Xeyala konfederalîzmê û kurd
Tu devê kê vedikî bi xerabî behsa kurdan dike. Bêhtir jî kurd dema ku axivîn û behsa kurdan kirin bi xerabî behs dikin. Ji bilî kurda tenê tirk, ereb û faris behsa xerabiya kurdan dikin. Ermeniyên ku kurdan ew bi hezaran kuştine jî evqasî bi xerabî behsa kurdan nakin.
Kurdan bi qasî tu miletî xerabî nekiriye. Negirtiye ser axa kesî û bi sed hezaran kes nekuştine, dest danenîne ser axa wan û bi sedan salan ew nekirine koleyên xwe. Kurdan petrola tu kesî bi sedsalan ji xwe re veneqetandine. Kurdan ji bo rihetiya xwe leşkerên giran neşandine ser serê feqîrên welatên din û serdestî li çarîkek, an jî li nîvê çarîkek dinyayê nekirine.
Kurdan jinên xwe yên ku doza azadiyê kirine serjênekirine. Kurdan zanyarên xwe yên ku gotine “dinya dizîvire” neşewitandine. Bi hezaran pêxember li ser bîrên avê serjênekirine. Yûsif neavêtine bîrê, Îsa li xaçê nexistine, dirî neavêtine ser riya Mûhemed û Mûhemed ji ber wan Meke neterikandiye.
Çima herkesê “jixwebawer” behsa xerabiya kurdan dikin? Gelo ji bo ku 60 hezar kes bûne cerdevan? Gelo ji bo ku PDK, YNK û PKK'ê bi hezaran kes ji hev kuştin? Gelo ji bo ku filankeso ji eşîra filankes çendek mêr kuşt, jinek revand?
Nexêr, li ber xerabiyên cîhanê ev ne mizqalê zere ne! Li ber 200 sal şerên navxweyî yên xelkê, li ber birakujiya xelkê ev ne tu tişt in. Kesên ku dibêjin kurd xerab in, dîrok nexwendine, an jî ew bixwe dilxerab in.
Wekî encam kî pir kurdan xerab nîşan didin?
Ereb: Ew ji xwe dixwazin kurd xerab bin, ji ber ku dagirkerên kurdan in.
Faris: Ew jî dagirker in, kurdan xerab nekin dê çawa dewlemendiya wan bixwin?
Tirk: Hela tew qala wan nekin.
Kurd: Ey çar heb bi hev re hezar salî bêjin kurd xerab in, mirov jî car caran bawer dike, ne ecêb e.
Xerabiyeke kurdan hebe ew jî dewlemendiya wan e. Qeder û siûda wan ew e ku erda wan, erdnîgariya wan û li ser rûyê cîhanê cihê wan cihekî pir girîng e, dewlemend e. Zîn a herkesî li ber çavên wî xweşik e, lê xweşikahiya aşkere jî pêdiviyê ji gûftûgoyê re nahêle. Kurdistan bi dewlemendiya xwe bela serê kurdan e.
Bi hezaran salan herkesî xwestiye bibin xwediyê vê axê. Lê kurdan tu caran nekariye ku bi tena serê xwe bibin xwedî. Asûrî, Ermenî, Tirk, Ereb, Faris, Roma, Yewnan, Rûs û Cihûyan tu caran destê xwe jê nekişandine. Herkes bi awayekî, herkes bi girseyekê li ser vê axê jiyaye. Di nav wan de belkî yê herî lawaz kurd bûn. Dîroknasê ku bêje nifûsa kurdan ji berê ve bi qasî ya gelên din hebû dîrokê nizane.
Yên din xurt bûn, di xwe re didîtin ku şer bikin, çavên wan tê dibirrî ku zora yên din bibin û şer kirin. Þer nifûsa wan a pir zêde ji holê rakir, kurd man li holê. Kengî şerek derket jî kurdan xwe girt çiyayan.
Çiyayan karakterak da kurdan: “Serhişkî”. Ajoya azadiyê bi kurdan re xurtir bû, tu caran koletî û bindestiya zêde nedîtin, çiya li wan xwedî derdiket. Heke di vê rewşê de kurdan dewlet ava bikira jî, nikaribûn kurdan bixin bin desthilatdariya dewleta xwe.
Kurdan li serê her çiyayekî dewletek ava bikirina jî, dê li pal û palpişta wan çiyayan kurdên ku nedihatin desthilatdariyê hebûna. Bi qasî hejmara çiyayan dewlet ava bibûna jî ne mimkûn ku kurd bihatina zeftê.
Aha Konfederalîzm ev e.
Sîstema vê karakterê ye. Ma Ocalan jî ne yek ji van kurdan e? Nayê zeftê û vê karaktera kurdan jî kir sîstem dawiya dawî.
Di konfederalîzmê de ji ber ku her ol, bawerî, çîn, çînaye, nijad, zayend û hin wekî din dibin Komel, komel jî li her herêmekê dibin federasyon û federasyon di meclîsekê de digihîjin ser hev û konfederasyona xwe ava dikin. Ji ber vê sedemê kesek nikare ku hemû federasyonan an jî hemû komelan bixe bin destê xwe, serdestiya xwe ava bike. Her yek ji wan çiyayek e. Pir pir ku serokê komelê bikaribe bibe hizb û komik. Lê heke li şûna sîstema serokatiyê sîstema rêveberiya hevpar were bikaranîn ew xetere jî namîne.
Welhasilî kelam her milet li gor karaktera xwe sîstema xwe ava dike. Roj dê were hemû milet dê ji şer û kuştinê aciz bibe û dê li sîstemên wiha bigerin. Di dawiya dîrokê de dê kurd qezenc bikin, ji bo ku wan tu carî berê xwe nedane şer û her jiyane, zindî mane. Gelo îhtimaleke din tune? Heye! Belkî gelên cîhanê heta dawî şer bikin û bi şer hevdu bi tevahî ji holê rakin û cîhan bimîne ji komikek ku ji şer û cengê dûr maye, an jî mirov qet nemînin.
Wekî encama duyem çi ye xerabiya kurdan:
Nayên zeftê: Çêxweş be.
Dualî azad in: Xulkê wan têra dagirkeriyê tune, li şûna zilmê bikin û bi bindestiya hinekan re jiyaneke reş derbas bikin, li ser çêyayê xwe bi azadî jiyanekê diborînin.
Hevdu Qebûl Nakin: Jixwe hevdu qebûl bikin dê zilma hevdu jî qebûl bikin, ev e azadî.
Nabin Yek: Ji bo azadiyê rev têra xwe bes e, yekîtî ji bo êrîşê ye, pêdivî pê nedîtine.
"Her kurd başiya di hundirê xwe de û xerabiya neyarên xwe kifş bike dê dinya ji bo kurdan xweştir bibe."
Ji bo nivîsa têkildar a nivîskar Vir Bitikîne.