XIZMETA HIRÇ’Ê1
“…Ya Xwedê, tu p’adşê bip’arêzî”
(...Ji sirûda Împêratorîya R’ûsîyayê).
Ezîz ê Cewo
Wek ku tê zanîn, pirsgirêka k’urdî îro derbazî pêvajoya xwe ya ç’areserîyê bûye. K’urd di herçar p’arç’eyên K’urdistanê da ji bo mafên xwe yên mirovî û net’ewî têk’oşînê dimeşîn. Di p’arç’eyên K’urdistanê yên cuda da têk’oşîn gihîştye encamên cuda.
Piştî r’ûxandina desthiladarîya Seddam Huseyn beşekî Başûrê K’urdistanê statûsa herêma federal a otonom di nav Îraqa fêdêral da dest anî, û, ji wê jî bêht’ir, ew dê-fakto bû wek dewletek a nîvserbixwe. Di nav salên bihurî da ew parçeyê K’urdistanê, ya ku herêma fêdêral e, li ser asta navnet’ewî heya r’adeyekê bêhtir bû xwedî bawerî û gihîşte naskirinek a hê mezin, ne ku Îraqa fêdêral bi t’evahîya xwe va. Divî bê zanîn, ku Başûrê K’urdistanê bi saya pêşveçûna darayî ya bêhemp’a, lê ya sereke, ji ber r’ewşa aram û aştîyane ya di herêmê da hêjayî p’ejirandin û naskirinek a wisa bû. Û di wê da bê şik û guman, k’eda mezin a Serokê Herêma K’urdistanê bir’êz Mesûd Barzanî heye, yê ku di Başûrê K’urdistanê da xwedî otorîteyek a mezin e û di nava hemû k’urdan da jî hêjayî hezkirinek a bi dil bûye. Û bilî vê, bir’êz Mesûd Barzanî di k’arê pêvejoya hevdîtinên ji bo aştîyê da, ên ku di Tirkîyayê û Kurdistanê da bi înît’sîatîva r’êberê gelê k’urd bir’êz Abdullah Ocalan destpêbûye, bi k’arê xwe yê piştgirîyê va r’ola xwe ya mezin lîstye û îro jî dilîze.
Helbet, r’ola wî ji hêla bir’êz Ocalan û hemû r’êvebirîya T’evgera r’izgarîxwaz bi giştî va, wek ku heye, hatye qîmetkirin.
Û evê pêvejoyê hêzek a nû da t’evgera ji bo yekîtîya net’ewî û ew bêht’ir da zûkirin. Li t’evahîya K’urdistanê û di nav komên k’urdan ên di welatên dereke (dîaspora) da amedek’arîyên lidarxistina konfêransên di derbarê sazkirin û xurtkirina yekîtîya net’ewî da destpêkirin. Lidarxistina wan wê bibe tiştekî mina pêvaoya destpêkî ya amadekirina Konfêransa Hemnet’ewî, ya ku, wek ku tê p’ayînkirin, wê di p’ayt’exta Başûrê K’urdistanê, bajarê Hewlêrê da pêk bê.
Û, weha, ji bo çi, berî lidarxistina wê konfêransê hinek kes û sazî hewl didin, di çapemanîyê da pirsa di derbarê seroketîya giştî ya net’ewî da derxine hole. Tê r’agêhandin, ku hinek ajansên nûçeyan di derbarê wê yekê da r’agîhandinin, xwedêgiravî , “bir’êz Abdullah Ocalan bang li r’êvebirên hêz û r’êxistinên siyasî yên gelê k’urd kirye, ku Mesûd Barzanî serokê net’ewî yê t’evgera azadîxwaz ê giştî nas bikin”. Ji bo çi dibêjim “xwedêgiravî”, ji ber ku agahîya di derbarê hebûna nameyeke wisa ji hêla serokê K’oma Civakên K’urdistanê bir’êz Mûrad Karayilan hatye r’edkirin. Û di sazîya Serokê Herêma K’urdistanê da jî hê t’u kesî daxuyanîyek di derbarê wê da nedaye.
Di derbarê serokatîya net’ewî ya giştî da ez dixwazim nêr’îna xwe bibêjim: divê bê zanîn, ku pirsgirîka serokatîyê di destê hîç kesî da jî nine… Mirov dibin serok, ne ku hinek p’eywira serokatîyê didin hinekan. Û hîç kesekî r’êberên me yên îroyîn p’eywirdar nekirye, gel bi xwe, her yekî ji wan anegorî k’ed û xizmeta wan qîmetkirye û ew hilbijartine û naskirine … Divê bê zanîn, di derbarê vê da hem bir’êz Abdullah Ocalan, hem jî bir’êz Mesûd Barzanî baş dizanin…
Û, ya balk’êş jî ew e, ne t’enê di K’urdistanê û welatên dinê da, lê her wisa jî li bal me, di R’ûssîyayê da, hinek mirov hene, yên ku wê gelekî bixwastana, ku ew agahî, ya ku bi fermî nehatye piştr’astkirin, r’astî bûya. Û ji bo wê jî hewl didin, ji bo ku wan agahîyên r’agîhandinî carek a din di nav gel da biger’înin û, hê di serda jî, hewl didin, heya daxuyanîyên fermî vala derxin…
Em binihêrin, k’a di derbarê wê da di gotara xwe ya “Karayilan ji bersîva yekawa ya pirsa di derbarê naskirina serokatîya Barzanî xwe dide alîkî” da, ya ku 24.06.2013-an li ser r’ûp’elên malp’era K’urdistan.rû2 hatibû weşandin, Mûraz Acoêv çi dinivîse: “Di şiroveyên xwe yên hinekî bi nakokî da bir’êz Karayilan asûn û nêr’îna Ocalan a di derbarê Barzanî da r’astedêr r’ednake”, – Mûraz Acoêv gotina xwe bi van gotinan serhevda tine, û bi xwe jî hema li wir hem pirsa ajansa nûçeyan a ANF-ê ya di vê derbarê da û bersîva bir’êz Karayilan, a ku wî ji bo wê pirsê anye zimên, tine. Û di vê bersîva bir’êz Karayilan da lap tiştekî dine tê gotin, ne ku ya ku Mûraz Acoêv hewl dide bide p’ejirandin. Va, gotinên hevpeyvînê, fermo, wana bi xwe bixwînin, û hûnê bi xwe jî bi bawer bibin, ku bir’êz Karayilan tiştekî dibêje, lê Mûraz Acoêv bersîva wî lap bi awayekî din r’avedike û r’aberî xwendevanan dike.
Pirsa ANF-ê: “Di çapemanîyê da…agahî di derbarê wê da habûye, ku bir’êz Abdullah Ocalan name ji Mesûd Barzanî r’a şandye û di wê nameyê da piştgirîya xwe anye zimên. Ew r’ast e, gelo?” – Li vir mabest naskirina Mesûd Barzanî wek serokê hemnet’ewî yê gelê kurd e, – Acoêv paisa ANF-ê şirove dike.
Bersîva Karayilan: “…di hêmanên r’agîhandinê yên girseyî yên kurdan da agahîyek a wisa derbaz bûye, lêbelê ew ne anegorî r’astîyê ye. Serok Apo t’u nameyek ji bir’êz Mesûd Barzanî r’a neşandye. Bûyer r’ast nehatine r’avekirin. R’êberê me bi r’êya şanda Partîya Aştî û Dêmokrasîyê nameyek ji r’êvebirîya t’evgera me r’a şandibû. Di vê nameyê da wî hîvî kiribû, ku daxwazîyên t’endurustî û serk’evtinê ji navê wî bidin bir’êz Mesûd Barzanî, Nêç’îrvan Barzanî, Nûşîrvan Mustafe û Celal T’elebanî. Bi daxwaza r’êberê me meh û nîvekê berê min ji wan r’êzadarn r’a li sder daxwazîyên Serok Apo agahîyek a kurt nivîsî”.
K’a, ji k’erema xwe ra, bibêjin, li vir çi ne zelale. Bir’êz Karayilan vekirî û zelal dibêje, ku “Serok Apo t’u nameyek ji bir’êz Mesûd Barzanî r’a neşandye”. Ku wî “bi r’êya şanda Partîya Aştî û Dêmokrasîyê nameyek ji r’êvebirîya t’evgera me r’a şandibû. Di vê nameyê da wî hîvî kiribû, ku daxwazîyên t’endurustî û serk’evtinê ji navê wî bidin bir’êz Mesûd Barzanî, Nêç’îrvan Barzanî, Nûşîrvan Mustafe û Celal telebanî. Bi daxwaza r’êberê me, – di bersêva bir’êz Karayilan da tê gotin, – meh û nîvekê berê ji wan rêzadarn r’a min li ser daxwazîyên Serok Apo agahîyek a kurt nivîsî”. Û, eger pey bersîvek a ewqas zelal r’a Mûraz Acoêv hewl dide, tiştekî ku nîne di wê bersîvê da bibîne, wê demê pirs dertê holê: “Ji bo çi û bi çi armancê ew wê yekê dike?” An jî r’avekirinek a wisa t’enê anegorî hinek armancên Mûraz Acoêv in, û daxwazên wan jî mirov tê nagihîjie.
Her çi jî hebe, tê zanîn, ku pêvajoyên civakî-siyasî di vê cîhanê da bi daxwazên kesî yên hinekan pêk naên, her yek ji wn qanûn û dîalêktîka pêşveçûnên xwe hene.
Balk’êş e, baldarîyek a weha ya ne qenc li hemberî vê pirsê destpêka xwe ji k’u digire û ew kêrî k’ê tê? Kêrî Serokê Herêma K’urdistanê – bir’êz Mesûd Barzanî? Ew dê kêrî wî çi bê? Ma ne, ew, wek serokê herêma otonom, hêjayî piştgirîya serokên gelek dewletên gewre û biçûk bûye, ew di r’astîya xwe da hêjeyî r’êzgirtin û piştgirîyê bûye, gelek derfetên darayî yên mezin di bin r’êvebirîya wî dan hene û wisa jî dewlemendîyên sererd û binerdan ên xwezayî yên bê ser û bin hene, di t’evahîya cîhanê da bi praktîkî wek serokê dewletek a serbixwe pêşbazîya wî dikin...
Çi daxwazîyên wan ji bir’êz Serok Apo hene, yê ku di encama komploya navdewletî da îro wek dîlê eskerî di hebsa li ser girava Îmralîyê da di nav çar dîwaran da ye? Lê, her çi jî hebe, ew hêjayî hezkirin û piştgirîya mezin a bi mîllîonan k’urdan bûye, û ew jî ne t’enê di Bakûrê ’Kurdistanê da, lê, her weha, di Rojilat, Başûr û Rojavayê K’urdistanê da jî. Wisa jî di nav p’ir’anîya k’urdên derveyî welêt da ye, di t’evahîya cîhanê da. Ç’avê bi mîllîona k’urdan li wî ye, ewana wisa jî hêvî û dilxwazîyên xwe bi navê wîva girê dane û amade ne, hemû ferman û gotin û r’êdanên wî pêk bînin. Ji boy navê wî û ji bo piştgirîya îdêayên wî, her weha, wek nîşana şermezaryê li dijî komploya navnetewî û neheqî û bêdadîya li hember r’êberê xwe ji sed mirovan zêdetir agir berî bedena xwe dan û bûyera xweşewitandinê pêk anîn... Gelê k’urd bi t’evger û bi bir’yar daxweza mafên xwe yên mirovî û net’ewî dike û azadîya r’êberê xwe dixwaze. Û hêza bir’êz Ocalan di nav wî gelî da ye, yê ku wî bi xwe ew t’evger kirye... Û ji bo wê jî, her çiqas ew di hebsê daye, yên bihêz ên vê cîhanê bi wî r’a hesab r’ûdinîn. Hukumeta T’irkîyayê di hebsê da bi wî r’a hevdîtinan dike û hevp’eyvandinan pêk tîne. Ew bi xwe jî ji hebsê k’arê xwe yê r’êvebirina hemû pêvajoyên civakî pêk tîne û r’ê dide pêşîya wan pêvajoyan...
Û hêza gelê k’urd jî di vê da ye, wek net’ewekê. Ji ber ku r’êberên wî – bir’êz Ocalan û bir’êz Barzanî – bi hemû r’êberên gelê k’urd ên dinê r’a t’evahî dikarin bibin wek wê stûneyekê, ya ku li dora wê Yekîtîya Net’ewî bikaribe ava bibe. Û hîç hewce jî nake, ku wan herdu kesan bînin hemberî hev. Ocalan Ocalan e, û Barzanî jî Barzanî ye, ewan wek kesayetî, her weha, wek siyasetmeder bi t’aybetîyên xwe va ji hev cuda ne, her yek ji wan di cêhê xwe da girîng û mezin e. Ewana, ji hev cuda, her yekî ji wan bi şêwazê xwe xizmeta gelê xwe kirine, lê naha dem pêr’a gihîştyue, ku hêz û derfetên wan bigihînin hev ji boy navê r’izgarîya netewî û ji bo xatirê qencî û başîya pêşer’oja gelê me.
Wa ye, xêrnexwazên gelê me ji çi ditirsin!
Ji ber wê jî her cûr’eyî agahîyên bê bingeh, û hewldanê heman r’engî, yên ku tên ferzkirin (bi zanebûn, an bi nezanî), armanca wan ew e, ji bo ku ew agahîyên bê bingeh bibin pirsa gotûbêjan û bi wî awahî r’ojeva pêvajoyên siyasî bê guhar’tin. A, ji ber wê jî, bi dîtina min, dive ji vê hêlê va li wan govtûgoyên bê bingeh, bêwat’e û bêkêr binihêr’in, û wana anegorî armanc û wat’eyên wan qîmetekbikin û r’ê nedin wan, ji bo ku ew dutîretîyê bikin nava p’arç’eyên cuda yên welatê me. Îro, ji her demê bêhtir, pêwîstîya me bi Yekîtîya Net’ewî heye, ji ber ku Yekîtî û t’enê Yekîtî ye mercê hebûna gelê me, wek net’ewek a yekgirtî.
Û li ser dîmenê van hemûyan Mûraz Acoêv bi hemû hêzên xwe va hewl dide wat’eyek a dinê bide gotinên kesayetîyên xwedî bandor û r’êzdarîyê, dixwaze, bide bawerkirin, ku xwedêgiravî “bir’êz Karayilan t’am nade xuyanê, k’a, gelo, ji hemû siyasetmederan r’a, yên ku navên wan li jor hatye gotin, nameyek a giştî hatye şandin, an ji her yekî r’a, wek ku divya ye, agahîyên cuda hatine şandin”. Bi r’astî şiroveyek a weha li mirov p’ir’ xerîb tê xuyanê. Çi ye, ma gelo ewqasî girîng e, bê gotin, k’a ji her yekî r’a agahîyên cuda hatibûna nivîsîn, û ne di nameyekê da ji hemûyan r’a daxweza birêz Ocalan hatibûya şandin? Ma ne, li vir tiştekî din girîng e: ew, ku Serok Apo ji wan hemûyan r’a daxwezîya qencî û başîyê şandye. Hew! Fermo, k’a, em carek a din bi hev r’a gotinên bir’êz Karayilan bixwînin, ên ku Mûraz Acoêv di gotara xwe da anîne: “R’êberê me bi r’êya şanda Partîya Aştî û Dêmokrasîyê nameyek ji r’êvebirîya t’evgera me r’a şandibû. Di vê nameyê da wî hîvî kiribû, ku daxwazên t’endurustî û serkevtinê ji navê wî bidin bir’êz Mesûd Barzanî, Nêç’îrvan Barzanî, Nûşîrvan Mustafe û Celal T’elebanî”.
Û gotinên Mûraz Acoêv ên di derbarê wê da, ku “divê haya mirov ji cîhanê tunebe, bawerbike, ku gotin tenê derbarê daxwezîya qencî û başîyê da ye”, t’enê dîtinên bê bingeh ên mirovekî ne, yê ku dixwaze di gotinên hineke din da wê bibîne, çi ku ew bi xwe dixwaze bibihê. An jî xudanê van gotinan ne wisa tê digihîje, an jî tiştan, ne wek heye, dibîne?.. Gotinên p’eyama bir’êz Ocalan zelal e û li ber çavan e. Yên ku ew p’eyam ji wan r’a hatye şandin, baş têdigihîjin, k’a ew gotin tên çi wat’eyê. Û t’erefdarên wî jî hem li Başûrê Kurdistanê, hemjî li parçeyên din ên Kurdistanê baş tê digihîjin û dizanin, ka gotina wî tê çi wateyê...
A, lê şiroveyên weha yên bê ser û ber û bi xwesteka dilê hinekan dikarin di nav civaka k’urd a hilbijêr da bibin sedema şik û gumanan. Ma ne, ew nêr’înên di derbarê wan “bûyeran” da, yên ku pêk nehatibûne, dikarin wek daxwazîya r’êvebirîya Herêma K’urdistanê ya otonom bên têgihîştin, û bi nehînî bandorî ser helwesta wan hilbijêran a r’ewanî bike. Û ev jî ji hêla xwe va dikare bi nehînî bandorî ser avabûna yekîtîya net’ewî bike. Ma ne, k’urd êdî ne yên destpêka sedsala XX ne, îro ew êdî bi aktîvî hemû bûyeran dişopînin, ên ku di cîhanê da pêk tên.
Û ya din jî. Ma, çi ye, êdî pirsên gelê k’’urd ên neç’areserbûyî yên dinê nemane? Ma ne, pirsa mafên gelê k’urd ne di Bakûrê K’urdistanê da, ne di R’ojilat û ne Jî R’ojavayê welatê me da hîn nehatine ç’areserkirin. Û di Başûrê K’urdistanê da jî pirsgirêk kêm nînin: hê pirsa xakên welatê me yên bi şêwazê fermî neketine nav sînor û sazîya Herêma K’urdistanê ya otonom nehatye ç’areserkirin, hê pirsa bik’aranîna mafên xwe yên ç’îarenûsî ji hêla gelê k’urd ê di wî parçeyê K’urdistanê da heya naha jî vekirî dimîne. ...Ji bilî wê jî gelek pirsgirêkên gelê k’urd mane, yên hê nehatine ç’areserkirin, ji bo ku hinek kes, em bibêjin bila bi dilsafîya xwe be, berê gel didin ne ku ç’areserkirina van pirsgirêkan, lê wan pirsan, ên ku îro di r’ojevê da nînin...
Naha pirsek a heq dertê holê: “Werimandin û mezinkiriana pêşbirka ji bo serokatîya net’ewî ya giştî li k’ê pêwîst dikin?”
Bi dîrokî bi r’êya xwezayî gelê k’urd bûye xwedîyê r’astîyên dîrokî, û divê bi wan r’astîyan r’a r’êz bê girtin û wan bipejirînin. Lê eger hinek hewl bidin, ku hinek tiştan di nav wan da bi şêweyekî ne bi xwezayî biguhêr’înin, wê demê, ya yekem, wê k’enê mirovan bi wan bê, lê, ya duyem, gelê me wê avantyûrîzmê t’emûl neke...
Dîrokê bi xwe r’ol di navber lawên gelê me yên here hêja da dabeş kirye. Û em hemû divê li dora wan bicivin û bibin yek û wan pirsgirêkan ç’areser bikin, ên ku r’êal li pêşîya gelê me sekinîne.
Lê ew kes û sazî, yên ku ev îdêya han hinartne û avîtine holê, divê tê bigihîjin, helbet, eger ew hê tênegihîştine, ku ew îdêyana berê pêşin li dijî yekîtîya net’ewî ya gelê me ne û zyanê digihînin serokê Herêma K’urdistanê ya otonom bir’êz Mesûd Barzanî. Û, dive bê zanîn, ku otorîte û bawerdarîya wî, wek serokê beşekî K’urdistanê, ya ku îro p’ir’ girîng e ji bo t’evahêya gelê K’urdistanê, divê bê p’arastin. Ma ne, ew hê dikare gelek tişt ji bo gelê me bike! “”
_____________________
1-“Xizmeta hirç’ê...” — biwêjek e, tê wat’eya xizmetekê, ya ku dawîya dawîyê xirabîyê ji wî mirovî r’a tîne, yê ku ew xizmet ji bo wî hatye kirin.
...Biwêjên bi vê wateyê di nav gelek gelên din ên cîhanê da jî hene. Destpêka wê ji ç’îrvanoka Jan Lafont’ên a “Hirç’ û r’ezevan” tê. Lê, tê gotin, ku welatê vê ç’îrvanokê Hindistan bûye, û di wê da li şûna hirç’ê di destpêkê da meymûn bûye...
2- Malp’er’a kurdîstan.ru li Moskovayê bi zimanê r’ûsî weşanên xwe pêk tîne.
Bajarê Pyatîgorskê/R’ûsya
26. 06. 2013