WÊJE DÎROK Û MEKAN
Sîdar Jîr
Qadên zanistî yên wekî wêje, felsefe, dîrok û civaknasiyê, di beş an jî bin beşên xwe yên taybet de her yek dîsîplîneke xweser e. Heta destpêka sedsala 19’an jî beşa dîrokê wekî şêweyeke/celebekî wêjeyê dihat hesibandin, heta ku dîroknasan ji xwe re rê û rêbazên zanistî bi kar anîn û cudahiya di navbera wêje û dîrokê de bi bingehên zanistî ava kirin didome. Di vê avakirina cudahiya (anku xweseriya) di navbera van her du dîsîplînan de, wêje bêhtir li ser aliyê hestî û ramyarî, feraset û derbirîna felsefîk; dîrok jî serboriya di nava demê de ya mirovahiyê vedibêje. Ev vegotin jî wekî qada pisporiya van her du dîsîplînan e. Lê belê têkiliya van her du dîsîplînan tim û tim zindî ye… Ji ber ku ev her du dîsîplîn hevdu xwedî dikin. Lewma jî em îro berhemên wêjeyî bi hêsanî bi pênaseyeke ku ew berhem belgeyên zindî yên dîrokî û bîra dîrokî ya mirovan/mirovahiyê ne pênase dikin. Di gelek waran de berhemên wêjeyî wekî belegeyan ji dîrokê re dibin stûn û spartekek xurt…
Di vegotina van dîsîplînan de berhem çi rastiyekê vebêje, çi tenê tevneke çêkirî be, çi mirov dibe, çi jî objeyek be qet ferq nîne di hemû rewşan de pêdivî bi cîgeh/mekanekî heye. Jixwe ev dîsîplînên navborî hemû berhem û bermahiyên nirxên mirovahiyê ne û piştî ku mirov hay ji şaristaniyê çêdibe, mekan di hiş û binhişê mirovan de dibe xwedî girîngiyekê. Piştî demekê cîgeh di berhemên hunerî/wêjeyî de dibe hêmaneke sereke û her wisa cîgeh jî bi serboriyên mirovahiyê(dîrokê) re, di wê pêvajoyê de bi awayekî felsefîk dirûv diguhere… Wekî mînak di destanan de mekan bêhtir xeyalî/fantastîk in, di awayê wan ê nûjen(roman) de mekan bêhtir şênber û li ber çav in.
Mekan, di vegotina hest û raman, xeyal, feraseta felsefîk an jî ya vegotina serboriya mirovahiyê de dibe mazûvanê wan. Mekanên rastîn û yên di berhemên hunerî de tên bikaranîn, dibe ku ji sedî sed ne yek bin… Dibe ku mekanê di berhemê de tê bikaranîn tenê li gorî “rastiya hunerê/wêjeyê” be lê rastiyek heye ku mekan tesîrê li berhem û berhemdariyê dike. Ji ber ku her çiqas mekan ji rastiyê diafire û pê xwe xwedî dike jî ne mecbûr e ku tenê awayê rastî be ew mekan. Jixwe di hin berheman de, çi dîrokî çi jî ne dîrokî, mekan tengtir an jî firehtir dibe. Heger di berhemê de giranî li ser ‘bûyer’ê be mekan firehtir e. Lê ku giranî li ser aliyê ‘psîkolojîk’ be wê demê mekan tengtir dibe.
Di berhemên ku bi giranî bûyer tê vegotin de dîrok, huner, felsefe, xeyal û mekan bêhtir berfireh dibe. Di vê vegotin an jî nivîsandinê de, tengbûn û firehbûna mekan di mista şêwe/şêwaza nivîskar de ye. Heger nivîskar bixwaze dikare mekan bi nasnameyeke cografîk, felsefîk, çandî û dîrokî jî vebêje. Wekî mînak heger em bi awayê gelekî şênber bixwazin têkiliya wêje/huner, dîrok û mekan a xwedî nasnameyeke cografîk, felsefîk, çandî û dîrokî ye vebêjin, em dikarin mînakên li Kurdistanê yên wekî Kobanê, Şengal û gelek deverên din bidin. Ji aliyê psîkolojîk bêhtir têkiliya bûyer, hest, raman, feraseta felsefîk û mekan bi hev re heye. Wekî encam ku qadên zanistî û hêmanên wan ên sereke, çiqasî xweser bin jî di navbera wan de têkiliyeke zindî tim heye.
Azadiya Welat