1. Tekst

  2. Pêkenî

  3. Eliyê Xemxur
  4. Xemên Eliyê Xemxur
Xemên Eliyê Xemxur,xemên,eliyê,xemxur

Xemên Eliyê Xemxur

A+ A-


Carkî ku min êş û kulên navbera Şêb û Xursê danî aliyekî û ez hatim Amedê, min nihêrî ku li vir kul û derd bêhtir in. Feqîr û xizanên li ser devê riyan, piyê dîwar û serê sikakan ez bêhtir kirim Xemxur. Min nihêrî ne xem e ku yek xaniyekî lêdike, an avekê dikişîne mala xwe; kes destê xwe navêje karê kesî û alîkariyekê nake. Û min bi çavên serê xwe dît ku ji Xortên Şêb û Xursê bêhtir qîzên vir xwe berdane sikakan û ji feqîrî cilek li ser yekê nemaye. Ya ku milê wê tazî ye, ya ku lingên wê tazî ye, ya ku stuyê vekirî maye. Mala min ê lawo, xizanî pir ne xweş e.

Ez ne weke dayika xwe ya Şermixî rastgo bim jî, car caran mecbûr dibim ku çend rastiyan dibêjim. Lewre bavê min Dêrikî ye û li cem me berî nîvê şevê rastî ji devê mexlûqat dernakeve. Hûn xwendevanên minê delal, qet neynin bîra xwe ku niha saet li Dêrikê berî nîvê şevê ye û ez derewan dikim. Na! Bi hersê navê minê kurdî, tirkî û erebî niha saet bi ser nîvê şevê ketiye û her kesî berî niha bi 10 xulkeyan got “Em êdî rast biaxivin.”

Ezê niha yek bi yek nameyên Kulîlka Ciwan vekim û li hersê mehên dawî binihêrim bê ka çi name hatine û xwendevanan çi xwestine ji Kulîlka Ciwên. Ez dibêjim Kulîlka Ciwên, lewre Rênas Jiyan carkî ku dest avêt zimên, ez êdî ditirsim ku tiştekî bê tewang ji devê xwe berdim û dûvre mijar hemû li aliyekî bimînin, digel pirsgirêkên we her tişt kevin û pot bibin.

Hevalê me yê delal ji Culemêrgê name şandiye û ji Kulîlka Ciwan re gotiye : “Gelî hevalan, bi rastî çîrok û helbestên  gelek xweş di kovara we de derdikevin. Lê gelo we nikaribû nivîskarek bişanda Culemêrgê ku ev çêlekên li ber îwaran, sûk û ser riyan bike çîrok?”

Bi rastî ev mijareke gelek girîng e. Xebatkarên Kulîlka Ciwan têkoşiyane ku yekî pênûsxurt bişîne Culemêrgê û bi navê Goodşevnîn, an Goodçêlemerg, an jî Şev Baş Çêlemerg berhemekê amade bike û bîne. Mixabin vî hevalî li vegerê ev nivîs winda kiriye û piştî demekê hatiye dîtin ku heman nivîs bêyî guherandin û nûkirinekê li ser navê nivîskarê Culemêrgî Omer Dilsoz di rojnameyeke kurdî de hatiye weşan. Yanî ez dixwazim ez bêjim hûn Culemêrgî hem me bi ser riyan dixin, hem jî me dişêlînin û li nivîsa me xwedî derdikevin. Şerme e.

Nameyeke delal ji Serê Kaniyê hatiye. Keçeke kurd gotiye “Gelî hevalan, wekî hûn dizanin dê hilbijartina Serê Kaniyê bê nûkirin. Ez dixwazim hûn wekî kovar destekê bidin gelê me û wekî komele werin vir.”

Bi rastî ev pêşniyareke gelek xweş e. Lê mixabin em werin jî kes li me guhdar nake. Heke min bizaniya hûnê min bikin şaredar, ezê tevî hemû kom û komelayan bihatama. Referansa min jî aha Azadiya Welat e. Lê mixabin ez dizanim hûn li pey fenekê ne ku li min bikin. Na! Ez li Qoserê carekê hatim wê fenê, nema rojek din diçim wê navçeyê.

Nameyeke gelek xweş ji Wanê hatiye. Xortekî wanî ku li Zanîngehê dixwîne, gotiye “Gelî xebatkarên Kulîlka Ciwan, bi rastî em gelek kêfxweş bûn bi derketina we ya dika edebiyatê re . Em jî bi navê Tamara kovarekê derdixin. Gelo hûn dikarin alîkariyeke çawa bidin me?”

Birao em wekî Kovara Kulîlka Ciwan ketin nava teqûreqekê ku em bi we re bibin alîkar. Me hejmara telefona we stand û telefon kir. Lê gotin navê Kovarê hatiye guhertin û êdî ew Ax Tamara ye. Dûvre me bihîst ku bûye Yenî Tamara. Hîn me ew piştrast nekiribû, hate ragihandin ku bûye Gula Tamara. Li ser vê yekê em li hejmara kovara nû geriyan. Lê mixabin ta me bi dest xist, hate gotin ku we kiriye Tîrêjên Tamara.

Xortekî ji Licê name şandiye û gotiye “Ez dixwazim kurdî hîn bibim, gelo ez çi bikim?” Bi rastî li gor min ev birayê me serê xwe li kevir dixe dişkîne, dûvre jî li dermên digere. Ev karê Sûrgiciyan e.

Jixwe birayekî me ji Sûrgiciyan name şandiye û weke bêje emê serê gê çawa ji kûz derxin, gotiye “Gelî birakan, ev çima kovarên we nayên Stewrê. Gelo hûn nikarin bayiyakî ji bo me ava bikin.”

Hevalê delal, ez bawer im navê te Hilmî bû. Ma kovareke wiha wê çawa bikaribe bayiyekî ji bo navçeyekê ava bike, ma em bûn beran holding?

Ji Mûşa Şewitî jî 8 name hatine. Bawer dikim ku evqas name ne belasebe ne. Jixwe piştî navçeyeke me ya kurdewarî, herî pir li Mûşê hatiye xwendin Kulîlka Ciwan. Lewre  kulîlka ciwan herî pir li deşta Mûştê hêşîn tê.

Dibêjin wê Kulîlka Ciwan jî were girtin û bi navekî nû, bi înîsiyatîfa komek nivîskarên kurd derkeve pêşberî xwendevanên xwe. Dixwazim ji bo wê jî tiştekî bêjim. Ez wisa hesab dikim ku Kulîlka Ciwên ji min pirsiye, “Kekê Elî, merheba ji te re. Bi rastî em nema dizanin emê çi bikin. Em bi ser nakevin. Gelo em çi bikin?”

Ezê jî bêjim “Brako wele derdê we giran e. Bi ya min hûn belasebe derd û kulên kurdan mezintir dikin. Waye dewlet tirkî hînî me dike, milet jê memnûn e. Em ji xwe re dibin mamûr û em meaşan distînin. Her çiqas bavê min kiribe înad û meletiya xwe bê kadrotiyê kiribe jî, niha li hember rexneyên diya min ew jî mecbûr maye ku rastiyê bipejirîne. Bi kinasî, hema ezê bêjim ji xwe re karekî din bikin û dest ji vê kurdiyê berdin. Ez Eliyê gundî jî êdî fedî dikim ku li cem kurdên mezin ên tirkîaxêv xwe wekî kurdîaxêv dibînim û psîkolojiya paşdemayinê rûhiyeta min xira dike. Bes e, ev milet waye ji xwe re tirkî hîn dibe, hay û baya vî gelî ji we tune. Hûn ciwan in, hûn kulîlk in, ji xwe re serê xwe deynin ser sînga yara ciwan û bi hev re xeyala dawete xweş û bi nav û deng bikin.

Ew koma nivîskarên ku tu qala wan dikî hemû di ser hev kevin, bi kêrî qalikê pîvazê nayên. Hemûyan mêjiyê xwe xwarine, tew qala dewletan dikin. Yek ji wan xweşik bi tirkî nizane, nikare di Ulkede Ozgur Gundem de nivîsekê binivîsîne, îcar radibin di bin navê “kurdî şêrîn e” de ji xwe re nostaljiyê dijîn. Mirovê bi tirkî nizanibe ne ji gelê xwe re dibe, ne ji dewletê re. Ev gelê kurd bi xêra zimanê tirkî hatiye vê astê. Ka ji bo Elî Muhamed bêjin, Dilawer Zeraq çi ji tirkî fam dike ku rabe îcar bi kurdî binivîse. Îrfan Amîda hîn nizane du henekên kurdî bîne cem hev. Mem Mîrxan ev çend sal e çîrokek nenivîsî. Hîn bi tirkî nivîseke wî nehatiye dîtin.

Di nav hemûyan de jî dilê min bi Sîdar Jîr dişewite. Ew lawikê ciwan û jêhatî dê xwe di nav van tiştên pûç de biçimlisîne. Xweziya lawo te ji xwe re destê yarê bigirta û berê xwe bida Wanê, li ber perê golê te ji wê re helbesta Ahmed Arîf bixwenda û dûvre bi newaya “şikidim şikidim” bihatina Antalyayê.

Nîşe: Dibêjin Rêzan Tovjîn jî ketiye nav koma we. Ji bo xwedê em bêjin min fam kir ku yên din herkê tiştek in, ev Rêzan bû çi lo? Hîn nizane porê xwe şeh bike, ser çavên xwe bişo, evcar li ser serê min bû çivîskar û dide çivan.


Gotinên miftehî :