Xuda Hezkirin bû!
Rîwayet ew e ku berê gotin hebûye û gotin EW bûye û EW Xuda bûye!
Na ezbenî, rast e ku berê tiştek hebûye, lê ew ne ”gotin” bûye. Beriya gotinê tiştek hebuye û gotin jî li ser bingeha WÊ ava bûye. Û ji xwe gotin her ne ew bûye û ew jî her ne Xuda bûye.
Gotin bi tenê rûpoş bûye di hemû dem û serdemên serdestiyê de, li ruyê gemariyê. Gotin derew, xapandin û dek bûye. Dolab bûye û çek bûye, di hemû dem û serdemên dagirkeriyê de. Û çiqûzî, ezezî, xiyanet, bêbextî, şidet, tiralî û şehwet di bin gotinê de veşarî bûne.
Gotin, serdestiya tariyê ya di giyanan de.
Mîna dêweka heftserî, çiqasî bixwe têr nabe, lê vedibe jê nabe.
Gotin, qirêja li nav diranan kombûyî, bi ser dil ve dilop dilop.
Ji lew gotin bêhn didin, dema ji nav wan diranan dipekin bi ser kirasê jiyanê ve.
Gotin, soza lele ye ji Mîrze Mihemed re, di bîrên kûr û tarî de asê.
Gotin, bextê dijmin e, dibe poz û guhên jêkirî di berîkan de.
Gotin Brutus e, Yahûda ye, Bekoyê Ewan e, Dathan e.
Bi tenê em mêrên berê (mîna ku mêrên berê bi tenê di nav me kurdan de hebe) me ji gotinê bawer kir û me ew negemirand.
Mirov her tiştî mîna xwe dizane.
Me gotinê, mîna her tiştî, di eyara xwe de dît, pê ve hatin girêdan û ta niha mane girêdayî. Niha kale kal e: ”Ax serbestî”!..
Û ”pirtûkên pîroz” bûne sembola gotinan
û gotin jî ”kelama Xudan”,
ne tê kuştin ne jî berdan!
BERIYA HER TIŞTÎ HEZKIRIN HEBÛ Û HEZKIRIN EW BÛ Û EW XUDA BÛ!..
Piştre, gotin li ser bingeha hezkirinê hat gotin û ava bû her tişt, li ser bingeha neguherbariya hezkirinê...
Hezkirin agir bû...
Û gotin diguherî û digemirî; lê agir nediguherî û ne jî digemirî.
Jiyaneka bêyî gotin pêkan bû. Ker û lal jî hebûn; lê jiyaneka bêyî agir ne pêkan bû.
Mirov dikaribû çewa û çiqasî bixwaze ewqasî, xwe di gotinê de, xwe lê bigerîne, xwe jê bigerîne;
lê agir diviya her hebuya û her bi sînor bûya.
Di gotinê de her tişt dikaribû bê veşartin û stû lê bê badan; lê agir her mîna xwe bû û her tişta lê bigeriya, dikir mîna xwe, stû lê nedihat badan.
Belê, her du jî li her ciyî hazir û nazir bûn; lê yek bi sînor bû û jiyan li ser şîn dibû, ya din bê sînor bû û jiyan pê digemirî.
Ji lew agir di devê serdestan, hesûd û çiqûzan, bêbext û tiralan de bû sembola ”Şeytan” û ”gotin”, bû Xuda, di devê her heft gunehên bingehîn de û ket nav ”pirtûkên pîroz”, bûne yekane hêvî ji bo dinya û axîretê.
Hezkirin evîn bû; evîn agir û agir hezkirin bû...
Û hezkirinê kirin dojeh, mekan û dikana ”Şeytan”...
Xuda hezkirin bû û hezkirin rehim û pakî...
Ji roja gotinê şûna Xuda girt, xwediyên ”gotinên pîroz” ji Giyana Pîroz û pê re jî ji hezkirinê bi dûr ketin. Bi hezaran sal in tewla hespê wan e giyana mirovahiyê. Dielçiqînin, digemirînin, dirizînin, da tu tiştek şîn neyê li ser, da bibe çolistan ew giyan, da bibe wargeha dûpişk û koremaran.
Û pakî, tim bû armanca qirêjiyê
Û agir û ronahî û Ahûra Mazda û Zerdeştê Kal...
Xuda hezkirin bû; hezkirin evîn û evîn agir bû. Ne dikarî bikevî nav û ne jî jê bibî..
Xuda hezkirin bû; hezkirin agir; agir Zerdeşt û Zerdeşt kurd bû.
Eger Xuda qewmek ji xwe re hilbijartibe, ew ne qewmê bi deh gotinan, lê qewmê herî zêde nêzî agiran bû.
Mahabad Felat Arda 2014-06-21