T’enê bi vê helwestê û nêzîkbûnê cîhan dikare ji hêvîyên gelê k’urd r’a bibe bersîv... An, na, hemû gotin û axavtin vala ne!
Gelo wê hêvîyên cîhanê û gelê me bi vî awahî bêne bersivandin?
Dibe ku bi “şermoketî” nêzîkbûna pirsê ya ji hêla Ewropayê û dewletên gewre û bi hêz ên cîhanî va nînbûya, derdorên nijadp’erest ên di nav dewleta K’T’ da ewqas cesaret negirtana?!
3. Ji “tyûrbanomanîyayê”, hevp’arîya serdarîya faşîstan, heya “bayrakomanîyayê”
...Bi r’astî jî T’irkîya hem welatekî kontrastan, hem jî yê ferzkirina kevnep’erestîyê ye. Tiştê ku di t’u welatekî cîhanê da derbas nabe, di T’irkîyayê da bi hêsane pêk tê. Heya gelek t’irk bi xwe, piştî ku cîhanê dibînin, zendegirtî dibin, ku ew bi xwe wisan in, lê dîsa jî wek xwe dimînin.
Ma ji bîra k’ê çûye “pirsgirêka”, ku parlamêntoya vî welatî da ji bo laç’ikekê çê bû – pirsa tyûrbanê... Du salan pirsa ku di vî welatî da dora wê siyaset dihat kirin, çapemenî û têlêvîzîonê li ser diaxivîn, laçika parlamêntereke jin bû.
Dibe ku t’enê di vî welatî da faşîstan (ên ku bi fermî xwe net’ewp’erest nav dikin, êdî em di derbarê yên din da nabêjin!), wek ku agirê berî gûrnîyan bidî, gihîştin p’ir’anîyê di Parlamêntoyê da û wisa jî zû temirîn û van hilbijartinên dawîyê da hîç cîyek jî qazenc nekirin. Dîsa jî, ji ber ku ev t’evgera dewletê bi xwe saz kirye, dema ku pêwîst be, derdixe pêş. Ango, bi t’aybetmendîyên xwe va ew kêrî her serdarîyekê jî tê, ji ber serdarî di vî welatî da hert’im di k’ûraya xwe da ji vê hiltê. Bala xwe bidinê, tiştê ku polîsên vê r’êjîmê anîn serê jinên ku derketibûn ji bo pîrozkirina 8’ê adarê, mirovayê kêm dîtye, r’êjîmên here paşver’û serê xwe li keviran xistine, êdî em di derbarê gullekirina zaroka 12 salî, gullebarankirina meşvanan da nabêjin... Û li ser vê t’onê r’êjîmê bawer dikir, ku ewê ç’avê gel tirsandye, wê êdî wêrekîya wî t’êrê neke, derk’eve serhildanan.
Lê Newroza îsal ew hemû hêvî û bawerîyên wan vala derxistin, t’enê di Amedê da ji mîllînekî zêdetir gel beşdarî Newrozê bû. Û di nav wan da jî gelek çavdêrên bîyanî û beşdarên sêmînara me hebûn.
Û r’êjîm har bû... Vê carê ewê ç’eka xweye here cêribandî bi k’aranî – provakatsîon!
Li Mêrsînê, dema gel bi alên net’ewî û wêneyên Serokê net’ewî va dimeşîya, yekî bi cilên sivîl ala K’T’ dide destê zar’okekê, û zar’ok jî wê vîalî-wîalî bawerdide, li erdê dixe... Û kamêrayên ji berê va amadekirî vê hiltînin. Pîşt r’a hemû r’êsûrsên dewleta fermî dik’evin xizmeta kevnemayîyên faşîstan û dest bi hîstêrîya dijî k’urdan dibe.
Dest pê kirin k’urdan û t’evgera wan di gunehên nebûyî da t’ewanbar bikin...
Em matmayî bûn, t’u dengekî durist û t’endurust ji r’ewşenbîrên t’irk dernek’et, kesekî şermezar nekir, kesekî negot, ku, eger bêhurmetî ji alê r’a hatîye kirin, ew ji hêla wan va pêk hatye, yên ku ev provokatsîon çêkirin, ên ku ji bo xatirê armancên xwe yên k’irêt ala welatê xwe avîtine nav dest-p’êyên zar’okan. Ên ku di bin wê alê da t’evkujî û wêranî di welatê wan zar’okan da pêk anîne û bi wê ew al kirine sembola kevnep’erestîyê, t’evkujîyê û wêranîyê. Û li vir kevnefaşîstên t’irk (MHP – Partîya t’evgera net’ewp’erest) ev kozîr r’evandin û derk’etine kûçeyan, heya dawîya adarê jî li hemû deverên T’irkîyayê ji hêla dewletê û faşîstan va ev agir dihate gurkirin. Polîsan belevok belav dikirin, bi zorê davêtin erebeyan, banga meşa şermezarkirinê dikirin.
Û kesek tê nedigihîşt, ev hemû ji bo çi?
Û yên ku derxistin k’ûçe û kolanan jî k’armend û p’eywirdarên dewletê û der-dorên wan bûn.
Di Stambûlê da xortekî t’irk bi hêrs qala wê bûyarê dikir û “bayrak, bayrak!”a wî bû. Min ji dostê xwe pirsî, k’a ew çi dibêje, got: “Dibêje, ku ev dîn bûne û gelê me jî bi xwe r’a dîn kirine, van mejûyê gel xwarine,- dibêje,- di Amêrîkayê da ji parçeyê ala dewleta wan nîvderpêyan (kîlot) didirûn û t’u kesek tiştekî nabêje!.. Zar’ok li k’u, siyaset li k’u?!”
Lê hema 27’ê adarê MHP’ê di Stambûlê da meşek li dijî k’urdan lidarxist. Derket’in ser “İstikrar cadesi”yê (k’ûçeya Aramîyê-???) û diqîryan: “An ji T’irkîyayê hez bikin, an jê derên!”, “Lêxin, lêxin, bila binalin, û dengê wan bigihîje Ewropayê!”, “Yên ku alan bişewitîne, emê jî wan bişewitînin!” “Serokê van darda bikin û wan jî bişewitînin!” û tiştê wek wan, ên ku t’enê ji mejûyê nexweş dikarin derk’evin.
Em sekinîbûn û me metmayî li wan dinihêr’î. Hinek fîlmên dokûmêntal ên salên 30-î yên sedsala bihurî dihatin bîra min, dema faşîstên hîtlêrî di k’ûç’e û kolanên Bêr’lînê r’a bi merş dibuhurîn...
Li vir hinek çavsor bibûn û bi ç’epikan agir bêhtir gur’ dikirin, lê hinekan jî xwe dabûn hêlekê û bi ç’avên tije tirs li van kevnefaşîstan û qîje-vîja wan dinihêr’în.
Stambûl bibû derya alên sor ên bi hêker û stêrk: li ser xanîyan, ofîsan, erebayan, otobûsan, li p’encereyên dik’an, ofîs û malan va, di hemû bazaran da ji eşya û xurek zêdetir alên K’T’ bûn. Heya alek li pencereya wê dik’anê va daliqandibûn, a ku cilên jinan ên binî r’êklam dike û difiroşe, û ew al jorda li ser wêneyê jineke tazî va mêl bibû û dimilmilî, lê jina ku r’êklama cilên binî dikir, tuyê bibêjî, ji tabloya r’êklamê, li van tiştan dik’enya.
Ma êdî mirov bi xwe çawa xwe r’ezîl bike!?
Şerma cîhanê!
Em veger’îyane Moskovayê, têlêvîzîonên T’irkîyayê hîn jî meş û mîtîngên dijî k’urdan germ dikirin... Û van hemûyan jî r’êjîm destek dike û helanan didê. Ji bo çi, dibe ku ew êdî t’exmîn dike, ku r’ojên xwe yên dawîyê jiyan dike?! Lê dinihêr’î û tênagihîjî – ev çiye, çi dixwazin û vî welatî bi k’u va dibin? Gelo bi van provakat’sîonan û germkirina hîstêrîya dijî k’urdan K’T’ çi qazenc dike, gelo evên van tiştan t’evdidin k’î ne, dostên gelê t’irk in, an neyarên wî ne? Bi tiştên weha vala û arzan wê heya k’engê vî gelî bixapînin? K’anê dengê r’ewşenbîrên welatp’arêzê welatê xwe? K’anê dengê Yaşar Kemal, ê ku di nameya xwe da li hember xeterên ku ji globalîzmê tên, em hişyar dikirin?! Ma ev tiştên ku îro dibin û yên ku di vî welatî da bi sedsalan bûne, berhemên globalîzmê ne? Ev hemû gelo ew kenc û tengîyên hindur’în nînin, ku ji bo hatina globalîzmê amadek’arîyê dikin û r’ê li ber wê vedikin?
Her çi jî hebe, T’irkîya ketye ber tengîyê, çokvedaye erdê, k’a wê çi bîne cîhanê, hîn kesek nkare bibêje!
Pirs in, pirs in, pirs in û pirs!
4. HESKÎF: di navbera mirin û jiyanê da...
(SOS!)
Bîstûsêyê adarê piştî firavînê beşdarên sêmînarê çûne Heskîfê – bajarê dîrokî. Ev peykerê dîrokî, yê ku îro dikare sert’aca berhema huner û sewdayê mirov bê navkirin, û mirovayî dikare pê serbilind be, r’êvebirîya K’T’ plan dike, bi avakirina bendavekê, wî di bin avê da winda bike. Gelo ew herêm bêyî wê bendavê nikare bijî? Armanc çi ye? Ev peykerê dîrokî, divê ne ku bik’eve bin avê, berovajî wê, divê ji hêla dewletê va bê parastin. Lê eger hêza wê t’êrê neke, divê bang li r’êxistin û sazîyên navnet’ewî, yên wek UNESKO-yê, bê kirin, ev kevnemayê dîroka kevnar ji bo dihatûya mirovayê bê p’arastin.
An – na, êdî çi ferqî di navbera r’êvebirîya K’T’ û t’alîbanên Afxanistanê da, yên ku peykerên bûddîzmê dane ber t’opan...
Ji bo piştgirîya Heskîfê gelek sazî, r’êxistinên navnet’ewî – û kesayetîyên navdar dengê xwe bilindkirine.
PEN-a navnet’ewî jî, wek r’êxistina nivîsk’aran a navnet’ewî wê ji sazî û r’êxistinên navnet’ewî r’a nameyan bişîne, di konfêrans û hemcivînên (kongrê) xwe da pirsgirêkên Heskîfê bîne zimên, bala civaka navnet’ewî bik’şîne ser pêwîstîya p’arastina vî peykerê dîrokî, r’ê û r’êbazên pêkanîna wî k’arê pêwîst pêşnîyar bike.
Heskîf benda piştgirîyê ye, lê dema yek dibêje, divê yê ku dibihê jî hebe. Eger serdarîya K’T’ a îro ji van dengan r’a guhê xwe bigire, divê sazî û r’êxistinên navnet’ewî li hemberî wê sankt’sîyan pêk bînin...
Heskîf benda mirovîya mirovayîyê ye!
19 – 30. 03. 2005. Moskova – Stambûl – Amed – Moskova